March 2007

Xizan Şîlan

di cihêrengiya min û we de
hêsirên çavên me
wek hev dirijin
dewlemendiya diravên we
di qultek ava gewriya xwe de
dibînim

ez
li gerdûnê
nependiyekî
neferisandî me
encamê diviyatiya xwezaya xwe me
di hebûna giyanê xwe de
dijberê rastiya xwe me
li asoya çolistanan
pijiqîna ava kaniya bêbinî me
li tenhatiya şikeftan
dengvedana bêdengiya zinara me
azadî
henasa jiyana min e
li asîmanê hinavên xwe
wizîna tofanên har im
serpêhatiyên min
sîtavka navxweyiya min…

Bêkes Têlo

Min şoxûşeng şopand ser TV, bo 80 saliya nivîskar Gabriel Grasya Markîz. Kolombya tev derketibû sikakan, ji gûndan,dibistanan,malan, kes nema ku nahtibû vê şahiye.

Bi kêfxwesşî 80 saliya nivîskar pîrozdikirin bi hêviya tendurstiyek baş jê re di pesherojê de. Welatek bi tevahî pîrozibahiya vî afiranderê hêja dikirin, bi rûgeşî, biçukan, mezinan, belengaz û…

Konê Reş

Wek ku diyare, tev şîn û şadiyên kurdan di meha adarê de ne, ta bi koçkirina seydayê Tîrêj jî, di 23 ê vê mehê de bû. Ango ev pênc sale ku seydayê Tîrêj ji nav me barkiriye.

Bi vê helkeftinê kêfxweş dibim ku guhdaran serwextî bandora seydayê Tîrêj di nav helbestvanên kurdên Binxetê…

Seydayê hêja û Xoşewîst!
Dema nêrgizan e.
Li Amedê,
li ber nêrgizfiroşan gurz bi gurz,
ta bi ta,
di teştên naylonî de nêrgizên rûzerîn,
bi peyayên li ser peyarêyan diherikin û

bi nazenînî dibişirin.
Xirecira bajêr,
xemên rojane,
mitaleyên ku di dil de
bûne taxe,
çavên gelekan kor dike;
Ne li bişirîna nergizan hay dibin,
ne jî bîhna wan a emberî wan sermest dike.
Ne…

Mehmûd Sefo


Berî az têkevim kakila babetê biraastî seydayê Tîrêj … nemirê helbesta kurdî tîrêjek geşbo ji xetîra helbestvanên kurd …

lê mixabin sitêra can û rewanê wî berî pênç sala darijiya ji Esmanê helbesta kurdî û ber bi behşta hemereng ve çû da ko bi çive di gel mîrê helbesvana Ehmedê Xanî û şêxê Cizîrî…

28-30ê Nîsanê
Gteborg-Sweden

Kongireya sêyemîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve di 28-30ê meha Nîsanê de, li bajarê Göteborg(Gothenburg)a Swêdê, lidardikeve.

Em bi vê kongireya xwe ya sêyemîn, dîsa alîgiriya welatê xwe û pişgiriya doza xwe dikin, dîsa. em berbi wateyên giranbuha û kûr; wateyên mirovane û weletparêzane yên nasnameya xwe ve dicin, berbi peyam û…

Ji ber ku ew kesekî welatperwer bû. ji zimanê kurdî û gelê xwe hez dikir, xwedê xwest ku koçkirina wî jî di rojek dîrokî de be .
Di sibiha roja newrozê 2007 , demjimêr 8 , Li Tirbespiyê, mamê EREFATÊ BIRAHÎMÊ EZEM, ji nav me koç barkir.

Mamê EREFAT di 1917an de li gundê (DÊR EMERÊ…

Rehîm Ezîz

Li şûn warê evînate
Dilkî wêran û beyar
Payîzeke sitemkar
Di paytexta wî de
Rêberê xwe wenda kir
Awat û hêviyên wî
Hêdî hêdî diweşin
Bi hêlana sura bêre
ji nav pencên zilv û keziyên te..
*** *** ***

Li şûn warê evînate
Dikî kevnar di nav mozxana
kul û derdade toz girtiye
çîrokeke xemgîn
bi hêsirên xunc û pişkojan
tên xwendin lê bi dengekî hêdî
ta dil bi…

Mehmûd Badilî

Newroz Kewke li Hesekê bi geşî derbasbû lê dema vegerê kevir li xelkên me ji hêla xwedîyên dizî û kirêtîyan hat barandin, ber bi êvarê nêzîkî gêroka Salihîyê û li ber çavê polîs û hêzên ewlekar

, ereb li ser dirêjaya rê rêzbibûn, kevir hilgirtin û avêtin tirembêlan, du – sê – çar kes serê…


Arşek Baravî

Avdarê tu hat tu rewşa mehaGula zerîn por didan ber şehaWa çû ew sibat çenga gunehaBerfa bi şewat digirt ser rehaAx û herya sor kesk bû ji gîhaÇerxa demê dor dewran ya sehaDerdê belengaz nehê ser deha
****
Gul û kulîlka bihna xwe berdan Nêrgiza çeleng widabû ji wanTanî bi dîkan jêre bandidanDi nalîn kir…