Kara Wezîrê Êşo
Di malpera pressin.ifo da gotarek bi sernivîsa “Em ne kurdên Sovyetê ne, em kurdên Qefqasyayê ne!” ( https://pressin.info/kurdi/2034 ) hatibû weşandin, a ku li ser daxwîyanîyên Hejarê Şamil hatibû nivîsîn, ango ew vegotina daxwîyanîyên wî ne…
Meriv dixwîne û matma dibe!
Helbet, wek ku dibêjin, di cîhanê da çiqas mirov, ewqas jî nêrîn hene. Ango, ew camêra dixweaze xwe kê û ji ku bihesibîne, ew karê wî ye. Lêbelê hinek rastî hene, yên ku dîrokî ne, û mafê kesekî nîne, wan berovajî bike.
Belê rast e, îro jî di Adirbêcanê da hinek kes hene, yên ku dibêjin – kal-bavên min kurd bûne, lê ez ezerî me … Û eger mabesta Hejar ev in, belê ev demekê kurd bûne – kurdên Kafkasîyayê, yên ku êdî nînin.
Lê, eger, gotina Hejarê Şamil ev kurdên Kafkasîyayê ne (û, wek ku tê zanîn, yek ji wan jî ew bi xwe bûye!), wê demê divê ew hinek rastîyan li ber çavan bigire…
Belê, ji hêla erdnîgarîyê va kurd li Kafkasîyayê hê ji dema Împêratorîya Medyayê va hebûne. Heya nîveka sedsala X li herêmek a berfireh a di navbera Adrbêcana îro, Gurcistanê û Ermenîstanê da dewletek a Kurdên Şeddadî hebûye… Lêbelê, ew demekê bûye! Ew bûne dîrok, mirov dikare wan bi dîrokî binirxîne!
Ev pirsek a dinê ye!
Pirs di wê da ye, ka ew kurdên ku Hejar ji wan ra Kurdên Kafkasîyayê dibêje, çiqas hene û çiqasî kurd mabûne an îro jî mane… Li vira rastîyek li holê ye, ya ku ew camêra an nabîne, an jî naxwaze bibîne: pirs di wê da ye, ka, eger Yekîtîya Sovêtê pêk nehata û nînbûya, gelo, îro kitek ji wan kurdan hebûya?…
Binihêrin, piştî damezirandina pergala Sovêtê di Adirbêcanê da sala 1923-an li ser bingeha çar navçeyên kurdî – Laçînê, Kelbecarê, Zengîlanê û Qubatlûyê Herêma otonom a Kurdistanê tê damezirandin. Lê ji talabextan ra ew herêm heya sala 1929-an hebûna xwe didomîne: li ser bingeha guhartina sînorên navçeyan di Komara sovêtî ya Adrbêcanê da, di nava dîroka wê herêma kurdî ya otonom da xaleke çivir tê danîn… Û piştî wê her tişt tê kirin, ku şopa kurdî li wir nejî û nedome… Lê îro êdî bi dîrokî jî behsa hebûna kurdan di wê herêmê da nayê kirin. Ango, heya sîstêma sovêtî ya bi hêz jî nikaribû hebûna kurdan di Adirbêcanê da biparêze…
Di sînorên Ermenîstana Sovêtê da rewş cuda bû. Di dibistanên gundên kurdan da perwerdeya zimanê kurdî pêk dihat, weşana pirtûkan hebû, ji bilî wê rojnameya Rya teze bi zimanê kurdî dihat weşandin, di Radîoya Yêrêvanê weşanên kurdî pêk dihatin û kurdên tevahîya cîhanê dengê wê dibihîstin, di sazîya Akadîmîa Zanistî da beşê lêgerînên kurdî lêgerînên zanistî pêk tanîn, di zanîngeha Yêrêvanê da beşê kurdzanîyê hebû… Û kurdên Ermenîstana Sovêtê, bi taybet jî kurdên êzdî perwerde dîtin, pêş ketin, di nava wan da nexwendîtî hate hilanîn, kadroyên wan derketin: mamosta, nivîskar, dîrokzan, zanîyar, hunermend, endezyar, bijîşk, avakar… Û wê demê Ermenîstana Sovêtê bû navenda pêşketina ziman û wêje, dîrok, huner û çanda kurdî… Çend nivşê kadroyên netewî-sovêtî gihîştine, ew hemû berhemên pergala Sovêtê bûne û timê jî serbilindîya taevahîya kurd û Kurdistanê bûne.
Erê, rast e, eger mirov bi dîrokî di vê derbarê da biaxive, demekê bi erdnîgarî kurd li Kafkasîyayê mane, û ew jî wek gelên dinê kafkasî bûne – kurdên Kafkasêyayê! Lêbelê ev kurdên ku îro mane, ne ku bi saya kafkasîbûna xwe, lê rikî wê û bi saya pergala Sovêtê mane û îro hene. Sovêtê ne ku tenê kurd ji windabûnê rizgarkirin, lê wisa jî bingeha wêje, çand û hunera kurdî danî, bi sedan kadroyê cuda perwerdekirin. Piştî Şerê Cîhanê yê yekê kurd bi bingehîn penaber û malwêran bûn. Heya derfeta wan jî tunebûye, ku zarokên xwe bidin xwendinê. Kadroyên ziman, çand û dîroka kurdî yên yekem zarokên ji tevkujîya Împêratorîya Osmanîyê filitî û sêwî bûn, ku dewleta Sovêtê ew xwedî kirin, perwerdekirin, dan xwendinê û ji wan kadroyên netewî gîhandin. A, hema em navên çend kesan ji wan bîr bînin: Hecîyê Cindî, Casimê Celîl, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco û yên dinê. Yanê, çi dixwazim bibêjim, pergala Sovêtê kurd, wek milet, ji tunebûnê rizagarkirin, ew hemû nirxên hêja yên ku hene, hemû berhemên wê demê û yên berdewamîya wan in… Ev serdema rênêsansa wêje, çanda û hunera kurdî bû. Lê, ji talebextan ra, kurdên Adirbêcanê bi hêsane hatin bişavtin, helyan û di nava konglomêrata Adirbêcanê da winda bûn (eger wisa nînbûya îro gerekê derdorê 1,5 mîllîon kurd li Adrbêcana îro hebûna!).
Ji bo wê jî, bi dîtina min, divê îro kurd, û bi taybet jî yên xwe kurdên Kafkasîyaê hesab dikin, bi van daxwîyanîyê bê bingeh va mijûl bibin, di wê derbarê da serê xwe biêşînin, ka gelo çi bû sedem, ku, her çiqas ji hêla Yekîtîya Sovêtê va ewqas merc û derfet hatubûn amadekirin, û hemû gelan ji wê sûd wergirtin, û bûn xwedî ziman, wêje, çand û dîrok, lê piranîya kurdên Adirbêcanê (ji bilî yekî-dudyan!) bê nav û şop helyan û winda bûn…
Û, eger em îro di derbarê kurdên Kafkasîyaê da diaxivin, divê bi dilêşî bibêjin, ew bi wî awîyî bûn para dîrokê, lê ew, ên ku ji vê çarenûsa reş rizgar bûne, yên ku bi saya pergala Sovêtê mane û bûne xwedî nav – ew êdî kurdên Sovêtê ne!