February 2007

evên xwar deqê wan birûsk û nameyên sersaxiyê kû bi zimanê kurdî gihiştine me bo malbat, heval û dostên rehmetî Mihemed Emîn Mihemed:

Partiya demoqrata kurd li sûriyê
Malbata rehmetiyê hêja
Gelê me yê kurd li Sûriyê

Kurdan berê gotiye:mirovê baş zû dimirin!belê, bi koçkirina mirovê dilnazik û bi rûmet Bavê Kawa, dilê me hemiyan tevizî û rondik…

Birayên hêja
Serkird û endamên Partiya Demoqrata kurd li Sûriyê ( Alpartî )

Bi dilek kul û kovan me nûçeya koçbarkirina nivîskar û siyasetmedarê kurd Mihemed Emîn Mihemed, di bûyereka tirafîkê ya diltevzîn de, li ser rêya di navbera Hewlêr û Pîrmam de, bihîst .

Em bi navê Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî, xwe hevxemê…

Girûpê girkê legê yê rewşenbîrî Li roja înê rêkeftî 9/2/2007 û bi amedebûna Kesayetên rewşenbîrî û siyasî û rojnamevanî Nivîskar û rojnamevan Siyamend Birahîm Xwedî û berpirsyarê govara ASO ya rewşenbîrî Bi hevjîna xwere helbestvana kurd Orkêş Birahîm Li Grûpê Girkê legê yê rewşenbîrî bûn mêhvan

Di despêkê de orkêş çend helbestên xweş û delal…

M.Emîn

Bi dilek şikestî û kovan min nûçeya barkirina te,ji war û warkozên kurdayetiyê, bihîst .
Bi çûna te re, stêrek geş ji esmanê me vemirî,gulek bêhinxweş ji gulîstana me çilmisî, xuncek nûhatî ji dara kurdayetiyê wera

birader, dost, heval û hogirek dilsoz ji nav me koçên xwe yên dawiyê barkir, berê xwe da feleka bexit reş…

Hewlêr/Kurdistan

Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî û Zanîngeha Selahedînê, sibe-Şemî-10/2 zincîreyek lêkolînî sebaret bi hizra netewî kurdî li Hewlêrê, paytexta herêma Kurdistana/Iraqê, saz dike.

Çalakiyên zincîreya lêkolînî dê çar rojan berdewam bikin, û li sentera rewşenbîrî û hunerî ya zanîngeha Selahedînê, li Hewlêrê, pêkwerin.Bernameyê zincîreya lêkolînî wiha birêve diçe:

Şemmî10/2:
-Ferîdûn Yazar/endamê berê di parlementoya Tikiryê de.
-Husam Nîmet/mamosta li…

Filmê derhênerê kurd Huner Selîm (Hiner Saleem) ê nû DOL dê beşdarî Festîvala Berlînê ya Navnetewî ya Filman – Berlinale – bibe. Festîval wê ji 08-18.02.07 lidar keve û DOL jî wê çar caran di çarçeweya wê de li paytexta Elmanyayê bê nîşandan.

DOL filmeke derbarê perçekirina Kurdistanê û çewisandina nasnameya kurdî ye. Ew realîteya…

Mihemedê Seyid Husên

Ji serî de ez bi xwe di comerdiya zankoya dayika Têrêza û destberê wê yê kose kurê Cewê de bergûmanim, gelo çima wilo ji ezber û reşayê ve bi çapa mezin serbiser bawernameyên qaşo yên rûmetgirî ango şanazî û payedarî di perensîpa bazirganiya kî zêde bide û bi taybetî li bazarxaneya xerîdarên…

Welatê me

Koma Narîn ya Huner û Folkulorê kurdî, salnama xwe ya sala nû (2703 K beramberê 2007 Z ) derxist .
Salnama îsal ji şeş pelên sitûr yên destê navê pêkhatiye, her pelekî du heyv li ser singa xwe raxistine .
Pela yekê, wêneyê kûlîlkela kurd, bi cil û bergên kurdî xemilandiye û siha hêviyên wê…

Elî Cefer

Di roja Pêncşemê ( 01. 02. 07 ), li danê sibê, li Moskoyê, paytexta Rûsya yê, dîrokzanê Kurd yê navdar prof. Dr. Şekroyê Xidoyê Miho bi nexweşiya dil bi temenê 77 salî çû ser dilovaniya xwe.
Şekrorê Xido Miho kî ye? Ş. Xido, ji Kurdên Sovyeta berê, ji hemwelatiyên Ermenistnê bû. Di sala…

Y.Sabri Qamişloki

Dema kû kîn, kerb û zikreşî di nava rihê meriv hatibê çandin, pir zehmeta ew karibê bibê însan û bikevê nav çivaka mirovahiyê de, û mîna her keseki danûstandinê bikê, ji ber kû di nava demarê wî de tişteki balkêş heya, kû nayê şîrove kirin

lê hemid ji xwedan re, go bûyerên wan yên…