BEHÎNAME

herdû nivîskar, Siyamend Brahîm û xanima wî Orkêş li Girûpa Girkê Legê bûn mihvan

 

Girûpê girkê legê yê rewşenbîrî Li roja înê rêkeftî 9/2/2007 û bi amedebûna Kesayetên rewşenbîrî û siyasî û rojnamevanî Nivîskar û rojnamevan Siyamend Birahîm Xwedî û berpirsyarê govara ASO ya rewşenbîrî Bi hevjîna xwere helbestvana kurd Orkêş Birahîm Li Grûpê Girkê legê yê rewşenbîrî bûn mêhvan
Di despêkê de orkêş çend helbestên xweş û delal bi dengekî nazik û şêrîn tijî hestên kurdayetî .
Ji jîwarîke hişk û aloz derxistin û xwendin Paşê mamosta Siyamend Birahîm bi gelemperî Li ser rewşa rojnamevaniyê axivî bi teybetî Rojnamegerya kurdî , û da xuyakirin ku erk û sitûbariya rojnamevan ewe ku pênûsa milletê Xwe bê ,û anî ziman ku ta vê kêlîkê rojnamevanek bi nav û deng li herêmê bi teybetî li sûriyê derneketiye , ji ber ku rojnamevanî bi azadiyê ve Girêday ye , her wiha Siyamend li ser rol û Bandora anîna yekem çapxane li rojhilat bi teybetî Li bajarê Helebê sala 1702 z axivî û li ser hat
Gengeşekirin Paşê mamosta Siyamend bi dirêjahî li ser rewşa rojnamegerya kurdî rawestiye , mîna rojnameya KURDISTAN 1898 li Qahîre , û çiyayê kurmênc 1915,Hawar 1932 , û da xuyakirin ku ev rojname tev bi şêweyekî fermî di hatin derxistin û belavkirin , lê paşê ji aliyê deshilatdariya sûriyê ve hatin qedexekirin , Siyamend egerên rawestandina HAWARê; da xuyakirin û go min ji Apo Osman Teqezkir ku yek ji egerên serekî ji rawestandina HAWARE ewe ku nakokiyên diravî di navbera Apê Osma û mîr Celadet de peydabûn , û ji encama Wê jî hijmarên dawî ji HAWARê bi lewazî derketin û bi vî rengî jî HAWAR kutabû ,dûvre li ser rewşa govarên kurdî axivî wek gelawêj , gulîstan, zanîn, , , , , û ASO anî wek nimûne ,û astengiyên jiyana xwe ya diravî derbarî derhênan û belavkirna ASO yê da xuyakirin , û go min zêrê hevjîna xwe Orkêş firotin ji bo ez hejmara 12 yê ji ASO derxînim ,û ta vê kêlîkê ez di xaniyê kirê de me , tevî çar nivîskarên ASO çûn li ser dilovaniya xwedê ez hîna berdewamim û ezê berdewam bim jî Di gel serkutkirina rewşenbîran ji aliyê deshilatdariya sûriyê ve , û ta niha yek ji partiyên Sûrî piştgirya Aso ne kirye , û bi ser vê yekê de jî Gelek êrîşî wê di kin û; li dawî hejmara 13 ê ji ASO hat belavkirin, Û bû cihê kêfxweşya tevaya mêhvanan .


Berhevkirin û amadekirin Girûpê girkê legê yê rewşenbîrî

în 9/2/2007

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…