Alîsa Amrîkî û Piskêlata wê ya Kurdî.. Roman:The Kurdish Bike – Piskilêta Kurdî

Nivîskar: Alesaa Lightbourne

Wergêr: Omer Resul

Buyer û serpêhatiyên romana *The Kurdish Bike – Piskilêta Kurdî* ya Nivîskara Amrîkî Alesaa Lightbourne piştî salên rûxandina rejîma Iraqê ne, taybet di sala 2010an de dema nivîskara romanê biryar dide serdana Kurdistanê bike û li wie dibe mamostaya zimanê Îngilîaî, li heman demê de kultûreke nû û civakeke cuda nas bike. Li wir ji bo çûnûhatina dibistanê piskilêtekî dikire, bi piskilêta xwe ya kurdî wisa bi nav kir bû, te dibe nav çolûçiya, gelî, sirûşt û gundewarên Kurdistanê,  jiyana xelkên wê deverê taybet jiyana jinan bi hemû hûrgiliyên xwe bi zimaneke sade û xweş û dûr ji siloganên siyasî nîşanî te dide. Dema yek vê romanê dixwîne hest bi wê yekê dike ku, wan kesyetiyên di romanê de yek bi yek ji nêzîk ve nas dike.

 Qehremana romanê Mêrel mamostayeke Amrîkiye û di temê xwe yê çilsalî de biryar dide jiyana xwe ya cîgir li Amerîkayê bihêle û berê xwe bide başûrê Kurdistanê li gunekî bê xizmetguzarî dûr ji bajaran mezin û bi kultûreke nû û di nav civakeke cuda de jiyana xwe derbas dike, Mêrel ne tenê jiyaneke cuda lê belê urif û adetên cuda dibîne taybet li ew nerîtên nîgatîv li himber jinan nasdike û bi çavê xwe dibîne çawe civak û serdestiya mêran zordariyê li bijardeyên jinan dikin, çawe bi darê zorê proseya zewacê bi keçikên temen piçtûn didin qebûlkirin, hewil dide alîkar be lê nikare rastî reftarên kevnar ên civakê dibe ku, bihêsanî nayên şikandin û dighe wê baweriyê ku, perpirsyaretî û dilbakî têra guhertina nerîtên xirab di civakê de nake ji ber ku, gehrtina civakê pêwîstiya xwe bi demê heye.

Romana Piskilêta kurdî behsa wan guhertinên civakî, pêşketina bînesaziyê di wê serdemê de dike, di heman demê xirecir û milmilaneyên darayî û bandora wê kêmbûna nirxê petrolê û encamên wê li ser jiyana rojane ya xelkê Kurdistanê, roman qet behsa mijara nakokî û milmlaneyên aliyên siyasî û paretiyan neke, dema mirov vê romanê dixwîne cenûsaîda enfalê ya Barzaniyan tîne bîra wî û ew karesatên bi serê Kurdan jî de hatine.

Roman ji refên weşanên Neqş e hatiye çapkirin û bi dîzayîneke ciwan û bedew hatiye çêkirin, roman ji 508 rûpelan pêktê û ji bo gelek ziman hatiye wergerandin.

Nivîskar û helbestvanê kurd Omer Resul ev roman ji zimanê Ingilîzî wergerandiye zimanê erebî.

Evîn Şikakî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…