Gotar

Xelatwergira Pirtûka Elmanî 2026 keçeke Kurd a Rojhilatê Kurdistanê ye.

Tengezar Marînî

Șeyda Baziyar – Die Lücken / Valahî

Helbestvaniya Windabûnê

Di nivîsên nivîskar a Elman, ya bi regez ji Kurdên rojhilatê Kurdistanê, Șeyda Bazyar de, dîrok ne li wê derê dest pê dike ku tê vegotin, belê li wê deverê ku tiştek kêm e, tune ye an hatiye jibîrkirin. Romana wê „Die Lücken“ me dibe gundê xeyalî Heimesbach li Hunsrückê, ku bi Hermeskeil, cihê ku Baziyar lê mezin bûye, têkildar e.

Heimesbach ne tenê cihê jiyanê ye; ew arşîva bîranîn û tunebûnê ye. Xanî nav û şopên kesên ku êdî li wir tune ne diparêzin; çîrok di nîvê rê de qut dibin û tiştê winda wekî şopekê di bîra cihê de dimîne. Baziyar, ku di sala 1988an de wek keça penaberekî rojhilatî Kurdistan ji dayik bûye, xwendina xwe ya Nivîsîna dahênane li Hildesheim xwendiye, biyografiya kesane bi dîroka siyasî û civakî re dike yek.

Roman birînek û kevaneke dîrokî ya nêzîkî sed salan vedike: ji serdema Naziyan heta îro. Di navenda wê de çîrokên malbatên cihû hene, ku rastî şopandin, desteserkirin û tunekirinê hatine. Di heman demê de, roman kesên ku ji vê zulmê sûd wergirtine jî nîşan dide. Paşê malbatên kurd û îranî derbasî vê qada bîranînê dibin. Hatina wan ne tenê jiyana îroyîn a gund diguhezîne, lê dembuhuriya wî jî ji nû ve dixe ber pirsan.

Qelș/Valahî di romanê de ne tenê metaforek e; ew dibe bingeha forma wêjeyî ya romanê. Baziyar ji tiştên nehatiye vegotin, nehatiye tomarkirin û ji bîra hevpar a civakê hatiye derxistin re dinivîse. Ji ber vê yekê roman pirsên girîng dide ser mêza xwendevan î:

Kî di dîrokê de tê bîranîn, û kî ji wê tê derxistin?

Demabuhurî di nivîsa Baziyar de ne tiştekî bidawî û qediyayî ye. Ew perçe-perçe ye, dagirtiye ji bêdengî û valahiyan; lê bixwe ji ber vê yekê di îro de dîsa zindî dibe û dimîne.

Yek ji taybetmendiyên herî balkêş ên romanê vegêran û vebêjiya yekî mirî ye. Ew ji derveyî rêza asayî ya demê vedibêje û demên cuda li hev dixe. Dîrok êdî ne li ser xêzeke rasterast bi rê ve diçe, lê qadeke ku rabirdû û îro di heman demê de li hev tên. Deng, nifş û dem di rêç û rêbazeke pir-dengî û kaleîdoskopîk (kaleîdoskopîk“ tê wê wateyê ku tiştek ji gelek perspektîv, deng, wêne an qatên demê yên cuda pêk tê; ev parçeyên cuda her dem guhêrbar in û bi awayên nû bi hev ve tên girêdan) de li hev vedigerin.

Ziman wekî qada bîranînê

Bazyar zimanê xwe li gorî dem, cih û ezmûnên mirovan diguhezîne. Dengê vegêranê yek reng namîne; ew bi şertên civakî û dîrokî re diguhere. Ji ber vê yekê ziman bi xwe dibe hilgirê dîrokê.

Dîrok tenê nayê vegotin; ew bi ziman dîsa tê avakirin û dibe beşek ji îro. Bazyar nivîsandina edebî bi lêkolîna dîrokî re dide hev. Rastiya dîrokî û xeyala edebî li dijî hev nayên danîn; berevajî vê yekê, ji hev re hêzeke nû diafirînin.

Di romanê de têgeha welêt jî ji nû ve tê nirxandin. Heimesbach di heman demê de welat e, cihê sûc, cihê bîranîn û cihê jibîrkirinê ye. Welat ne cihêkî bêkêmasî û aram e, lê qadeke bîranînê ye, ya têkoşîn û nakokiyan e.

Kesê ku îro li vî gundî dijî, bi zanîn an bê zanîn, di nav çîrokên wan kesan de jî dijîn, ku berî wî li wir jiyane. Ji ber vê yekê koçberî ne ketina kesên derveyî di nav dîrokeke temam de ye; ew dibe beşek ji dîrokeke ku ji destpêkê ve bi tevger, windabûn, derxistin û guhertinê hatiye çêkirin. Di vê çarçoveyê de, xelata Deutscher Buchpreis=Xelat a Pirtûka Elmanî ya sala 2026 dikare wekî pejirandina nivîsarekê were dîtin ku forma hunerî û berpirsiyariya civakî li hev dixe. Desteya pejirandinê/Jûriyê Die Lücken/ Valahî wekî „romanekê li dijî bêhestiyariyê“ binav kiriye. Baziyar ne waneya dîrokê dide; ew bi perspektîvên cuda, perçebûn, pirrengiya deng û hêza valahiyê dixebite. Ji ber vê yekê Die Lücken dibe helbestvaniya bîranînê:

Ne her tişt dikare were vegerandin. Lê tiştê ku hatiye windakirin dikare dîsa were dîtin û bibe deng.

Di dawiyê de, roman ne çîrokeke girtî, lê qadeke vekirî dihêle: qadeke tijî deng, şop û dabirînên ku tê de bêdengî bi xwe dest bi vegotinê dike.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Sînorê Koçkirinê

Rewan Oso Li ber sînorê koçkirinê di bin tirsa çûyîna bê veger de, dayîkên Kobanî hêsirên xwe û zarokên piçûk yên ko…

RÊBERO

Ehmed Tahir Rêbero ma çi ji te kême ev qelsbûna te ji bo çiye kurd dibêjin ê xwe bike ga divê cot…