‎‏Şingal… Brînek vekirî id bîranîna mirovan de

Mislim Şêx Hesen-Kobanî

‎‏Di 3ê Tebaxa 2014an de, bajarê Şengalê li Kurdistana Îraqê rastî êrîşeke bahozî û hovane û tarî hat,ku dîrokê qet nedîtiye. Di wê roja reş û tarî de,rêxistana terorîst a DAIŞê êrîşî wê kir,û sûcên herî hovane yên li dijî mirovahiyê yên sedsala 21 an kir ,û komkujî li dijî civaka  Êzîdî û Ola wê. Bi rastî, dikare were gotin ku ew roj di salnameyên trajediyê de ne rojek asayî bû ; û xuya dike  ku ew êrîşa pêşwext hatîbû pîlankirin bo ku civaka Êzîdî bi kuştin, girtin û firotina jinên wan wekî kelûpelan li bazaran ji holê rakin .Vêça Zêdetirî 5,000 mêrên Êzîdî li zeviyan hatin bi darvakirin, û bi dehan gorên komî  şahidiya komkujiyê dikin, û her wiha bi hezaran jin û keç dîl hatin girtin û li bazarên koleyan hatin firotin, mîna ku em vegeriyabin serdema nezanî û koletiyê.

‎‏Şingal diqîriya, lê cîhan bêdeng ma. Ew dihat qirkirin, lê civaka navneteweyî bêliv temaşe dikir.

Bawerkin ew kesên ku hatin koştin li ser destên rêxistna DAIŞê sivîl û aştîxwaz bûn û nesûcdarbûn ,lê ew kurdên Êzîdin, vêça xuya dike ku kurdeyetî û Êzîdîtîyî tewaneke, ji ber wê jî hovîtiyên mezin bi Êzîdiyan kirin û li ber cav û bêdengiya civaka navneteweyî  bi wan kirin  û ew bû  êşeke mezin di dilê her kesên ku hestên mirovahiyê li cem wan heye ji ber ku sitemkariyeke bi Êzîdiyan kirin û civaka navneteweyî nikarîbû ew êş û zora bi Êzîdiyan hat kirin rawestandina ,lewra jî bû semboleke rûreşiyê ji civaka  navneteweyî û netewêyên yekbûyî re.

‎‏Şengal bû xaknîgariyeke wêrankirî û sembola lawezbûn û qelsiya civaka navneteweyî, ji ber  ku nekarîna bicihanîna erk û  berpirsiyariyên xwe .

‎‏Felaketa Şingalê ne tenê komkujiyek mirovî bû, lê hewldanek sîstematîk bû ji bo jiholêrakirina çand, nasname û dîrokek. Rêxistina DAIŞê hewl da ku Êzîdiyan ji hebûnê, gewdeyî û giyan, bi rêya kuştinên girseyî, tecawiz, koçberkirina bi zorê, û hilweşandina cihên wan ên olî, sûcek ku li gorî hemî qanûnên navneteweyî wekî jenosîd tê hesibandin, ji holê rake.

‎‏Tevî derbasbûna zêdetirî deh salan, dadmendî nehatiye bicîhanîn, û birîn nehatine dermankirin. Bi hezaran jin hîn jî winda ne, û vegera koçberan pir bi êş û lawaz û hêdî ye, di nav paşguhkirinê de berdewame û deverên Êzîdî dabeşbûnek îdarî û ewlehiyê de ku rê li ber aramî û ji nû ve avakirinê digire.

‎‏Şengal nayê jibîrkirin… ji ber ku ew ne tenê bajarek e, lê sembolek êşê ye, bangek dilsoz a dadmendî ye û dengek e ku bang li cîhanê dike ku ji xewa xwe ya dirêj şiyar bibe.

6/7/2025

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…