Li derdora kongireya sêhem ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistan

Elî Cefer

 Hevgirtina rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Kongireya xwe sêyemîn di sîbera navê Miqdad Midhet Bedirxan yekemîn rojnamevanê Kurd de  ji 28 – 30 Nîsanê li bajarê Göteborg – Swêd – li dar xist.
Kongire bi kêlîlkek bêdeng û bi sirûda neteweyî „ Ey Reqîb „ hat vekirin, pêre xêrhatina mêvan û endamên ” Hevgirtinê ” hat kirin.
Gotina pêşin di kongirê de, ya kurê pakrewanê gelê Kurd M. M. Xeznewî, Murşid Xeznewî bû. Di pê re helbestvan û nivîskar Hoşeng Biroka, wek bawermendekî ola kurdî, ya kevnare, ” Êzîdatî ” gotinek got. Gotinên herdu birêzan, tevî ku di rastiya xwe de ji aliyê ” Hevgirtinê ” de ne pilankirî bûn, di yek çokê de gihan hev, ew jî, parastina peyva kurdî bûn. Çimkî  baweriyên olî, çi bawerî dibe bila bibe, taybetîyeke di navbera mirovî û xudayê wî de heye, lê kurdayetî û mirovatî hemî mirovan digîne hev.    
Helbestvana hêja Selwa Gulê jî, gotina PEN Kurd ya navnetewî xwend. S. Gulê piştgiriya PEN a kurd ji hemî cure çalakiyên rewşenbîrî, nemaze ji çalakiyên H. R. R. K re  anî ziman û got; ku PEN a Kurd bi çavekî bilind kar û bizavên weha dirinxîne. herweha jî hunermenda deng xweş Evîna Welat, gotina: „ Saziya Çand û Hunerê li Başûrê – Rojavayî Kurdistanê „ xwend. Hunermedê şêwekar Mehmûd Hiso jî, kurte peyvek bi navê hunermendên şêwekar yên Kurd got.
Ji bilî guhdarkirina gotinên ku me li jor bi nav kirine, pirtirî ( 45 ) birûsk û pîrozname, ji gelek dezgeh, partî, weşan, ronakbîr, rewşenbîr û kesayetiyên Kurd gihan kongirê, ew tev hatin bi lêv kirin û herweha di malpera hevgirtinê de ( Rojava. net ) hatine weşandin. 
Bi kurtî gotineke giştî, di rojeva kongirê de, gelek mijar û babet hatin gengêşîkirin, ji bilî xwendina sê raporan ji lay komîta kevin de, ( Xwendina rapora komîta kargêr, rapora mewdanî û rapora komîta ragihandinê, nirxandinek giştî ji kar û barê H. R. R. K. re çêbû, û hinek guhertin ketin rêbazê, herweha guhertinek biçûk ket navê saziyê, û nav weha hat çespandin: „ Hevgirtina Rewşenbîn Rojavayî Kurdistanê „.
Li dawiyê kongirê, komîtek giştî ji 9 kesan hat hilbijartin, û ewê komîtê li xwe girt ku hemî kurt û kêmasiyên heyî hewl bidin çareser bikin. Herweha komîta nû civîna xwe girê da, û ji nav xwe rêzdar Selîm Biçûk wek serokê vê saziyê ta kongirê bê destnîşan kir.
Cihê kêfxweşî û balkêşiyê bû, ku roja dawiyê ya kongirê, şeveke hunerî ku herçar hunermendên kurd; Zubêr Salih, Xalid Sofî, Evîna welat û Hevraz bi deng û awazên xweş beşdarên kongirê û birek malbatên Kurd yên li  wir beşdar bûn, kêfxweş kirin. Herweha herdu nivîskar Hoşeng Biroka û Hoşeng Osî ji lay ” Hevgirtinê ” ve hat xelat kirin, ji ber ku  ev herdu berêzan di malpera Hevgirtinê ( Rojava. net ) de çalak bûne.
Hêjayî gotinê ye, ku kenalê ezmanî „ Roj TV „ hersê rojên kongirê şopandin û wek rêbotacek weşand, herweha bi vê boneyê  serokê H. R. R. K. Selîm Biçûk di 3. 5. 07 an de, vexwend programa „ Raste rast „ amadebûn û şopandin wan cihê dilxweşî û spasiya ” Hevgirtinê ” de bû.   
Divê em bal bikşînin ser wê yekê jî; ku endamê H. R. R. K. Mizgîn Gemo jî, hemî lêçûna kongirê; ji xwarin, vexwarin û cihê razanê li xwe girti bû, ev jî, ji beşdarên kongirê re cihê spasiyê û destxweşiyê bû.  
Li dawiyê, wek beşdarekî li vê kongirê, çend xalan bala min kişand, ew jî, ev bûn: 1- Dûrketina gelek nivîskar û rewşenbîrên xudî pênûsên rastgo û çalak ji Hevgirtinê.  2- Herweha hejmareke ne hindikin ji rewşenbîran xwe ji saziyê  sarkirine.   3- Jarbûna têkiliyê xurt bi nivîskar û rewşenbîrên Rojavayê welat re.  4- Dîsan tunebûna têkiliyan bi sazî û dezgehên Kurdistanî, ji bilî li va dawiyê bi „ Yekîtiya Nivîskarên Başûrî Kurdistanê – liqê Dihukê re.   5- Ta niha Hevgirtinê nikariye têkiliyan bi sazî û dezgehên çandî û hunerî yên ewropî re girê de. 
Lê tevî van kêmasiyên me li jor bi navkirine û hinin dîtir, em ne hevalê wê yekê ne, ku hin ronakbîrên me xwe ji Hevgirtinê bi dûrxînin, çimkî hebûna va saziyê ji bo parastin û pêşevebirina, herweha bilindkirina peyva kurdî zor girîng e û eger çi têbîn, an rexneyên kê ji birêzan hebin, dikare di hundir saziyê de bênin ziman. Xasma em rewşa xwe baş dizanin ku; çareserkirina kêmasiyan ji hundir ve sûdartir e. 
4. 5. 07
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…