Gotar

Dibistana Barzanî û Sê Îlonên Çarenivîsî: Şoreş, Referandûm û Yekkirin

EBDILBAQȊ ELȊ
Di 11ê Îlona 1961ê de, Mela Mistefa Barzanî li çiyayên Barzanê şoreşek ragihand ku dîroka Kurdistanê guhert. Di 25ê Îlona 2017ê de, mîlyonan Kurd derketin ser sindoqan û bi dengê xwe ragihandin ku Kurdistan hêjayî serxwebûnê ye. Di 21ê Îlona 2026ê de jî, Serok Nȇҫȋrvan Barzanî li ber çavên fermandarên Pêşmerge yekbûna hêzên Pêşmerge di bin sȋwana Wezareta Pêşmerge de ragihand. Sê bûyer, bi dehan salan ji hev dûr, lê di yek tayȋ de tên rêkxistin.
Tiştê ku van bûyeran bi hev ve girêdide ne tenê hevdemiya wan di meha Îlonê de ye, lêbelȇ mantiqa hundirîn a Dibistana Barzanî ye. Dibistana ku di sedsalan de bi têkoşînê hatiye avakirin, li ser sê stûnan radiweste: baweriya bi Xwedê, evîna welat, û hevjiyana aşitiyane.

Biryara rȗbirȗbȗnȇ ji dilê Barzanȋ yê Nemir ne biryareke ji nişka ve bû, belê berhema kombûna binpêkirina peymanan bû. Piştî şoreşa 14ê Tîrmeha 1958ê, hêviyek di dilê gelê Kurd de çêbû ku qonaxeke nû ya hevkarî û naskirina mafên neteweyî dê dest pê bike. Mistefa Barzanî vegeriya Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê destûr ji bo xebat ȗ karê siyasî wergirt. Lê Ebdilkerîm Qasim zû sozên xwe yên li ser mafên neteweyî yên Kurdan xera kir. Ev bû sedem ku rêberiya partiyê berê xwe bide çiyayan û di 11ê Îlona 1961ê de şoreşa gel a mezin rabigihȋne.

Şoreşa Îlonê ne tenê têkoşîneke çekdarî bû, lê vejîna gelekȋ bȗ ku red kir ku zindî di bin xweliyê de were veşartin. Slogana wê ya sereke ev bû: “Demokrasî ji bo Iraqê, xOtonomî ji bo Kurdistanê.” Ev gotin nîşan dida ku çareseriya pirsa Kurdȋ nikare ji demokrasiya Iraqê veqetandî be. Ev taybetmendiya neteweyî ya berfireh bû ku şoreş bi xwe re anî, Ȗ bȗ sedem ku şoreş pîvanek ji daxwazên neteweyî yên teng derbas bike.

Di warê civakî de, cudahiyên Ȇl û Ҫînan di bin ala Pêşmerge de heliyan; cotkar, zanyar û helbestvan bûn hevrêyên çek ên ku pariyek nanê hişk û xewna azadiya herî bilind parve dikirin. Di warê leşkerî de, şoreşê nîşan da ku vîna xwert dikare artêşên mezin têk bibe, ji ber ku Pêşmerge bi çekên xwe yên sivik karî li ser desthilatdariyê fișarȇ bike ku were ser maseya danûstandinan.
ȗ karȋ serkeftineke ramyarî ya herî berbiçav qizic bike ku Peymana 11ê Adara 1970ê bû wek yekem naskirina fermî ya nivîskî ya mafên yasayî yên gelê Kurdistanê, û bingeha makezagonî ya paşê qewareya federal li ser hat avakirin.

Şoreşa Îlonê tenê li Kurdistana Iraqê sînordar nebû, lê bandora xwe li ser têkoşerên Kurd li beşên din ên Kurdistanê jî belav kir, ku bû çavkaniya hêzê û îlhama qonaxên paşerojê yên têkoşîna rizgarîxwazî ya Kurdî, û ji serhildaneke çiyayî veguherî bo stûna bingehîn a mayînde ji bo destkeftiyên makezagonî û ramyaî yên ku Herêma Kurdistanê bi wan şanaz e.

Serok Mesûd Barzanî di vê şoreşê de roleke girîng hebû. Di 20ê Gulana 1962ê de, wekî ciwantirîn Pêşmerge beşdarî şoreşa Îlonê bû. Tevî temenê xwe yê piçûk, wî roleke mezin di tomarkirina serkeftinên dîrokî de lîst. Wî xwendina xwe ya navîn berda û beşdarî şoreşê bû, da ku piraniya rojên xwe yên ciwanîyê di rêya armanca ku rêberiya tevgerê danîbû de derbas bike: pêşî Otonomî, paşê federalîzm di çarçoveya Iraqa demokratîk a yekbûyî de.

