Doza Neteweyî ya Kurd Di Ҫarҫoveya Guhertinên Sûriya de: Derfet û Metirsȋ

EBDILBAQȊ ELȊ

Piştî hilweşandina rejîma ku bi dehsalan welatȇ Sȗriya bi sitem û zorê birêve dibir, û di vê qonaxa hestiyar ya biryardar de ji dȋroka sȗriya, ȗ di nav van guhertinan de, kurd li hember kȇlȋkeke dȋrokȋ ȗ veguhertineke siyasȋ ya kȗr in, derfeteke dîrokî kitiye di riwȇ kurdan de, ku hebûna xwe ya neteweyî ji nû ve bi hișmendȋ di çarçoveya hevkêşeya Sûriya nȗ de bidin nasȋn.

Herifandina rejîma berê dîwarê tirsa siyasî û neteweyî şikand, ȗ asoyȇn nȗ jibo pêşkêşkirina pirsgirêka kurdî di çarçoveyeke netewî de vekir, derfeteke kêmpeyda ji kurdan re hatiye pȇș, jibo ku xetên sor ên ku di dîrokê de li ser liv ȗ tevgera wan hatibȗne ҫesipandin derbas bikin, ȗ bi awayekȋ zelaltir ȗ wȇrektir tevlȋ nava qada niștimanȋ bibin.

Van veguhertinên bingehȋn rastiyeke nȗ afirandine, Ku bi heman alav û amûrên kevin êdî tȇkilȋ ȗ danȗsitandina pê re ne kȇrhatȋ ȗ bi bandor in. hevkêşe hatiye guhertin, ȇdȋ pêvegirêdan ȗ dilsoziyȇn Ȋdyolocik bi tenȇ tȇra saz kirina helwesteke aktȋv ȗ bi bandor li hember tiștȇn ku diqewimin nakin, ȗ nejȋ tȇra ravekirina wan dikin.

Ji kurdan re derfet hatiye ku ji ҫargoșeya berevaniyȇ, ber bi însiyatîfa siyasî ve derkevin, ȗ ji cihȇ berevaniyȇ veguherin ber bi pȋșik ȗ karȇ siyasî yȇ çalak ve biçin, lê ev derfet ne bê arȋşe ye. ev derfet bi zehmetiyên ku dibe ku sawȋr ȗ sȋmayȇn paşeroja wan bi dehsalan xȇzbike dorpȇҫkiriye, Ji ber vê yekê, meşa li pey hest an hesabên teng dê tenê bibe sedem ku ziyanên mezin ȗ demdirêj bigihine kȇșeya kurdȋ.

tevlȋ ku rewșa siyasȋ li Șamȇ hȇ ne zeal e, ȗ digel ku dȋmen ȗ sawȋrȇn desthilata nȗ hȇ bi tevayȋ diyar ne bȗne, lȇ reftarȇ wȇ yȇ siyasȋ ta niha ji kiryarȇn rȇjȋma bees ya kevin di bihtir ji aliyekȋ ve ji kokȇ cuda ne. vȇ desthilata nȗ heta niha siyasetȇn biçûkdîtin ȗ cudakarî ya neteweyȋ yan ereb kirina bi zor bi kar ne aniye.

Vȇ desthilatȇ siyaseta erebkirinȇ li ser kurdan ne sepandiye, ne jî ji ber paşxaneyên rewşenbîrî ȗ ramyarȋ an neteweyî ew zȋndan kirine, ne jȋ zimanȇ kurdȋ qedexe kiriye, ȗ heta niha tiștekȋ ku dubarekirina siyaseta dȗrkirina bimebest nȋșan bide dernexistiye, belȇ ji destpȇkȇ ve di gotara xwe ya siyasȋ vekirîbûneke têkildar li beramber kurdan ku bi zordestiyeke dȋrokȋ ku pȇwȋstiya wȇ bi ҫareseriyȇ heye  rû bi rû bȗne digel misogerkirin ȗ garantîkirina mafên neteweyî yên kurdan di ҫarҫȗveya welat de diyar kiriye, ȗ ev bixwe pêşkeftineke rastîn ya berҫav e hȇjaye rewastandineke nirixgêr, neg ҫavtirsandina pêşdem.

Di nava van veguherȋnan de hewildanin ku kurdan bavȇjin nav pevҫȗn ȗ nakokiyin nȗ yȇn pûç û bȇ sûd de bi hȇncet ȗ behaneya rûbirûbûna rejîma niha heyȋ tȇn dȋtin ȗ ҫavdêr kirin.

