Şukrî Şêx Nebî
te nedizanîbû..
Ku tu ..
piyala meya jiyanê bû ..!
mertala şewşenê
hember bêbextîyê bû
te nedizaîbû..
Jiyan bi te re
tam..
felat û welatek bû..?!
vê helwestê
vê helbestê
bi baskên hacîreşkan re
ma qey..
ezê ji kê re bi rêkim..?
evîn ew bû..
Ku şûrê elindê
zikreşîya tarîyê diçirand..?
dîlber çû..
kete lîska jiyanê..?
ez jî..
xistim Derya gumanê..
ka..?
de..!
baranekê
bibare..
ser sînga zevîyên gulanê..?!
xwazîya min
bi dilê te bê hacîreşkê
ez jî..
mîna te ji xwe re
li her welatan
hêlûnek ji evîna xwe re çêkira..?!
çê kiro ..
bi xwe kiro
xirab kiro..
bi xwe Kiro
çîroka min cû ava
û hîna..
ji hacîreşka xwe re
hewla helwestê dikim
bi fîxanan û qêrînan û moremora lavan…?!