Piştî dehȇn salan ji têkoşînê, pirsa Kurdȋ gihîşt xaleke din a girîng di 25ê Îlona 2017ê de. Serok Mesûd Barzanî biryar da ku referandûma çarenivîsê pêk bîne, tevî hişyarî û gefên Iraqî, herêmî û navneteweyî. lȇ biryar ne ji nişka ve bû, belkȗ berhema rêwîtiyeke dirêj a xwestina mafên yasayî bû ku makezagona Iraqê ya 2005ê ew garantî kiribû.

92.73% ji beşdaran bi “Erê” deng dan serxwebûnê, bi beşdariya 72.16% ji dengdêrên tomarkirî. Ev cara yekem bû di dîroka Rojhilata Nûjen de ku beşek berbiçav a Kurdan derbirîna mafê xwe yê neteweyî yê çarenivîsê kir.

Referandûm ne daxwazeke ramyarî bû, belê debirȋna vîna gelekî bû ku bi sedsalan di bin pûçkirin, pişaftin, marjînalîzasyon û înkarkirinê de jiyabû, ȗ tevî encamên dijwar ên ku li pey hatin wek girtina balafirgehan û windakirina herêmên nakokî, ew destkeftiyek û nîşaneke cudakar di dîroka Kurdî de ma, û belgeyeke zindiye ku vîna Kurdan ji bo serxwebûnê derdibire, û ji cîhanê re radigihîne ku Kurd gelekek e serxwebȗnê dixwaze.

Bûyerên paşerojê, nemaze ên piştî referandûmê yên bi êş, nîşan dan ku bîrdoziya Barzanî ne tenê axaftineke teorîk bû, belê ew bû Amûra Parastinê û Vana Ewlehiyê di rûbirûbûna şikestin, tȇkҫȗnan û hewldanên perçekirinê de, ji ber ku Serok Mesûd Barzanî li prensîbên diyalog û vekirîbûnê giredayî ma, û piştrast kir ku çareserî nikarin leşkerî an jî dûrxistinî bin.

Piştî pêncî û şeş salan ji şoreşa Îlonê, û piştî neh salan ji referandûma serxwebûnê, serkeftina sêyemîn hat: yekbûna hêzên Pêşmerge di bin fermandariya Wezareta Pêşmerge de, ku di 21ê Îlona 2026ê de fermî hate ragihandin.

Pêşmerge ne tenê hêzeke leşkerî ye, lê pergaleke parastina neteweyî ye ku rehên wê dirêj dibin heta parêzvanên sînor ên eşîrî di dawiya sedsala 19emîn de, û bi zelalî bi şoreşa Eylûlê re di 11ê Eylûlê ya sala 1961ê de di bin rêberiya Nemir Mistefa Barzanî de dirȗv girt ȗ bȗ hêzeke organîze ya bi projeyeke Neteweyî.

Vê hêzê şerên çarenivîsî kirin: ji şerê gerîla li dijî rejîma Be’sê, heta berxwedan li hemberê kampanyaya Enfal û bombardimana kîmyayî ya Helebceyê, heta serhildana gel a 1991ê, heta şerê li dijî DAIŞê piştî 2014ê ku “efsaneya DAIŞê şikand” û “Pêşmerge berê xwe da Kobanî ji bo parastina wê”.

Lê dabeșbûn di nav rêzên Pêşmerge de ji nîvê salên 1990î ve birîneke xwînrij bû, di dema şerê navxweyȋ de dema ku “Yekîtiya 80” ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê li Hewlêr û Duhokê, û “Yekîtiya 70” ji bo Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li Silêmaniyê hatin avakirin.

Hewldanên yekbûnê bi salan dest pê kiribûn, lê rastî astengiyên ramyarî û ewlehiyê yên kûr hatin: girêdana saziyȇn leșkerȋ bi partiyan ȗ berjewendiyȇn wan ȇn teng ve, nebûna baweriya bi hevdȗ.

Di sala 2016ê de, pêvajoya reformê di Wezareta Karûbarên Pêşmerge de bi rêberiya Serok Mesûd Barzanî dest pê kir. Di 21ê Îlona 2022ê de memorandûma têgihiştinê di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) de hate îmze kirin ji bo piştgirîkirina pêvajoya reforma sazûmanî, û ev xaleke veguherînê ya girîng bû.

Piştî salan ji xebatê, yekkirin qediya, û saziyȇn leșkerȋ di nav sazȗmaneke nûjen û yekgirtî de hatin danîn ku li Wezaretê di operasyon, perwerde, fermandarî û kontrol, medya û rêveberiya darayî de girêdayî ne. Bi vî awayî, xewna ku nifşan ji bo wê têkoşîn kirin û şehîdan canên xwe dan, bû rastî, û Pêşmerge ne ma hêzeke partî, belê bȗ hêzeke neteweyî ji bo parastina Kurdistanê.

