BIRÛSKÊN SERSAXIYÊ


evên xwar deqê wan birûsk û nameyên sersaxiyê kû bi zimanê kurdî gihiştine me bo malbat, heval û dostên rehmetî Mihemed Emîn Mihemed:
Partiya demoqrata kurd li sûriyê
Malbata rehmetiyê hêja
Gelê me yê kurd li Sûriyê

 

Kurdan berê gotiye:mirovê baş zû dimirin!belê, bi koçkirina mirovê dilnazik û bi rûmet Bavê Kawa, dilê me hemiyan tevizî û rondik di zoyên çavan de sekinîn.Ew mirovê pak û demokrat ku bi herkesî re rûken û dilfireh bû, jinişkave ji nav me barkir.Xemgînî xist dilê me de û em tenê hiştin.Lê, ne bi destên wî û ne bi destê kesî ve tê ku xwe ji mirinê biparêzin…mirina ko li pêşiya her yekî ji me heye.
Bi vê boneya xemgîn û diltezîn, ko gotin bê sûde dibin li hemberî wê, sersaxiya partî û dost û malbata rehmetiyê qedirbilind dikim û dibêjim bila serê we û serê dost û malbata wî sax be!
Ciyê Bavê Kawa buhişt be .
Serê milletê kurd sax be !
Nivîskar Besam Mistefa / Hewlêr
—————-
Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê-Partî
Malbata rehmetiyê birûmet
Gelê me yê kurd li Sûriyê

 

Bê guman, derdê jidestxistina mirovekî dilsoz û wefadar û demoqrat, ku raya yê bermaberê xwe bi demokasiyeke here mezin digirt  weke rehmetiyê hêja û xebatkarê komîteya navçeyî ya Partî, û berpirsê nûsîngeha Maf li Hewlêrê Mihemmed Emîn Mihemmed Bavê Kawa ..derdekî giran e, nexasime ku min bi mirina Bavê Kawa di rûdana trafîkiya xeddar de li ser riya Hewlêr-Pîrmamê bira û hevalekî here nêzîk ji dest da .
Helbet, ez li vir sersaxiya xwe tevî ya gelê xwe û malbata rehmetiyê hêja dikim, û di derbarê mirina ku li pêşiya her mirovekî ye, tenê dilovaniyê ji rehmetî re dixwazim û xwedê dilê gel, dost û malbata wî rehet bike .
Serê milletê kurd sax be !

 

Hunermend Kamîran Ibrahîm/Hewlêr
11/2/2007

—————
Malbat , dost û hevalên ,  şehîdê nemir , Mihemed Emîn Mihemed ,
Serokatiya / PDK/ ê li Sûriyê ,
Hezkerên mirov û mirovahîyê …
1
ê sibata Hewlêrê û 12 Adara Qamişlo , hevcêwîyên hevin , di navbera wan de , birayetiya xak û xwînê hatiye tomar kirin , li şûna xwîna Şêrên leheng û xortên ciwan kaj û sipîndar şînhatine .
Qederê , kekê Mihemed Emîn Mihemed ji pêvajoya vî karwanê nemir , bê par nehişt , ew pêvajoya ku di jiyana xwe de , mîna Kurdperwerekî leheng dabû ser , di koçkirinê de jî , her ew ma li pey doza vê pêvajoya pîroz  .
Bi pênûsa xwe , bi çalakiyên xwe , bi mirovahiya xwe , qêrînên welat û miletê xwe li ser milekî danî , û li ser milê din , kefenê zilim û zor û setemkariya dijwar  hilgirtibû .
Bi dilekî birîndar em ji we re dibêjin :
Bela serê we saxbe , em di wê baweriyê de ne , ku mirovên mîna kekê Mihemed Emîn Mihemed , li nav miletê xwe wê zindî be , ne mirî be …
Ji xudanê dilovan bi hêvîne ku cihê kekê Mihemed Emîn , û hemû şehîdên Kurdistanê , şehîdên rêka felat û azadiyê , rêka tenahî û mirovahîyê ,  buhişta ezel be .
Careke din serê we saxbe , di gel rêz û silavên gerim …
Xuşka we
Bêwar Brahîm
Nûnera navenda / PEN / a Kurd , li Başûrê-Rojavyê wlêt
Qamişlo
12 / 02 / 2007

——————-
Bi dilekî kul u xemgîn, min nuçeya mirina berêz Mihemed Amîn bavê Kawa bihîst.
 Bi rastî , çûna berêz ser dilovanya xwe di vê demêde, dorandineke,xesareteke mezine ji tevgera kurd re, u ji dost û hevalên wî di Hevgirtina Gelde, u di Parti de.
 Silav li canê şehîd re, u sersaxî ji malbata wîre.
 
