Xwendegeha kurdayetiyê: 68 salên têkoşîn û xweragiriyê

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ ȗ birȗskȇn azadiyȇ gihiștibȗn deverȇ, nemaze piștȋ damezirandina partiya  demokarata kurdistan li Ȋran ȗ Iraqȇ, ȗ di heman demȇ de geşbûna ramanên nijadperstî yên şoven li nik siyasetmedarên desthilatdar ku pilanên tunekirin û hilqetandinê derheqȇ gelȇ me yȇ kurd de di ҫesipandin, hebûna wȋ weke miletekȋ resen yȇ xweser ku hevparȇ welatȇ sȗriya ye dane mandelȇ, piştî ku dewleta Sûriyê ti danpêdan bi hebûna gelê Kurd li Sûriyê neda û bi ser de jî hemȗ cȗreyȇn sitem,zor, bindestȋ,ȗ hemȗ kiryarȇn șoven yȇn ku li dijȋ hemȗ piransȋb ȗ rȇbazȇn ezmanȋ ȗ zagonȇn ҫȇkirȋ yȇn ku hatine danȋn, her weha peymanȇn herȋ bingehȋn yȇn mafȇn li dijȋ wan hatin bikaranȋn, ziman, foloklor, ȗ toreya wȋ qedexe kirine, ȗ hewldanên qirkirina wȋ bi hemû şêweyî dan, û bi hemû kiryarên hovane xwestin Kurdan li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tinebikin, vȇce  hest bi wê yekê hate kirin ku hebûna Kurdan li rojavayê welêt, ango binxetê di metirsiyê de ye, ji lewra pȇdiviya kurdan li sȗriya bi alavekȋ berxwedanȇ hebȗ, ji gelê kurd di hate xwestin ku mekanîzmayek ji bo rûbirûbûna vê sitem ȗ zordestiyȇ bibin, vȇce hejmarek ji kurdperwer, rewșenbȋr, pêşeng û tekoşerên xemxwarȇn gel ȗ welat destȇn xwe dane hev ȗ bi baweriyeke tund di roja çardehê Cehzerana sala 1957an de gaveke dȋrokȋ ȗ pȋroz avȇtin, yekem rêxistina siyasî ya kurdî li  Sûriya damezrandin ji bo ku berevaniyê di ber doza netewî ya gelȇ kurd de li Kurdistana Sûriyê bike û xewn û hêviyên gelê kurd di avakirina welatekî Demokrat de bicih bîne, ango  damezrandina partiyeke Kurdî di wê demê de pêwîstiyeke objektîf bû ji bo seferberkirin, rêxistinkirin û rêvebirina enerjiyên girseyên Kurd, da ku hebûna gelê Kurd û mafên wî yên rewa biparêzin, damezirandina Partiya Demokrata Kurdistan, bersivek bû ji bo xwesteka rewa û azwerî ya neteweyî ya gelê Kurd, ku bi hewes bû ku hesreta têkoşîna li dijî şovenîzma tund bû, lȇ bȗyer, rȗdan ȗ pȇșhateyȇn peyre hiștin ku Mufredat, pilaforim ȗ pirogramȇ partiyȇ ku li gor mercȇn qunaxȇ biguncȇ werin guhertin, ȗ navȇ partiyȇ hate guhertin bo partiya demokrata kurd li sȗriya (ELPARTȊ).

Partȋ, yekser piştî jidayikbûna xwe, bi tundî li dijî desthilatdarên şovenîst ên li Sûriyeyê têkoşîn kir, daxwazên Kurdên Sûriyê ji bo danpȇdana destûrî bi hebûna wan, ȗ bidestxistina mafên wan yên siyasî û çandî û rêzgirtina teypetmendȋ û nasnameya wan ya neteweyî lixwe girt tevî ku ew metirsiya pejirandina daxwazên gelê Kurd û pabendbûna bi wan re û têkoşîna di nav refên cemaweriyên Kurd de da ku wan handan bike ji bo mafên xwe yên rewa tekoşȋnȇ bikin dizanȋ.