Hin alî hewl didin ku pirsgirêka kurdî di kontekstên siyasî yên tolhildar de ku bercewendiya gelê Kurd li ber çavan nagirin, ȗ êş ȗ azarȇn wî di hevbendȋ ȗ tȇkilȋ yȇn ku xizmeta paşeroja wî nakin de bikar bȋnin, ȗ hin ji van aliyan bi ȇn ku rojekȇ sedemȇn rasterast bȗn di êş û janên Kurdan de bȗn, yȇn ku di derheqȇ me kurdan de siyaseta dȗrxistin, birҫȋkirin, ȗ erebkirinȇ pȇk anȋbȗn. ȗ pirojeyȇn șofen ji serjimȇriya awarte sala 1962 ta bi kembera Erebȋ ȗ yȇn dȋ li ser me cȋbicȋ kiribȗn re di hevkariyȇn tolhildar de girȇdayȋne.

tevȋ van paramitr, fakter, ȗ nȋșandanan, di qada medyaya kurdî de li Sûriya tengezariyeke berçav li hember desthilata nû ya ku piştî 8ê Berҫile/ December ya 2024an derketiye holȇ tȇ dȋtin, gotara medyayê li ser hin platforman bi reșkirina vȇ rejȋmȇ û dijminatî ya pêş demȋ jȇ re tête diyar kirin, ȗ eva xizmeta doza Kurdî nake, ȗ na keve di bercewendiya kȇșeya kurdȋ de, ȗ dibe ku bibe sedema tecrȋdeke bihtir, ȗ kȇșeya kurdȋ tȇxe di rewşeke berteka domdar de.

Ev tișta ku me li jor anȋ ziman nayȇ wateye ku divȇ kurd xwe bi tevayȋ  radestȋ desthilata nȗ bikin, yan jȋ xwe dȗrȋ rexnegirtina lȇ bikin, lȇ belȇ pȇwiste em piragmatîzma siyasî ya ku rê bide me ku em mafên xwe di çarçoveyek neteweyî ya berfireh de misoger bikin bi pejirȋnin.

Ji mafȇ me ye weke yȇn dȋ ku em rexnȇ li siyaseta desthilata nȗ bi girin, lȇ rexne nayȇ wateya reșkirina bi mebest, ȗ dijminatiya yekser, rexne divȇ avaker be neg dijminatȋ be, ȗ divȇ helwest li ser berjewendiya neteweyȋ werin avakirin, neg li ser girêdanên îdeolojîk,  ȗ red kirina her pȇșinyarekȇ, tenȇ jiber ku ji desthilateke ku ne weke me ye der dikeve dibe sedema windakirina derfetan, ȗ ew kurte nerȋnê nîşan dide, ȗ belkȋ wek xwedȗrkirina ji erkȇ xwe yȇ niștimanȋ tȇ xwendin, helbet pirensîba siyasî ya rastîn parastina mafane bi rêya amûrên siyasî yên nerim ȗ riyalist ku  dikarin bi pêşveçûnan re adapte bibin, biguncin, li hev bikin û hemahengiyȇ bikin, ȗ karibin bi bûyeran re hevbikȇșin ȗ têkilîyan daynin û tȇkevin hevbandoriyȇ, ȗ di bin siha vȇ dȋmena tevlȋhev de, pȇwȋste medyaya kurdȋ pabendî objektîf û hișmendîyê be ȗ li rastiyȇ bigere, ȗ dȗrȋ piropagende,ȗ teşwîqkirinȇ be, ȗ divȇ dengȇ hiș li ser înstinasyon û hestê bilind bike, dûr ji tolhilanîna medyayȋ an jî bikaranȋna siyasȋ ya ku dibe kȇșeyȇ ji çarçoveya wê ya giştî ya neteweyî veqetîne.

Ma gelo raste ku kurd bi kesên ku tenê dixwazin destkftên xwe yên berê vegerînin re hevalbendiyê bikin?

Hevpeymanî bi hêzên ku berê beşek ji sîstema zordarî û marjînalîzekirinê bûn, tenê ji ber ku îro li dijî desthilatdariya nû ne, nikare bibe hilbijartinek yan bijarteyeke hişmend an neteweyî, jiber ku ew alȋ yȇn ku durișim ȗ siloganȇn azadiyȇ bilin dikin destek, alav ȗ amȗrȇn dȗrxistina kurdan bȗn ji dehsalan ve.

Bermahiyên rejîma berê yên ku îro sloganên dijberȋ ȗ muxalefetê bilind dikin ne parêzvanên azadiyȇ an demokrasiyê ne, lê belê ew dijberên berê ne ku xwe di pişt maskên nû de vedişêrin bi mebesta pêkanîna armancȇn xwe yȇn kevin.

hișmendȋ ewe ku em wek kurd gotareke neteweyȋ aqilane ya ku li ser riyalîzma siyasî ava kirȋ be, ȗ hevbendiyin ku li ser bercewendiyan ava kirȋ bin neg li ser xeyalan saz bikin, her weha em gelekȋ baldar ȗ hișyar bin jibo ku em nekevin  xwedȗrkirin ȗ xwetenȇkirinên tûj ên îdeolojîk  de. 

tevlȋbȗna di nav pirojeyekȋ komkar yȇ niștimanȋ Sȗrȋ de, nayȇ wateya helandin ȗ pijaftinȇ, lȇ belȇ ew hevbeșiya rasteqȋne ye li ser bingeha naskirin, pȇzanȋn ȗ danpȇdananeke bi hev. 

