Kafka û Jin.

Tengezar Marînî

Franz Kafka û Jin

Franz Kafka (1883–1924), yek ji nivîskarên wêjeyî yên herî karîger ê sedsala 20an, di warê têkiliyên xwe yên bi jinan re de gelek nakokî didît. Ev hevsengiya wî hem di jiyana wî ya şexsî de û hem jî di xebatên wî yên edebî de bandorê li ser hemûyan dike. Mijara “Kafka û têkiliyên bi jinan re” dikare li ser du beşên navendî were dabeş kirin: têkiliyên wî yên rastîn bi jinan re û wênekirina karakterên jin di metnên wî de. Herdu alî jî bi kesayetiya hesas a Kafka, nakokiyên wî yên hundirîn û çarçoveya civakî ya serdema wî ve bi awayekî neqetandî ve girêdayî ne.

Rewş û Têkiliyên Jiyana Kafka bi Jinan re

Rewşa taqekesî a Kafka bi zehmetiyên girîng di têkiliyên navbera kmirovan de, bi taybetî di têkiliyên wî bi jinan re, dihatin xuyanîkirin. Têkiliyên wî pirr caran bi tirs, nelihevhatî û bikêmasîhestkirinê dihatin dîtin. Beşekî ji wan beşên jêrîn, ji vê nivîsê hin ji wan jinên ku di jiyan û xebata wî de roleke girîng lîstine, bi kurtasî vedikole.

Felicitas “Fritz” Brod: Kafka evîndarê nivîskar Felice Bauer bû û têkiliyeke bihêz, lê bi êş pê re domand. Nameyên ku wî ji wê re nivîsandibûn aloziya wî ya hundurîn û helwesta wî ya dudil a li hember evîn û zewacê eşkere dikin. Ev têkilî hem çavkaniya dahênanê bû û hem jî nîşana tirsên wî yên ji nêzîkbûnê û şêwaza jiyana burjuwa bû.

Milena Jesenská: Milena Jesenská, peyamnêr û hevjîna Kafka, di jiyana wî de roleke avaker lîst. Têkiliya wan hem ji hêla hestyarî û hem jî ji hêla rewşenbîrî ve dewlemend bû, lê di heman demê de nakokiyên hundurîn ên Kafka jî anîn pêş. Kafka ew weke ferîşteyekê didît û hem jî weke evîneke dûbare nabe, lê ji nameyên wan diyar dibe, ku wê, Kafka bêhtir nivîskarekî bêhempa didît, lê nikarîbû wî weke hevjînekî bibîne. Ev nayê wê wateyê, ku jê hez nedikir.

Julie Wohryzek: Kafka her wiha bi Julie Wohryzek, xelkê Pragê, re têkiliyeke kêmtir bihêz, lê romantîk hebû, ku zû bi dawî hatibû.

  • Dora Diamant (1898–1952): Di salên xwe yên dawî, 1923–1924 de, Dora Diamant hevrêya Kafka bû. Ew li xaniyekî mêvanperweriyê yê cihûyan bi jina ciwan û dilşad re hevdîtin kir. Ew demek kurt li Berlînê bi wê re derbas kir, ku ev yek jî serxwebûnek diyarkirî ji malbata wî re peyda kir. Dora sivikî anî jiyana wî, lê nexweşiya tuberkulozê/êşa zirav ew têkilî zû bi dawî anî.
  • Têkiliyên din: Kafka her wiha têkiliyên demkîtir hebûn, bo nimûne bi Grete Bloch, hevala Felice.

Nimûneyên karakterên jin di berhemên wêjeyî ên F.Kafka de.

Di nivîsên Kafka de, karakterên jin pirr caran wekî dudil û tevlihev têne hesibandin. Ew hem wekî tiştên xwestekê û hem jî wekî sembolên tirs û xerîbiyê xuya dikin. Çend çîrokên navendî vê yekê nîşan didin:

Veguherîn (1912) de: Xwişka lehengê sereke, G. Samsa, ku navê wê Grete tê, di malbata Samsa de roleke sereke dilîze. Di destpêkê de dilovan e, ew her ku diçe ji birayê xwe yê veguherîner Gregor dûr dikeve, ku ev yek jî wî dixe nav tenêtiyeke dijwar de. Dayik kesayeteke qels û nerênî dimîne. Têkiliya wî bi xwişka wî Grete re, di çîrokê de roleke sereke dilîze. Her çend Grete di destpêkê de xemxur be jî, hezkirina wê di dema çîrokê de kêm dibe, tenêmayî, tenêhiştin û xerîbiya Gregor xurt dike.

