Hilbijartinên 2025an û Lîsteya 275an

Konê Reş

  Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye..  Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe li dor lîsteya 275an bidin hev û bisekinin xewna Hejar, Sebeî Botanî, Cegerxwîn, Nalî, Hacî Qadirê Koyî, Salihê Yûsrî pêk tînin.. Ev lîsteya ku xwediyên wê ji berî 100 salî ve di berxwedanê de ne.. Ji sala 1961ê ve tivinga Berno sembola wa ye… Ji 30 salî ve di têkoşîn û bizava amadekirina kadroyên dewleta Kurdî de dixebitin.. Tevî zehmetiyên siyaseta Rojhilata Navîn û neyartiya dewletên ji çarhawêr ve.. 

  Lîsteya 275an ne tenê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye, ya tev kurda ye.. ya tev kurdên Kurdistanê ye.. Ev partiya ku navê wê û Barzanî bi hev re hatine hunandin.. Anku ya wan kurdên ku Barzanî xewn û xeya wa ye.. Çi li Başûr bin, Bakur, Rojhilat û Rojava bin..

  Di baweriya min de hêza cemawerên kolanên Kurdistanê ji hêza partiyên ku li pêşberî (PDK) dibin kelem mezintir e.. A din, li gor rewşa herêma Kurdistanê û neyarên ku ji çar hawêr ve şerê wê dikin, nexasim piştî 100 salî ji peymana (Sykes Picotê/ 1916), pêwîste em tev dengê xwe, tevî dengê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û serok Barzanî bikin.. Di baweriya min de desthilatdariya Barzaniyan ji Kurdistanê re, qedera Kurda ye.. 

  Barzaniyên ku di nav dewletên dinyayê de, bi hewildanên xwe ji bo avakirina dewleteke Kurdî a demokrat hatine naskirin.. Barzaniyên ku ji sed salî ve, ji bav û kalê xwe ve li vê yekê geryane û xwe ji paş nedane alî.. Barzaniyên, ku dinya û alem serwextî çîroka perîşaniya gelê kurd û Kurdistanê kirine, ta pileyekê ku navê Kurdistanê û Barzaniyan bi hev re hatine hunandin.. Barzaniyên ku pirraniya xelkên her çar perçeyên Kurdistanê bi navê wan sûnd dixwin.. Barzaniyên ku ne heyranê serokatiya herêma Kurdistanê ne wek ku heyranê serxwebûn û azadiya Kurdistanê ne.. Barzaniyên ku hîn (Nîna), temam nekirine, em doza (Tirnîna), li wan dikin..?!

  Di vê rewşa hestyar de, eger em lîsteyan ji lîsteya 275an (PDK) çêtir û duristir bibînin, fermo şanî me bidin..!  Cihê daxê ye ku hîn Kurdistan bi şîr venebûye, em doza demokrasiya Swêsrastanê lê dikin! Bi hêvî me ku êdî nema kes karibe bi Kewên Kurdistanê nêçîra Kewan bike..! Û ev ewrê reş, yê ku roja îro, di asmanê Kurdistanê de xuya dike, bê zerer biferike..

  Ezbenî! Hêj em nebûne dewlet û neyarên me bi tundî şerê hebûna me dikin.. Bela partiyên me yên dijî hev, baş zanbin ku șerê wan dijî hev, şerê dijî azadî û serxwebûna Kurdistanê ye.. 

Qamişlo, 28.10.2025

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Gelî zarok / ciwanên delal û hêja, em wek weşanxane bi nivîskarê xwe ve, sersala we û malbata we, bi dil û can pîroz dikin!..

Xwendevanên delal û hêja, ji xwe hûn zanin ku romana dîrokî, ya bi navê Para Şêr derketîye. Niha li hemî pirtûkxane û li ser platformên înternetê ye:

<p...

Dr.Phil:Ebdilmecît Şêxo

Di hejmara sêhem de em tenê kanin sê gotaran bixwînin;1-(Şoreşa Kurd û daxwaza awtonomî bo Kurdistana nîvro(Îrqa),Soro,2-(Kurdistan û serxwebûn3-Kronolojiya nivîskarên Kurd li Kurdistana Bakur) Hemreş Reşo.

Herwisa jî di vir de (9)helbest hatine weşandin;1-(Rojî reşî şeşî Eylû) Kemal Fuad,2-(helbestek bê navnîşan)Hejar,3-(Sewaş ji Xwedê re. 4-Xwrok.5 -Axa welat) Hemreş Reşo.

<p...

Bi beşdariya hejmareke mezin ji nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen û nûnerên partiyên Kurdistanî û sendîkayên nivîskarên Kurd ji deverên cuda yên Kurdistanê û diyasporayê, Çaremîn konferansê Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Ewropa roja Şemiyê 27ê Çileyê Pêşîn “6ê Befranbar 2725” li Dusseldorf, Almanya, hate lidar xistin.

Di destpêkê de, rojnamevan Dilbrîn Şingalî bixêrhatina…

Mihemed Hemo

Ev çêroka ne tenê li ser Helbestvanekî nexwaş e, çîroka jineşêrekê ye ku bi dilovaniya xwe jiyan bi rê ve dibir û mala xwe jî kiribû hembêzek gerim ji dahûneran re, wek: Helbestvan, hunermend û ji merov dostan re. di demek ku pêwendiyên merov bi bercewendiya ve girêdayî bûn, Nazê…