Mezher Xaliqî

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di wê serdemê de, dest bi fêrbûna bingehên muzîkê û meqaman kiriye. Mezher weke şagirt gelek beşdarî kirye di çalakiyên ku dibistanê lidarxistine. Ji 1956 an ve dest bi goranîgotinê kiriye, her weha xwendina xwe ya bilind di warê fîzîkê de li Tehranê û birêvebirina karsaziyê de li Îngelterayê kotahî pê aniye.

Ji destpêka salên heftêyan ji sedsala bûrî û heta 1982 an weke rêvebirê radyo û TV rojavayê Îranê kar kiriye. Sala 1983 an derbasî Kurdistana Başûr bûye û di heman salê de çûye Îngelterayê û li wê derê heta 2002 an jiyana xwe berdewam kiriye.

Mezher Xaliqî damezrênerê “Înstîtûtî Kelepûrî Kurdî” ku kar û xebatên xwe di sala 2002 de li Silêmanî di warê berhevkirin û tomarkirina berhemên hunerî ji hemû aliyên Kurdistanê dest pêkiriye. Niha navend û ofîsên vê dezgeha bi nirx li hinek bajarên Başûr û li beşên Kurdistanê yên cuda jî karekî giranbuha didomînin.

Mezherê Xaliqî di seranserê jiyana xwe ya hunerî de bêtir ji 200 stranan gotiye ku piraniya wan di radio û TV de hatine weşandin û weke hinek ji bi nirxtirîn stranên kurdî têne jimartin.

Sisê ji navdartirîn stiranên Xaliqî li vir em dê pêşkêşî xwendavanên hêje bikin li gel tekstên van stiranan bi zaraveyê kurmanjî.

Şêrîn Teşî Dirêsê:
https://www.youtube.com/watch?v=lHbcdmHlNx0

Şêrîn Teşî Dirêsê

Li ser wê qameta yar gul û ebîr dibarî
Dilê min xiste lerzê, lerza memkên hinarî
Mest mest gul awir vedan ji du nêrgizên xumarî
Bi kenîn zulf rakirin ji ser rûdêm û zarî
Dunya bi întizare, şêrîn teşî dirêsê

Teşî weke dilê min di destan de dilerzî
Çi ciwan û dilrevînok rû heyv û perî terzî
Gava gihişt ser avê, zulf rakirin bi lezî
Ku şev beyanî berda, gul û binefşe barîn
Dunya bi întîzare, şêrîn teşî dirêsê

Tilyên ji rengê şimşal, destên nazik bi xirxal
Rûdêm sipî sêvên kal, perçem reşe çavxezal
Wek rengê nexşê Manî, bejn û bal û xet û xal
Silav li aşiqan da baxê gul û hinarî
Dunya bi întizare, şêrîn teşî dirêsê

Ji Hesreta Dîtina Te:
https://www.youtube.com/watch?v=d2hMX2HxLKo

Ji Hesreta Dîtina Te

Hesreta dîtina te derûn li min sûtaye
Bi yek carê ji derdan hiş û fehim ne maye
Dil li ba bê, ruh fîda bê
Ez nemînim, tu li dunya bê

Biharan çi xemgîn dinalênê bulbul
Ta kengî ez bigrîm ji eşqa te ey gul
Ay gula min, sumbula min
Agirek berda dilê min

Ciwaniya te dîlber bêwêne û nezîre
Dil weke çûkê sehra şopa te digîre
Çûk dê rakim, ber bi ba kim
Heyf e, li dûr te hîlakim

Binalêne bulbul ku wextê fîxane
Li ser şax nema gul nîşanek xezane
Ay gula min, sumbula min
Agirek berda dilê min

Gulnîşan:
https://www.youtube.com/watch?v=hmglNwVIztw

Gulnîşan

Desthilata min çi bû, nerdê bext weha anî
Çerxa çep wa li min kir, wek xoşewîst tu zanî
Gulnîşan gulnîşan esmer halêm perîşan
Herçend çûme xerîbî, naşkênim e’hd û peyman

Ta dilê min zindî ye, ta ku gul dipişkivê
Ta bulbul li baxan bê, dil dûrî te nakevê
Ey bûka kurdewarî, ey avîn ey dildarî
Yada te her zindî ye,bi mestî û bi bêzarî

Her ku mîhnet gur bibê, girtir bibe di ba de
Bighêja piştî ewran, car dî werê ji hewa de
Dê dil her avîndarê keça Kurdistanê be
Heta ku ev dil bijî xemxwerê sewdanê be

Ferhengok

Ebîr: Bêhna gulan, behna xweş.
Mest: Serxweş.
Xumar: Nîv hişiyar, çav li xew, serxweş.
Zar: Li vir bi wateya rû, rûdêm tê.
Zulf (zilf): Bisk.
Întîzar: Çavrêkirin, Çav li rê.
Terz: Şêwaz.
Beyanî: sibeh, sipêde.
Şimşal: Alavekî jenîna muzîkê ku mîna bilûrê ye.
Xirxal: Di zaraveyê Soranî de bi wateya bazin jî tê bi kar anîn.
Manî: Pêxemberê ola “Manewî”, bi înglîzî ” Manichaeism”, ku di sedsala 3- an a zayînî de jiyaye.
Derûn: Rih, rûh.
Sehra: Çol.
Hîlak: Gotineka erebî bi wateya mirinê ye. Di zaraveyê Soranî de hem bi wateya mirinê û hem jî bi wateya westabûn tê bi kar anîn.
Fîxan: Girî, giryan.
Xezan: Xemgîn, bêzar, hejar.
Gulnîşan; Stiraneka herêma Botanê ya navdar e. Mezher Xaliqî yekemîn hunermend bûye ku Gulnîşan bi zaraveyê Soranî gotiye.
Nerd: Formekî çargoşe yê biçûke ku di lîstika tavlê de tê bi kar anîn.
Çerx: Felek.
Xoşewîst: Evîndar.
Dipişkive: Vedibe.
Yad: Bîranîn.
Mîhnet; Gotineka erebî ye bi wateya belayekî mezin, karesatê ye.
Gur bibe: Xurtir û mezintir bibe.
Sewdan: Li vir bi wateya evîn e.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…