dibe ku derfetȇn ku vȇ rewșa niha heyȋ berdrest kirine neyȇn dubare kirin, ȗ windakirina van fersedan di pevçûn û nakokiyên marjînal de tenȇ xizmeta dijberȇn me dikin, ȗ dȇ me vegerȋnin xelek, ҫerx ȗ çepera marjînalbûnê.

ji lewra divȇ ev derfeta dȋrokȋ ya ku niha liberdeste ji dest neҫe, divȇ ew di nakokiyȇn ku ti sȗde ya me tȇde nȋne neyȇ windakirin.

divȇ kȇșeya kurdȋ li Sȗriya ji qerax ȗ margîseya nakokiyan bal bi koka pirojeya dewleta Sȗriya ya nȗ ve ya ku li ser pirjimariyȇ, dadweriyȇ, ȗ wekheviyȇ ava kiri be, were veguheztin.

ealî û nakokiyên marjînal de  

helbet gurkirina gotara reșkirina desthilatȇ ku hevparȇ me yȇ diyalog, danȗsitandin, ȗ herweha ҫarenȗs ȗ hevwelatiyȇ ne di bercewendiya me de ye, ҫareseriya kȇșeya me li șamȇ ye, ȗ divȇ em rȇya șamȇ ji xwere xweșbikin, nemaze niha piștȋ ku desthilata li șamȇ danpȇdan ȗ pesendkirina navdewletȋ bidestxweve aniye, ȗ vebȗnek berfereh bi cȋhanȇ re pȇkaniye ȗ tȇkiliyȇn xwe yȇn diblomatȋkȋ, siyasȋ, ȗ aborȋ, xwert ȗ mikom kirine, ya ku niha ji me tȇ xwestin gotareke neteweyȋ ya hevseng e, hevpariyeke niștimanȋ ya ku bi mercȇn danpȇdan ȗ pabenbuna bi mafan ve girȇdayȋ be, ȗ hevbendiyin ku li ser bercewendiyan ava kirȋ bin neg liser durișim ȗ siloganȇn vala. tișta ku niha ji me tȇ xwestin ewe ku em kȇșeya xwe bikin Asansorê neteweyî jibo pirojeya dewleta Sȗriya ya nȗ, ya pirjimar, dadperwer. ji lewra  ji jinȗve sazkirina gotara xwe ya siyasȋ ȗ xwiyakirina cihȇ xwe bi hișmendȋ di çarçoveya hevkêşeya Sûriya nȗ de ji me re pȇwȋste, vȇce  bila kumpasa me ya neteweyî zelal be, û bila biryara me ya siyasî aqilane be ku di xizmeta doza me de be neg berjewendiyên kesên ku destkeftên xwe winda kirine û di dema me ya îroyîn de li cihê lingȇ xwe digerin.

Kurd gelekî dilsozê welatê xwe ne, û ew hêjayî wê ne ku di avakirina paşeroja Sûriya de hevbeşekȋ tam bin, ne heme aliyek bin ku dema pêwîst be were vexwendin û dûv re were dȗrxistin, ȗ ev tișt bi diyalogȇ neg bi rûbirûbûnê, bi vekirîbûnê, ne bi tenȇbȗn ȗ tecrîdê, yan bi gurkirin û ҫepergirdinȇ, bi hișmendiya Istratejîk, neg bi hestên retorîkî pȇk tȇ. diyalog ȗ hevbeșȋ ew herdȗ rȇyȇn gerendiyȇn mukimkirina hebȗna kurdan di pașeroja Sȗriya de ne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Li gor hewildanên ji bo pêşketina rewşa çandî û destekdayîna ronesansa wêjeyî û ronakbîriyê di herdu cîhanên Kurd-Ereb de û bi armanca xurtkirina têkiliyên çandî navbera miletên herêmê bi taybet di navbera Kurd û Ereban de, her wiha ji bo xurtkirina cewhereke wêjeyî û ronakbîrî ya resen; em damezrandina Kovara Soryaz radigihînin, ku…

Rêber Hebûn

Tu niha nemirî

ev navdarî hezkiriyên te û helbestê avêtibûn li rex navê te

Û tu jî derbasî warên mirinê dibî

Ji me re helbesteke bê deng û pozbilind bixwîne

Derfet ji te re vekiriye

Ne tenê 5 xulek

Ne 10 xulek

Ne…

Komîteya Birêvrbir ya YGNRKS, û bi navê hemû hevalên Yekîtiya me radigihîne ko helbestevan û nivîskar Mizgîn Hesko koça dawî kir, şeva bûrî li nexweşxaneyeke Elmanya dilê wê rawestiya, ew jî piştî kêferateke dijwar û dirêj bi nexweşiyê re, wilo jî bê rawestan karê xwe yê nivîsandina helbestan dikir, heya ko hejmara pirtûkên…

İSKAN TOLUN / Köln.

Îro, di gelek nûçeyade Amedspor derbas dibû. Lê mixabin, dîsa bi astengîya hatibû rojevê. Belê, ew Amedspor a ku, di dilê medeye û bûye sembol…

Vê neqlê, ji ber ku, tenê du peyvên (Koma me, bona we) bi zimanê dayîkê li ser perçek caw, an jî formên…