Fewaz Ebdê
Dema tu li ser zinarekî ji zinarên rêzeçiyayê derdora Mêrdînê radiwestî û li aliyê Başûr dinêrî, “Beriya Mêrdînê” mîna sicadeke Kurdî li ber çavê te tê raxistin.. li keviyekê jê gundek mîna hêlîna Qitkê li wê rastê ye; ew gundê Keser e. Çawa rok hiltê li gund dide û di perdên stûr re derbasî hundirê malan dibe da wan şiyarke. Li wir zilamek bi navê Apê Reşo heye, di salên pêncî de ye, simbêlboq û jixwebawer e, ligel ku cudahiyê naxe navbera jixwebawerî û serhişkiyê. Tevî ku hemî ezmûn û serpêhatiyên wî têk diçûn jî, lê her wî digot: Pendiyarî ji serpêhatiyan çêdibe!
Apê Reşo bi bazirganiyin seyr hatiye naskirin: carekê bexçek çêkir da “Berîtkên qut” xwedî bike û bifroşe. Sibehekê şiyar bû ku yek jî nemaye, tev reviyane. Kemûn û darên Lêmûnê şêrîn di erdeke kevirî de çand, ji bilî gazinan neçinî… Ta ku xwest çaya bi çêja “catira çiyê” jî bifroşe, lê dîsa hat xuyanîkirin ku Pûngê û komira êzingan tevlihev kiriye.
Piştî van rêzetêkçûnan jî her sûnd dixwe ku ewê bêhêvî nebe. Di şeveke dirêj ji şevên zivistana vê salê de, dema ku telefona xweyî biçûkî kevn bidest xwe girtibû, reklamek vîdyo bi sernavê “Ji pînika mirîşka xwe pera girêde!” dît.
Di vîdyo de zilamekî qelewî serzelût çîçikek bi dest xwe girtibû teyê bigota gencîna zêr û elmasan e di dest de!. Li vir çavên Apê Reşo bi çirisandin leyistin, mîna ku çîçikê bi navê wî gazî kiribê.
Sibeha roja dîtir Reşo hêkê malê ji xaltîka Peyrûza nekirîn, di ser gund re qevazt û berê xwe bajêr. Li wir bazirganekî hêkan hebû bi navê Mele Hemîd, lê di nav xelkê de Hemîd hatibû jibîrkirin û tenê navê “Melê Hêka” li şûnê mabû. Reşo jê pirsî:
“Hêkên te baş in? “.
Melê Hêka sûnd xwar û got: “Ev hêk tev fisikandîne, ji Enqerê bi xwe ji me re hatine û tev ên mirşkekê bi navê Şakîra ne.”
Reşo lê vegeran: “Naxwe mirîşk berî hêk bike direqise!? “
Melê Hêka keniya û got: “Direqise û distirê jî ku tu bixwazî. Lê ya ji hemî giringtir ewe ku tu wan têxî bin balgeha xwe jî wê bibin çîçik.”
Apê Reşo bi kêf vegeriya gund. Nêçîra xwe ya giranbuha bi destê xwe girtibû: sîhûyek hêk û pirojeya nû.
“Malzarokeke” xwecihkî çêkir; kertonek, lempeke zerî kevn û baweşînkeke ku kengî bayê serê wê lêde, digere.
Reşo mabû her roj li ber hêkan rûne û li wan temaşe bike, têbînî dinivîsandin û li ser kertonê bi xeteke sitûr nivîsandibû:
“Projeya Mezin a çîçikên Mekînê – Nabe tu dest bidê yan bikenî.”
Di roja panzdehan de, bêhneke nenas mîna bêhna miraran mal tije kir. Jina wî jê re got:
“Kuro Reşo, ev hêkên hanê bêhna gorê leşkerekî jicengêrevyayî ji wan tê hey malnexerab!”
Jixwebawer bersiv da:
– “Ev bêhna jiyanê ye, ma tu çi zanî keçê?”
Di roja 20an de, biraziyê wî, “Ciwan”, xwendekarê bijîşkiya lawiran li zanîngehê, ket hundir. Nêzîkî “Malzarokê” bû, ji bêhnê kuxukeke zor kuxuya û piştî kuxik rawestiya got:
“Apo, hêk çelq in, gennî bûne, yek ji wan jî dernabe, ne çîçik çêdibin û ne hêvî heye.”
Reşo bi dengê bilind bersiv da:
“Tu wan wilo dibînî, lê dibe ku celebek çîçik hebe mîna mirovên zana dereng jidayik dibin.”
Roja bîstûdudwan, hêkek teqiya, bi rastî teqiya û weke avê jê pekiya û li aniya Reşo ket. Bi qêrîn got:
“Wax wax wax, ev çi çîçikeke kelgerm!!”
Jina wî rahişt malişê, ber pêve bezî û qêriya:
“Kuro Reşo! Te mal tev kirî mekîna Kolêra hey malnexerab!”
Gundî û cîran li wan kom bûn. Keye û bijîşkê lawiran jî hatin. Tev mane li wan temaşe dikin û li hêkên çelq.
Piştî bijîşk li hêkan nerî got:
“Hêk ji pêşî ve xirabene, mirî ji sûkê hatine. Bêjiyan in, ne ji Şakîra ne û ne Maykil Jakson fisikandiye wan.”
Keye serê xwe hejand û got:
“Hey Reşo! Hêkê çelq nabin çîçik! Mane ji bav û kalan ve hatiye gotin!”
Reşo serê xwe berda ber xwe lê bawer nedikir ku têk çûye.
Dawiya şevê, li keviya doşekê rûnişt, hê şûna hêkê li aniyê diyar bû, deftera xwe vekir û bi şêwekî spehî nivîsand:
Proje nemre 75: Rahênana mirîşkan bo li dawetan bistirên.
Gazî jina xwe kir:
“Keçê binere ku te dît mirîşkek dinehwirîne, wê serjêneke haaa… Heye bibe dengbêjeke gelêrî.”
Lempe hûr kir, bi girnijîn ket nav livîna xwe û ji xwe re digot:
“Problem ne di hêkan de ye… problem ewe ku bibin çîçik û tev ziman bin; bêguh, bêkar û bêkêr!”