Fewaz Ebdê
Li Kazaxistanê
Li gundekî bi siya Stalîn tozgirtî
Bi çavin bêbawerî
û bi devekî vekirî
mîna şikefteke efsûnî
ji nav rûpelên dîrokê reviyabe
bîrdankek ji bin berfê rabû
û xwe avêt himêza çîroka mim.
Ji dûr ve em dîtin
Kamera û amûrêm wênekêşanê bi me re;
Amûrên rizgarkirina ji jibîrkirinê.
Veciniqî.. çavan di serî de lîstin
Tirs jê difûriya
Di dil wî de em esker in!.
Em bi kurdî axivîn
Bayê kurdiya me ew kalemêr hejand
Xwe ber bi me ve çemkir û got:
“Hûn kurd in?!
Ma kurd qirr nebûne?! Stalîn dawiya wan neaniye?!”
Mîna ku ne ji me bipirse
Wî ji serdemê dipirsî
Ji dîrokê dipirsî
Dîroka ku bi bîrdanka wî re xayintî kiribû
Ji goristanan dipirsî
Goristanên ku nekarîbûn hemî navan daqurtînin
Me gotê: Belê mamo em Kurd in..
Borrîn pê ket û giriya..
Weke darên ku piştî dirêjdemekê kokên xwe bibînin, giriya
Weke ronahiyeke vebîne ku ew rastiyeke ne xeyal e, giriya
Me got: Negrî mamo! Negrî!
Bi kenogirî got:
Ji min weyê ez dawîtirîn kes im bi kurdî diaxive
Dawîtirîn kes im kurdî bibîr tînim
Dawîtirîn kes im ku Kurd dîtine beriya ku ji nexşeyê koç bikin.
Dema min hûn dîtin
Amûr bi we re
Mîna eskeran
Mîna reşikên şevê ku ji serdemin din hatibin..
Ew kurdiya ku min ew di sênga xwe de
mîna termekî nehêjabe li ser bigirîm
ji heftî salî ve bingor kiribe
Çaxê hûn bi kurdî axivîn
devê min jihev ma
da zanibim gelo rast e hê ez sax im!
gelo guhê min ne şaş dibihîze!
Dema min ji we pirsî: Ma hûn Kurd in?
Min bi riya we li xewneke kevnar dipirsî
Min li dayikeke ku ji sedsalan ve li derî nedabe dipirsî..
“Erê”ya we tiştek di nava min şikand
tiştekî min digot xurt û bihêz e
lê pûç û xav derket
mîna dengekî li ber bahozê here..
Ez digirîm ne ji ber ku hûn sax in mamo!
Ez digirîm ji ber ku hîna ez ne mirime..
Ez digirîm ji ber ku ew zimanê min bingor kiribû
vaye li himberî min radibe ser xwe
dimeşe
diaxive
wênwyan dikşîne….
Li ser wan kesan digirîm
Ewên ku çûn û ev deng nebihîstin
Ewên ji wan weyê Kurd qirr bûne
Ez digirîm
Ne ji ber ku tenê me
Na.. na
Ez digirîm
Ji ber ku jibîrkirin ne
Serkeftin e.. mamo
Ne serkeftin e.