Paşê Serok Mesûd Barzanî rêwerznameyeke biryardar da, û pêvajoya reformê di Wezareta Karên Pêşmerge de di 2016ê de bi rêwerznameya wî dest pê kir. Piştî “çar salan xebata berdewam û civînên bênavber”, pêvajoya yekbûn û ji nû ve organîzekirinê temam bû, û hemû teşkîlên leşkerî bi fermî di nav avahiyeke nûjen û yekgirtî de hatin bicihkirin ku bi Wezareta Karên Pêşmerge ve girêdayî bû, di warên operasyon, perwerde, fermandarî, kontrol, medya û rêveberiya darayî de jî.

Çi van bûyeran bi hev ve girêdide? Bersiv di mantiqa Dibistana Barzanî de ye. ev dibistana ku nirxên sofîtiyê yên ku nefsê ji ezîtîyê azad dikin, bi mîrata şoreşgerî ya ku fedaîkirinên bêhejmar ên xwîna şehîdan di nifşên peyhatî ve nimandine, li hev civandine. Ew qet tenê îdeolojiyeke partȋtî nebû, lê projeyeke berfireh bû ji bo avakirina neteweyê.
Şoreşa Îlonê xala destpêkê bû: dema ku Barzaniyê Bav ragihand ku Kurd gel e û xwedî mafên ku bi demê re nayên betalkirin e.
Peymana 11ê Adarê bû bingeha destûrî: nasîna yekem a mafên neteweyî. Referandûma 2017ê bû tacîkirina demokratîk: dema ku gel bi vîna xwe ya azad derbirî.
Û yekkirina Pêşmerge garantîya pratîk e: saziyeke parastinê ya yekane ku destkeftiyan diparêze.

Lê têkilî di navbera van bûyeran de ne xêzî ye, lê hevbandor e. Şoreşa Îlonê ne mimkun bû eger komkirina têkoşîna Barzanî di salên 1930î û 1940î de tunebûya. Referandûm ne mimkun bû eger destkeftiyên destûrî yên piştî 2003ê tunebûna, ku ew jî berhema têkoşîna şoreşa Îlonê û peymana Adarê bû. Yekbûna Pêşmerge jî ne mimkun bû eger pêgehiştina siyasî ya ku rêberiya Kurdistanê piştî tecrûbeya referandûmê û dijwariyên wê bi dest xistibû tunebûya.

Û li vir hikmeta Barzaniyê ye: têkoşîn projeyeke stratejîk a dirêj e ne zincîreya bertekên berevajî; û Serok Mesûd Barzanî, ê ku ji biçûkatiyê ve bi prensîbên neguhêrbar ên dibistana baweriya Barzanê hatibû perwerdekirin, ne tenê di qonaxan de rêber bû, belê hilgirê projeyê bû ji nifşê şoreşê ber bi nifşê avakirinê.

Wî di bîranîna 65emîn a şoreşa Îlonê de got ku şoreş ji vîna takekesê Kurdistanî û rûmeta wî û baweriya wî bi xwe derket, û bû bingeheke hişk ji bo berdewamkirina têkoşînê li dijî zilm û zordariyê.

Ev gotin Dibistana Barzaniyê kurt dikin: ku rûmeta kesane bingeha têkoşîna komî ye, û ku şoreş ne bûyereke derbasbûyî ye, lê bingeheke qayȋm e ku li ser tê avakirin.

Dema ku piştî referandûmê serxwebûn ne mimkûn bû, rêberȋ ne hilweşiya, lê derbasî avakirina sazûmanî bû, û dema ku yekkirina Pêşmergeyan bi dehsalan ne mimkûn bû, wê armanc berneda heta ku pêk anî.

Her sal di bîranîna şoreşa sala 1961ê de Kurd vedigerin bîranîna şoreşê da ku hêzê bistînin, lê Eylûl nû dibe: Eylûla sala 1961ê şoreşa çekan, Eylûla sala 2017ê şoreşa sindoqê, û Eylûla sala 2026ê şoreşa saziyê. Bîranîn li ser bîra Kurdî pêşbaziyê nakin lê kom dibin da ku nasnameya neteweyeke ku xweradest neke ava bikin; şoreşê rewaetiya têkoşînê da, referandûmê rewaetiya demokratîk da, û yekkirina Pêşmergeyan rewaetiya sazûmanî dide. Û eger şoreşê şiyana Kurdan a berxwedanê piștrast kir, referandûmê şiyana wan a xewnê piștrast kir, yekkirina Pêşmergeyan jî şiyana wan a avakirinê piștrast kir. Û ev peyama dibistana Barzanî ye: têkoşîn bi serketineke tenê nayê dawîkirin, lê di her nifşê de bi amûrên xwe û bi heman armancê berdewam dike: Kurdistana azad û rûmetdar.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…