Ez û Sêyemîn Festivala Raman

Konê Reş

 Wek ku diyar e Kurdistan bi erdnîgaeriya xwe, cil û bergên welatiyên xwe û zimanê xelkên xwe di nav xelkên cîhanê de tê naskirin.. Neyarên wê jî, ev yek naskirine û bi rêk û pêk şerê zimanê Kurdî kirine û dikin.. Di vî pêvajoyê de, ji şopandina min ji kovara (Raman) re, dibînim ku li heyfa ziman û rewşenbîriya me digere.. Li nasnameya me a netewî xwedî derdikeve.. Ev kovara ku ji dor 30 salî ve ziman û rewşenbîraiya diparêze.. Kovara Raman; kovara Al-Arabî ya Kuwaitî, ewa ku Dr. Ahmad Zekî di sala 1958an de serkêşiya wê dikir û li cîhana Erebî bi tevayî dihat belavkirin, anî bîra min… Di vê derbarê de ez mamoste (Azad Abdulwahid) ne kêmî Dr. Ahmad Zekî û kovara Raman ne kêmî kovara  Al-Arabî dibînim.. Ji 20 salan ve ez vê kovara Raman dişopînim, min baş fêde jê girtiye..

Dilşad û bexetwer bûm ku min jî wek heval û hogirên xwe ji her çar perçeyên Kurdistanê û dervî Kurdistanê beşdarî di (Sêyemîn Festivala  Raman) de li Hewlêra paytext kir û çav bi nivîskar, wêjevan û hunermendên Kurd ketim û ji nêzîk ve min ew nasdkirin.. Wek nimûne, min hunermenda kurd (Aslîka Qadir), di vê festîvalê dît. Eva ku ji dor 60 salî ve min li dengê wê û strana (Welatê me Kurdistan e..) guhdarîkiriye û eşqa Kurdistanê ketiye dilê min de û wiha pêre mezin bûme..!

Di baweriya min de ev festîval du qolî bû; hem festival kovara Raman û rewşenbîriya Kurdî bû û hem festival hevdîtina nivîskarên her çar perçeyên Kurdistanê û surgûnê bû..  Ez bi kêf û şahî hatim û bi kêf û şahî zîvirîm mala xwe li Qamişlo… Ji dil û can spasiya rêveberên festîvalê dikim û hêviya berdewamiyê ji wan dikim..  

Konê Reş/ Qamişlo 22/12/2025

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Sûriyê, piştî salên dirêj yên şer, parçebûn û wêrankirinê, derbasî qonaxeke pir hestiyar bûye, qonaxeke ku dê rengê dewletê û paşeroja têkiliyê di navbera pêkhatiyên wê de ji bo salên pêş de destnîşan bike, ku ji hemû aliyan tê xwestin ku ji mentiqê serdestî, mandelkirin û tunekirinê derbasî mentiqê lihevhatinê û avakirina dewletê bibin….

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…