 DR.Gamcheed Abdul Kareem
   POLONYA
——————-
Birayên hêja:
Serkird û endamên Partiya Demoqrata kurd li Sûriyê ( Alpartî )
Rêxistina Mafê ya kurdî (Maf)

Bi dilek kul û kovan me nûçeya koçbarkirina nivîskar û siyasetmedarê kurd  Mihemed Emîn Mihemed, di bûyereka tirafîkê ya diltevzîn de, li ser rêya di navbera Hewlêr û Pîrmam de, bihîst .
Em bi navê Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî, xwe hevxemê we di vê rûdana diltevzîn de, dibînin. ji ber koçbarkirina wî di vê qûnaxa nazik û hestyar de, ji alîkî ve ziyaneka mezin gihande tevgera siyasî û rewşenbîrî li Rojavayê kurdistanê û ji aliyê dî ve çûna wî di vê dema zû de, zirareka mezin gihand binemala wî û birîneka kûr di jiyana wan de hêla .
Mihemed Emîn Mihemed wek ku me nasdikir nivîskar, rewşenbîr û çalakvanekê mafê mirovan yê çeleng û jêhatî bû, kar û bizavek berçav di warê berevanîkirin û parastina mafên mirovan de, dikir û herweha ked û berhemek berketî di warê geşkirin û rêxweşkirina çanda kurdî de jî, dida .
Dawiyê em serxweşiya we û binemala xwedê jêrazî dikin û  ji xwedayê mezin dixwazin ku serbir û hedarê bidê heval,hogir, kes û karên wî.
 cihê wî di nav qencên xwe de xweşbikê û wî bi bûhişta xwe ya pîroz şabikê .
Dêrika Hemko 11-2-2007 ê z
Guropa Dêrikê ya çanda kurdî

———
Şînî
Bi dilekî xemgîn me nûçeya mirina endazyar Mihemed Emîn Mihemed bihîst, koçkirina çalakvanekî hêja wek Bavê Kawa miletê kurd tevde pê êşiya, sed heyf li xortaniya wî.. ez bi navê xwe û bi navê dezgeha Semakurd li Dubey sersaxiyê ji malbata wî û ji miletê kurd re dixwazim.. hêvîdar im Xwedê wî bi dilovaniya xwe şake û buhiştî be..
12/2/2007
Arif Remezan
Berpirsê dezgeha Semakurd li Dubey
————
Bi navê Yezdanê dilovan
Bi dilekî tevde ahîn û êsh min mirina çalakvanê kurd Mihemed Emîn Mihemed bihîst, ev qedera resh gelekî xemgîn kirim, bi rastî jî birayê delal zû bû.. bîranînek di dil de ma li kurdistanê me hev dît; lê mixabin zû xatir xwest..!!
Sersaxiyê ji malbata wî û ji gelê kurd re divêm..
Dubey
11.2.2007
Helbestvan: Ezîz Xemcivîn
——–
BI NAVÊ YEZDANÊ DILOVAN
bi dilekî tev êsh û kul me nûçeya mirina çalekvanê mafê mirovan  mihemed emîn mihemed bihîst….
bi vê rûdana xemgîn ez sersaxiyê ji malbata wî re dixwazim..
hêvîxwazim ji yezdanê dilovan buhishtî be
11.2.2007
HELBESTVAN: AHÎN ZOZANÎ

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…

Burhan Hesso

Du Baskên min in,

Tu î
û
Helbest …
Berê, ez xewna Tîrkekî bûn
Di malzaroka Kevan de
Kevloşkî,
Xûz,
Çimandî,
Kewş…
Xwe dispart, tîbûna Kerwankî lal !
Ba,
Mîna Silava Peyxamberan
Xav ,
Dibişivîn Hinarên, hinartî xwelya şikestinan
Xav , dibuhurî bixêrîkên pirsan
Têperên Regezan, Qalûnên Qitranê dikşandin ,
Sehên Barîk
Ji Mitêlên Ûcaxan desmêj digirtin
Kendavên hilmirastî, Kindir dadihijtin dûmahiya Henasên min
Li ser pîkoliya min
Qirix diçû Ava
Serek…

Rêber Hebûn

Di roja 11ê Tîrmeha 2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li Düsseldorfê êvarek awazê ya bi navê “Şevbêrkeka Hunerî” li dar xist.
Ev çalakî bi dengbêjî û awaza kurdî ya hunermend zanyar: Hisên Bilal hat xemilandin

Rêvebirina civînê ji aliyê nivîskar Rêbar Habûn ve , rêvebirê Destpêşxeriya Kombûna Zanyarên Azad,…

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…