Partiyê di eniyên pêş de têkoşîn kir, rêya xebatȇ ya zelal ȗ xwiya dida ber tevgera rizgarȋxwaza gelê Kurd ê bindest û çalakvanên ku pêşengiya wê dikin, bi şiyan û enerjiyên berdewamȋ û pêşveçûnê, tijȋ dikirin ȗ barkirin, her ҫend zehmetî û astengiyan hebin, ji lewra xelkȇ kurd berȇ xwe dane partȋ, zû xwe li dora wî dane hev, ȗ li dora wȋ kom bȗn, ji ber ku wan di wî de alav ȗ amûra têkoşînê ya guncaw dît, û ew wek lȇveger û hembȇzkar ku tê de dikarin hest, rȇȗresm û ayînên xwe yên neteweyî pêk bînin dȋtin, ku heta asteke mezin beşdarî parastina nasnameya neteweyî ya gelê Kurd li Sûriyeyê bû, partȋ berfereh bȗ heta ku giha hemȗ gund, șar ȗ șaroҫkeyȇn kurd li sȗriya, belȇ partȋ kete her maleke kurd de li sȗriya, vȇce ev yek bȗ cihȇ dilgiranȋ ȗ ҫavtengiya deste ȗ dezgehȇn ewlekariya rȇjȋma sȗriya, bȗ sedem ku rejȋm destȇ xwe dirȇj bike, dest bavȇje partȋ, endam ȗ kadirȇn partȋ, belȇ serkirde ȗ heta sekretȇr jȋ bin ҫav bike, geha asta ku operasiyoneke berfereh ya girtinȇ li dijȋ partȋ pȇkbȋne ku tȇde bi dehan endam, kadir, serkirde, ȗ heta bi sekerter jȋ da berxwe, ȗ hatine girtin ȗ bidehȇn salan di zindan ȗ girtȋgehan de, di bin lȇdan ȗ eșkence ya laș ȗ derȗnȋ de derbas kirin, ȗ hema ku partȋ ҫalakiyeke berҫav dikir yan jȋ helwesteke xwert li dijȋ kiryar ȗ riftarȇn rȇjȋmȇ derdibirȋ endamȇn partȋ di bȗne armancȇn operasiyonȇn rejȋmȇ. vȇc ew bû partiyek girseyî ya modȇrin, ku xwedî dînamîzim û kar ȗ xebateke nerim be. paratȋ di dema xebat ȗ têkoşîna xwe de di gelek qeyran, kirȋz, ȗ astengiyan re derbas biwe, ji ber ku her tim ji derdorên şoven ên ku ew weke nûnerê gelê Kurd didîtin, hatiye armanc kirin. Lê belê tevî hewldanên çember ȗ derhêlȇn serwer jî paratî xweragir û serbilind ma ye.

Îro, piştî 68 salan ji dayikbûna xwe, Partî hîn jî rêbaza rast a neteweperwer, rêbaza Kurdayetî, rêbaza Barzaniyê nemir ku hemû hêmanên serkeftin, mayîndebûn û berdewamiya têkoşînê garantî dike dișopȋne. her gav bi gotareke siyasî ya zelal û eşkere ku tawȋzȇ li ser mafȇn gelȇ kurd li sȗriya na pejirȋne der dikeve, û polîtîkayên wê bi misogerkirina van mafan ji bo Kurdên li Sûriyeyê pabend dibe, di heman demê de, qada neteweyî yê zelal li gel qada niștimanî qet ji raman û riftara partî dûr neketiye, erkê xwe bi awayê herȋ baș pêk tîne. Ji ber vê yekê, ew rastî kampanyayên reşkirinê yên dijwar hatiye da ku neçar bimîne dev ji polîtîkayên xwe yên neteweyî û niștimanȋ berde, lȇ tevȋ ku kawdan û mercên ku welat tê re derbas bûye û tê re derbas dibe, ne hiștine partȋ bi gihȇje armancên xwe yȇn dȗr jî, ȗ tevî hemȗ zehmetȋ ȗ astengiyên ku ketine ȗ dikevin di rȇ ya wȋ de, partȋ rêya xwe ya têkoşînê dişopîne ȗ di rȇ ya xebatê de berdewam dike  heta ku armancên ku ji bo wan hatiye damezrandin bi dest bixe, ku ya herî girîng di nav wan de bidestxistina mafên neteweyî yên rewa yên gelê me yê Kurd û veguheztina welêt bo atmosfera azadȋ, dadwerȋ, wekhevî û demokrasiyê ye ku di bin siya wê de bindestî, sitem, zordarȋ, otorîterî û rakirina yê din ji holê radibe, ev yek bi sȗd wergirtin ji pisporiya xwe ya têkoşîna zengȋn ȗ dewlemend bi ezmȗn û dersên ku ji hûrguliyên rojên têkoşînê yên ku şêst û heşt (68) salȇn ku têkoşîna bi hemȗ tiștȇn tȇ de ji kirȋz, qeyran, paşketin û serkeftinên heta roja îro tomar kiriye pêk tȇn.

