March 2007

Zinar Mistefa

(1) Tank ji balafirê Qewîntire !
Li ser dengekî bilind, Şiyar derbas bûbû oda hemşerîyên xwe de. Hingê, Civat li wir gihabû hev. Çiku; du şagirtiyên nû ji Sûrî gihabûn bajarê (A), qene xwendina xwe li zanîngehên Sovyetî bidomînin.

Yekî ji mêhvanên nuh, bi qurretî digot: Ne hewceye ku hun bikin serê min de,…

Welatê me – Dêrika Hemko -Teqil Beqil

Li dûv bizav û hewildanên bêrawestan yên ku ji aliyê xêrxwaz û dilpakên deverê ve dihatin kirin .îro karê wan camêran bergirt û du binemalên kurd, binemala Behrem ji hoza Xêrikan li gundê Teqil Beqil û binemala Bapîr ji hoza Ermedelan li gundê Girkendal,ber biheveçûn û lihevhatin .

li…

Amadebûyên hêja..
Xûşik û birayên Qedirbuha..
Bi navê malbata şehîd, bi navê hevalên Malbata şehîdî, Ciwantirîn Sipasî bo Cenabên we.. bo beşdariya we. ..bo xwepêşandana we..bo zehmetiya we kêşayî…ya ku xwesteka me û we bi hev re diyar kirina rêzgirtin û Qedrê buha yê Şehîdî di hest û ramanên me de.

Amadeyên hêja…
Şehîd Behzad..dibinemaleka kurdperwer.. Cotkar…..

Narîn umer

Jin derbasî cenga konevaniyê û xebatê dibe çimkî ew xwe dibîne mirovek hişyar û têgehiştî û ti cudabînê nabîne dinavbera xwe û mêrde di aliyê hiş û ramaniyêde bitaybet û di aliyê hest û coşan de.

Bi rastî ez naxwazim li ser vê babetê anko babeta xebata jinê gelekî rawestim li belê dixwazim…

welatê me


Bi beşdarbûna cemawerekê berfereh, kesatiyên navdar û şandên partiyên kurdî li devera Dêrika Hemko,îro nava rojê termê girêlayê Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) şehîd Behzad Zuhrap, di cihê xwedêdana wî de li goristana gundê Kortepanê, hate veşartin.

Merasîma veşartina vî şehîdî bû xwepêşandaneka cemawerî hemereng,di vê xwepêşandanê de siloganên mîna bijî şehîd, bijî Barzanî,bijî Apo Ocelan,bijî yekîtiya…

Narîn Umer

n-
pispisa te..
li pey asoyên zêrîn de
bang li min dike û
hemî gunehên evîndara
eşkere di ke
min bero dîwarê
xwesteka ve dibe
da ez bi bim
imza tabloyên wî

-a-
zummêna mata te
kembera xwe li min
di alîne û min dike
basûrek û belav dike
li ser bêdawiyên
serdemî de
da lêkolînek bê nermayê
vekolînim di welatê
mendehoşiyê de
ta matekî wekî mata te
bi…

Eyî Newroz eyî Newroz ti li Gelê Arî pîroz!!!!!!!
Bi van gotinên pîroiz û bi awazê dengê bilbila diho 25.03.2007 li bajarê Dortmundê li Elemaniya, mîna her tevahiyê Kurda li her qûncukeke cîhanê,nêzîkî 1000 Kurdî li vir cejna xwe ya netwî, bi şahîka mezin, kû kurdên her car parcan amede bûbûn pîroz kirin.
Wekî rêz, di destpêkê…


Diyar Elikî

Diyar e ko eger mirov ji xwe şerm neke, dikare hertiştî bike.Lê, her weha, divê ko ew amade be ji bihîstina hindek gotinên nexweş ku şerma wî/wan li wî/wan vegerîne, bîne bîra wan!

Belê, ev demeke ku siyasetmedar û ramanvanê kurd Selah Bedredîn bûye nîşana êrîşên bê ser û ber û pûç û vala ji…

Dr. Zara Brahîm

Eger em deriyê pirtûkxana wêjeya kurdî vekin, li rojavayê Kurdistanê, em Karin navê nivîskarên romanê û berhemên wan li ser tiliya bijmêrin.

Çîrokên gelerî, danhevên kelepurî û çîroka kin baş li nik me peyda dibe, ji xwe gotin nayê ser helbestê û helbestvanan û pirbûna wan di wêjeya kurdî de, çiku her kesekî ku…

Hiyam Ebdulrehman

Nêçîrvanê Hulîlkan , hevrazî jor bû … Bi serê çiya ket …
Bi şal û şapekî xercûnî û şelemeke reng zer ,
Rêşîkên şaşika wî ,
Bi ser Milan de diherikîn …
Hevdû digrtin û carna di firikîn ,
Tûrê bi milê wî ve , Tijî nan û kizwan e ,
Di ber şelema zer de , Etfiyek di…