Darizandin (1914–1915): Karakterên wekî Xatûn Bürstner, şûştina cilan, an Leni, hemşîreya parêzer Huld, di navbera balkêşiyê û negihîştinê de diçin û tên. Ew ji bo tirs û daxwazên Josef K. rûberên projeksiyonê ne, her çend rolên wan dualî bimînin jî – ew nêzîkbûnê pêşkêş dikin, lê di heman demê de metirsî an bo-xwe-bikaranîn jî vedihewînin.

“Dadgeh”: Li vir, jin pirr caran têne belengaz û perîşankirin û pirr caran wekî zeviyê ezmûnan bi kar tê, an mîna gef xuya dibin. Lehengê sereke Josef K. di pêvajoyek yasayî ya nezelal de ye, ku tê de karakterên jin rolekê dilîzin, lê ew pirr caran têne şaş têne têgehiştin.

  • Di Kelehê de (1922): Frieda û Amalia nûretiya aliyên cuda yên nêzîkbûn û dûrbûnê dikin. Frieda, evîndara pîvankar K., dilsoz lê di heman demê de bindest e, di heman demê de Amalia, wekî jinek serbilind û serbixwe, li dijî hêza kelehê derdikeve.

Nevehesîn û stêrsa derûnî û karîgeriya wê li ser têkiliyên Kafka bi jinan re:

Nakokî û metirsiyên hundirîn: Kafka di tevahiya jiyana xwe de ji pirrsgirêkên derûnî êş dikişand, bi taybetî tirs û xemnakî/depresyonê, ku kartêkirineke neyînî li ser têkiliyên wî bi jinan re dikirin. Tevliheviya wî ya hundirîn, ku zorbey caran ji hestê nebaşiyê derdikete holê, pirr caran di têkiliyên wî yên romantîk de dibû sedema hestên dudil. Van metirsiyan valahiyek hişt, ku rêga xweşbûn, bextewrî û evînê dijwar kiribû. Gelek nameyên ji Felice Bauer û Milena Jesenská re şahidiyê dikin ku ew berdewam li dû pejirandinê ye û bêbaweriyeke kûr bi hestên xwe heye.

Xwesteka nêzîkahîlêkirinê û revîna hevdem: Têkiliyên Kafka bi jinan re bi xwestekeke aloz a nêzîkbûnê ve têne xuyanîkirinê, lêbelê, bi tirseke zor û kûr a nêzîklêhatinê re tê. Ev dualîte di gelek berhemên wî de diyar dibe, ku tê de karakterên jin hem balkêş û hem jî gefxwarinker xuya dikin. Nimûne “Veguherîn” e, ku tê de têkiliya di navbera Gregor û Grete de têkiliya dudil a Kafka nîşan dide: Di destpêkê de, girêdaneke nêzîk heye, lê gava ku veguherîna berovajî a Gregor eşkere dibe, hezkirina xwişka wî kêm dibe. Ev nîşan dide ka nerehetiya derûnî çawa dikare bibe sedema hestên hem xerîbbûnê/havîbûnê û hem jî tenêtiyê.

Nûneratiya wêjeyî ya têkiliyan û derdkêşana derûnî

Sembolîzm û metafor/jêwergirtin: Pexşaneyên Kafka dewlemend in bi nîşanên, ku rengvedanên wî ên derûnî nîşan didin. Di “Darizandinê” de, lehengê çîrokê Josef K. nûnertiya kesekî ku di pergaleke Kafkaesk de asê maye dike, bêyî ku sedema girtina xwe têbigihe. Ev dikare wekî jêwergirtineke ji bo hesta xerîbiyê û aloziya hundurîn a Kafka were têgehiştin. Têkiliyên wî bi jinan re, bi tirs têgihîştina şaş û hestekî bêçaretiyê têne diyar kirin.

Mijara nebûn û tenêtiyê: Berhemên Kafka pirr caran gotûbêjê li ser hesta nebûnê, hem fîzîkî û hem jî hestyarî, dikin. Gelek karakterên jin di çîrokên wî de, an ne li wir in, an jî rolên li perawêzê dilîzin, ku ev yek jî havîbûna ku Kafka jiyaye hîn bêtir xurt dike. Ev nebûn dûrbûna bi êş a di navbera wî û kesên nêzîkî wî de, tekez dike.

Têgihîştina çewt û şaş: Di pexşaneyên Kafka de, têgihîştina jinan pirr caran ji hêla cîhana hundurîn a lehengê mêr ve tê teşekirin, ku ji hêla tirs û bêewlehiyê ve serdest e. Di “Darizandinê de, lêdaneke avaker ji bo Georg ne tenê bandorê li têkiliya wî bi bavê wî re dike, lê di heman demê de bandorê li têkiliya wî bi karakterên jin re jî dike. Ev nîşan dide, ka tengahiya derûnî a Kafka çawa di qadên vebêjiyên wî de xuya dike.