Partî xwediyȇ mercin objektîfe ȇku dihȇle  bibe ҫavkaniya birȗsika hȇviyȇ ji bo cemawer neteweyî yȇ kurd, ew xwedî mîrateyek têkoşînê ye ku ji Barzanizmê û rêbaza Barzaniyê nemir mîras girtiye, ji bilî şiyan û şehrezayiya ku ji ezmûna têkoşîna xwe ya bi dehsalan bi dest xistiye, ku yên herî girîng ev in: xeta wȋ ya girseyȋ ya ku ji rêbaza riyalîst a saxlem derdikeve û siyaseta wȋ ya hevseng û nerim a pirensîbî ya ku li ser bingehȇn sitanderên têkoşînê ava dibe ku sernavê wê têgihîştin û diyaloga li ser bingeha biratiya di navbera gelȇn ku bi hev re jiyan dikin de, bi taybetî di navbera herdu gelên Kurd ȗ Ereb de ye.

Bê guman vê şiyan, şehrezayȋ, ȗ jêhatîbûnê partȋ pȇgehand ku li hember zehmetiyan raweste ȗ kareset ȗ șikesteyan derbas bike, karîbû xwe li gorî şert û mercên siyasî û têkoşînê yên cûrbecûr ên ku welat tê re derbas bû, bi taybetî piştî ku atmosfera demokratîk di demek kurt de piştî damezrandina wê winda bû, biguncîne. Tevî  kampaniyayên cuda yên curbecur ku ew armanc dikirin, wȋ karîbû heta roja îro rola xwe li ser qada neteweyî bilîze, û bibe hêzek siyasî ya bi bandor, ji ber ku wȋ karîbû pirsgirêka Kurd veguhezîne qada neteweyî û wê wekî pirsgirêkek neteweyî ya baș ȗ bêhempa bike. ȗ ev bixwe nehȇniya zindȋtiya wȋ ȗ șiyana wȋ di xwenȗkirinȇ ye piștȋ hemȗ dabeşbûn û perçebûnên ku ew rastȋ wan hatiye, yȇn ku kȇmtirȋn tiștȇ ku liser wan were gotin ewe ku armanca wan hemȗ parҫekirina ew bȗ ku Partî ȗ xeta wê ya neteweyî û pozîsyona wê ya pêşeng di nav refên tevgera Kurd de têk bibin, bi dûrxistina wê ji qada têkoşînê an jî marjînalîzekirina rola wê ya gelêrî di têkoşîna kurdȋ de.

Lê belȇ tiştê ku her carê ҫȇdibȗ berevajî vȇ bû, cemawerȇ welatparȇz bihtir li dor partȋ kom dibȗ, ȗ partȋ bihtir bi hȇz, șiyan, ȗ xweragir dibȗ, ȗ bihtir dibȗ xwedȋ pisporiya tekoșȋnȇ, ȗ ev yek di bȋranȋnȇn bȗyer ȗ rȗdanȇn ku di salên borî de pêk hatine wek: hilbijartinên Koҫika gel”Meclis elșab”, pîrozbahiyên Newrozê û bûyerên din ên girseyî, û ҫalakȋ yên girseyî yên ku Partȋ û xeta wî ya siyasî hembêz kirin”de diyar dibe.

Piştî ku Kongera diwanzdehemîn di Hezîrana 2023an li darket, partȋ têkoşînek nû daye destpêkirin, bi têkoşîna xwe ya demdirêj ȗ kevnar, bi ruhekî berxwedêr û nûjenkirî û bi biryardariya firaksiyoneke têkoşînê ya wêrek û xwedî ezmûn di gerandina rêyên têkoşînê de, li gorî ruhê demê, dest bi rêyeke nû ya têkoşîn kir, lê di destpêkirina xwe ya nû de, dev ji gotara xwe ya siyasî û neteweyî bi prensîbên xwe yên neteweyî yên zexm bernedaye, ȗ wê her gav, wekî ku cemawer Kurd ew naskiriye, çavkaniya bawerî û pêbaweriyê di tevgera rizgariya Kurd a li Sûriyeyê de be. ew ê her gav di gotara xwe ya siyasî de bi xwe û bi birayên xwe yên ji partiyên din ên Kurdî re rastgo be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…