Ahenga Nwerozê li Elmanya / Dortmond

Eyî Newroz eyî Newroz   ti li Gelê Arî pîroz!!!!!!!
Bi van gotinên pîroiz û bi awazê dengê bilbila diho 25.03.2007 li bajarê Dortmundê li Elemaniya, mîna her tevahiyê Kurda li her qûncukeke cîhanê,nêzîkî 1000 Kurdî li vir cejna xwe ya netwî, bi şahîka mezin, kû kurdên her car parcan amede bûbûn pîroz kirin.
Wekî rêz, di destpêkê de bi Sirûda netewî (Eyî Reqîb) dest pê kir û deqekî li ser canê Şehîdên Kurdistanê rawestan, kû xwîna wa, ya paqij em gihiştina vê qonaxe giring, ber bi azadî û serxwebûnê ve.
Piştre Komiteya Karê Hevbeş, kû ji şeş Partiyên kurda yên di nav Enî û Hevgirtin de ne pêk tê, gotara Amedekarên vê ahenga pîroz hate xwendin, paşê Hozanan rêz bi rêz dest bi Awazên xwe şêrîn kirin, mîna Evîna Welat, Rûbar Şîno, Ronî Can, Mistefe Silêman, Fehed Ali û her wiha ji Koma Rojîn, hemû rêzdaran bi hestên xwe yê netwî, welatparêzî û Kurdewarî, stranên Şoreşgeri û evînî pêşkêşî gelê xwe kirin. Her wiha Ahengê heta Saat 24:00 şevê dewam kir, û bi selametî her kes vegeriya mala xwe.
Newroza Gelê me Pîroz be.
Y. Sabri Qamişloki

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…