Rêma û şopên civakî

Rêmayên civakî û guvaş: Têkiliyên Kafka di bin guvaşa hêviyên civakî yên serdema wî de, êş û zehmetî kişandin. Di civaka burjuwa, di destpêka sedsala 20-an de, têgehiştineke petî ya rolên regezane hebû, ku ew wekî zordar didît. Berxwedana Kafka li hember van rêmayan û lêgerîna wî a ji bo rastbûnê pirr caran ew di nav dilmaniyeke civakî de dima. Zehmetiya lihevhatina bi hêviyên civakî re, nakokiya wî ya hundurîn zêde dikir û ew hest pê re peyda dikir, hem daxwazên civakê û hem jî têkiliyên xwe ên kesane nikarîbû bicîh bîne.

Havîbbûn û tenêtî: Nexweşiya derûnî ya Kafka, bû sedema havîbûneke kûr – hem ji xwe û hem jî ji yên din. Xwesteka wî ya domdar a lêveger û pejirandinê, bi rastî berevajî rastiya têkiliyên civakî bû, ku pirr caran bi hestekî, ku xwe tenê didît, dihatin xuyanîkirin. Ev Havîbûn di gelek berhemên wî de diyar e, ku tê de karakter di cîhaneke tevlîhev û nehatî têgehiştinê de asê mane.

Ravekirina femînîstî: Nirxandineke femînîst a berhemên Kafka eşkere dike, ku jin pirr caran di rolên pasîv de têne xuyang kirin, ku têgihîştina civakî ya rolên zayendî û avahiyên baviksalar ên serdema wî nîşan dide. Kafka li ser belengaziya di navbera hezkirina taqet û guvaşa, ku ji hêla civakê ve tê kirin de diaxive û nekarîna avakirina girêdanên rastîn dibe motîfek navendî di vegotinên wî de.

Ravekirin

Wênekirina Kafka ya jinan dikare wekî nîşanekê ji bêewlehî û tirsên wî, were şîrovekirin. Karakterên wî yên jin pirr caran tevlihev û dudil in, hem wekî tiştên xwestekê û hem jî wekî çavkaniyên gefê tevdigerin. Ev perspektîva dualî dibe aloziya hundurîn a Kafka nîşan bide, ku hem bi hesreta kûr a ji bo girêdana navkesane û hem jî bi tirsa nepejirandin û nêzîkbûnê ve tête diyar kirin.

Wekî din, berhemên wêjeyî yên Kafka bi tundî ji hêla rêmayên civakî yên serdema wî, bandor li wan bûye, ku tê de rolên regezane bi zelalî hatine destnîşankirin. Xebata wî cîh pêşkêşî dike, ku avakirina mêranî û jinbûnê were pirsîn û perspektîvan ji bo şirovekirina femînîst vedike.

Li dawiyê,

bandorên tevlihev ên stresa li ser têkiliyên Kafka bi jinan re, hem di berhemên wî yên toreyî û hem jî di têkiliyên wî yên civakî de, kartêkirinê dikin. Bi şêwaza xwe ya vegotinê ya tevlihev û pirr caran melankolîk (xemgîn), Kafka bi awayekî zindî hestên cihêreng ên tirs, havîbûn û xwestekan vedibêje. Perspektîva wî ya bêhempa li ser derûniya hundurîn û dînamîkên civakî yên hawîrdora wî, xebata wî di lêkolîneke kûr a hebûna mirovan û dijwarîyên têkiliyên navkesane de, vedihewîne. Bi vê wateyê, Kafka ne tenê nivîskarekî girîng e, lê di heman demê de ravekerekî kûr ê derûniya mirovan û rastiya civakî ya serdema xwe ye. Franz Kafka nivîskarekî balkêş dimîne, ku xebata wî berdewam pirsên navendî li ser hebûna mirovan û hevdîtinên navkesane derdixe holê. Têkiliya wî ya tevlihev bi jinan re û karakterên jin ên nuwaze di çîrokên wî de bingeha şiroveyên berfireh ên toreyî û femînîst pêk tînin. Ji ber vê yekê wêjeya Kafka ne tenê wekî nîşaneke ezmûnên wî yên kesane tevdigere, lê di heman demê de têgihiştinên kûrtir li ser avahiyên civakî û derûnî ên serdema wî jî pêşkêş dike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…