BEHÎNAME

Nêrgize welat


Arşek Baravî

Avdarê tu hat               tu rewşa meha
Gula zerîn por              didan ber şeha
Wa çû ew sibat             çenga guneha
Berfa bi şewat              digirt ser reha
Ax û herya sor             kesk bû ji gîha
Çerxa demê dor          dewran ya seha
Derdê belengaz           nehê ser deha

                          ****

Gul û kulîlka               bihna xwe berdan
Nêrgiza çeleng                      widabû ji wan
Tanî bi dîkan                          jêre bandidan
Di nalîn kir deng :                 ez bûka cîhan
Hilm û periya                        dev ji min berdan
Çiqas min kir deng      li vir bê xwedan
Zuhabûm bê av            xwîn mija nedan

                         *****

Ev gulîstan tev              sor gul û hîro
Îndeko rîhan                xuşûl û şîro
Roj li wan wek şev      kok dixwe zîro
Xweş bû hilma wan     li germa nîro
Bûne giş wek hev          bê kesin îro
Kesk û sor didan           rengê zer jî ro
Xweşî çû bi rev              sed xwezî bi do 

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…