May 2007

Bihrî Bênij

Şêxê min şêxê şêxan li vî warî
Min rexne kir bi tundî û bi dijwarî
Pelû dibû her sehne û her cîwarî
Xwe ne veşart pişt ti perde,ti dîwarî
Bang kir gelê di çû pey şêx bi hevsarî
Dijî qesabên ser milet kirin tarî

Bin eşkencê can çû bihişt payedarî
Xemilî bi şûna daran ji zordarî
Amade bû ji zindanê …

Bêwar Brahîm

Di wê şeveqa sar û cemidî de , serê xwe ji bin lihêfa xewnên sipî û kabûsên reş derxist , li navbera maxên beştên şikestî , tebabekî , mêze kir , li xurînî , çixareyeke stûr pêça û bi agirê birçîbûnê vêxist , û hêdî …hêdî , dûmana çixareya xwe berda binê lihêfa…

Narîn omer

Leyla qasim hesen,keçek kurde,xwest ropelên nû derbasî dîroka jinan bi tevayî bike,û ya jina kurd bi taybet,
Bi tiliyên hestên xwe yên miştî coş û hoş.lewra ew ropel gelekî ronîgeş hatin,û ta îro gelî kurd ne gehiştne raza vê ronahiya pîroz.
Leyla!!hemî gotinokên di mafê jinêde di hatin gotin herifandin,yên digotin:

Ma çi sudeya keçan…

Xalis Msewer

Xeleka diwemîn
Welato!
Kes nikare hêza te nasbike û
bighêje dawiyê
ew hêza ku di ziman û çiyayên te de
kom bûye
di bin-ax û seraxa te de
veşartiye :
di çem û cobarên te de
diherike
di mêraniya xelkên te de
xuyaye…

Weha Konê reş, bi hokar û karizmên hêza welatê xwe, xwe payebilind û serfiraze dibîne. Helbesta wî…

Hevalê u dostên hêja,

Em malbata Melle Mihemedê Neyo, yê çu ser dilovaniya xwe roja çarşemeê16.05.2007, sipasike ji hemû dost u hevalan u mirovan u kurdan, yên sersaxiya me xwestin çi li Qamişlo, Şamê yan Holanda. yan çi bi telefona u E-mailan. u sipasik taybet ji wan kesên ku bi barê şina wî rabûn. U sipasik…

Mervanê keleş
Mervan111@hotmail.com
Di jiyana milletan de pir caran WÊREKÎ û ‏‏dengê zelal û bêtirs û bi bilindî ji zanyariyê jî
Bêwîstir û bi sûdtire !!EV demeke ku layingirên PKK ê bi durişmeke DIRINDE û SEQET dîsa dest bi çalakiyekê kirine ew jî ev e : ” tenduristiya APO tenduristiya gelê Kurd e ” !!

MA gelo…

Bêkes Têlo

Sosina min Dua
Lêborîn…. ji gezên minî lawirane.
Salên bihûrî
Di goristana sirgûne
Dibînim bi pencera çavên te….
Ser vê xaka dem têde bê lebate,
Gurz bi gurz libên barana
Çavên xwe pêşkêşî
mirîşkên serhildêr….dikim!!!!!!!!!!

Ji evîna berbanga malzarokê
Hatî bi qêrîn…û çûyî bi qêrîn di qada şêrîn.
pinpinîka min
Wisa dijî ser axa
Xwînkirî
Bê razan û hedan,
Roja te dizîn
Bi qeremûşkên …koleperest.

Dilava min….
Didim…

Xemgîn Remo

Banga te
Li guhê min
Dengê berbangê ye
Dilê xewar ji sed xewnî
Dike hişyar …
Sofî yê lerzok
Bi lez û bez

Berî dide mizgefta evînê
Du çavên te quble-gahin
Û navê xwedakî ne diyar
Li ser enî ya te
Ez dixwînim
Lê her ku nêzîkî te dibim
Navbera me
Timî dîwar .. timî dîwar …
Banga te
Bêhna payîzê ye
Xwîna pezkovî…

Danehev û berhevkirina : Zinar Mistefa

Saleke bê baran, ziwa û hişk û hola bi ser (Cizîra botan) de hat. Bû mehil û xelk perîşan ketin. Vêce, ew mecbûr bûn ku ji goştê laşên xwe bixwin, qene xwe li zivistanê biqedînin.

Gundî rabûn: Pez û sêwalên xwe dane ber firotinê-Wilo jî hate serê cotyarekî…

Elî Cefer

Hevgirtina rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Kongireya xwe sêyemîn di sîbera navê Miqdad Midhet Bedirxan yekemîn rojnamevanê Kurd de ji 28 – 30 Nîsanê li bajarê Göteborg – Swêd – li dar xist.

Kongire bi kêlîlkek bêdeng û bi sirûda neteweyî „ Ey Reqîb „ hat vekirin, pêre xêrhatina mêvan û endamên ” Hevgirtinê ” hat kirin….