Burhan Hesso
Du Baskên min in,
Tu î
û
Helbest …
Berê, ez xewna Tîrkekî bûn
Di malzaroka Kevan de
Kevloşkî,
Xûz,
Çimandî,
Kewş…
Xwe dispart, tîbûna Kerwankî lal !
Ba,
Mîna Silava Peyxamberan
Xav ,
Dibişivîn Hinarên, hinartî xwelya şikestinan
Xav , dibuhurî bixêrîkên pirsan
Têperên Regezan, Qalûnên Qitranê dikşandin ,
Sehên Barîk
Ji Mitêlên Ûcaxan desmêj digirtin
Kendavên hilmirastî, Kindir dadihijtin dûmahiya Henasên min
Li ser pîkoliya min
Qirix diçû Ava
Serek diçû , Yek dihat
Qeyik dikûrahiya higavande diçikya
Av di nimayişande werdidan
Wesmên min bi rewrewkan distiran
Bi Dûman
Kadû a Şewata Mitêlan, dihizrên min werdidan
Milên min dikurisandin
Pîkên min dikolan û
Dewlên Qinyatê dadigirtin ,koçî jibîrkirinê dikirin
Damarên min dibûn Mar
Tupkên Xwîna min dikirin Selkên meyandina Gulûrkên Payizan
Lê ew ji Qunax diketin
Û min
Dibin xwe re
Li wan
Dinêrî !.