Evîn Şikakî
Jiyan barekî girane, kesên ku, wî barî radkin xwedî hîzeke hem hişmedî û hemjî derûnî ne vêca bînin ber çavê xwe ku, jinek radihije barê jiyanê, barê xebata kurdewarî û siyasî û di heman demê de radihije barê parastina kultûr û wêje ya kurdî, êdî ew şêrejin ne tenê stûna malê ye lê belê dibe stûna jiyanê û yek ji stûnên helbestê jî.
Dema ev nirxên hêja li cem jineke Kurd peyda dibin bê guman wê kesayetiyeke nûmneyî be. Li vir emê behsa Diya Ciwan weke helbestan bikin û geryanekê di nav wêje û helbestên wê de bikin.
Helbest weke kaniyekê ji dilê Diya Ciwan diherikî wê kaniyê ruhê wê aram û hêmin dikir, tehliya jiyanê pê şêrîn û xweş dikir:
“her ku tama devê min tal dibû/ min dizanî ku ezê helbestên şêrîntir bihûnim…“
Digot jî: “Ez û helbest û rondikên çavan û dirêjahiya şevê her dem bi hev re bûn“.
Diya Ciwan hest bi wê yekê dikir ku, her cara helbestekê dinvîsîe dilê wê geş dibe û gul ji çavên wê diweşin. Dilsozî û dostaniyeke bihêz di navbera wê û nivîsandinê de hebû, dema helbest pênase dikir digot:
“Her ku, helbesteke min dizê çavên min gul û kulîlkan dibarînin“.
Helbest li cem Diya Ciwan zimanê êş û derdê miletê wê bû, dengê korahiya dilê bû, xewn û xeyala azadiya welatê wê her dem di hizrûbîra wê de cih digrt ev hest û xwezî bi helbestî tanî ziman û digot:
“Ez nizanim ka wê evîna azadiyê min li pey xwe bibe heta kuderê lê ez baş dizanim ku ez ji pey wê navegerim. “
Di helbestek din de dibêje :
Welato.. Min rondikên xwe hemû li ser axa te barandin
Bêyî ku, ez hinekî ji xwe re bihêlim da ku, li ser xwe bigrîn
Min her roj ..rojek ji rojên temenê xwe raperî te dikir
Her pakrewanekî te hinek ji canê min bi xwe re veşart
heta ku ji qalikê vala ji min re nehiştin.
Diya Ciwan hebestavaneke têr berhem, behremend û zîrek bû di heman demê de jineke kurdperwer û dilsoz bû, şanazî bi Kurdîniya xwe dikir sipasdar bû ku, xwedê ew kurd daye ev hestê neteweyî di piraniya derbirînên wê de diyardikir û digot:
“Min ti gulavên dî li bejna xwe wernekirin piştî ku ji min re gotin: bihna kurdîniyê ji te tê. “
Di helbestên wê de bersiva pirsan, şîret, mûzîk û wêneyên helbestî pir diyar dikirin wekî çawe jin keziyên xwe dihûne wiha wê jî helbestên xwe bi kubarî, ciwanî û hişmedî dihûnand. Bi pênûsa xwe û biked û xebata xwe ya bê hempa û bê westan ceng bi jiyanê re dikir mala wê li taxa Kurdan( Riknedîn) li Şamê wek navendeke rewşenbîrî û civakî bû, kurdên her çar parçeyên Kurdistanê serdana wê dikirin, mirov dikare bibêje mala Diya Ciwan Kurdistanek piçûk bû, rewşenbîr û kesayetiyên kurd mîna Rewşen Bedirxan, Sînem Bedirxan, Yousef Berazî(Bêbihar), seydayê Tîrêj, seydayê Cigerxwîn, seydayê Keleş, Emerê Lalê hunermend Şivan Perwer, Şakirê Xido û Mehemed Şêxo, herwiha ji başûrê Kurdistanê jî Dr. Felekedîn Kakayî û xaima xwe, Ferset Ahmed, Ordîxanê Celîlî. Celîlê Celîl helbestvan û siyasetmedara Kurd Amîne Zikrî, ji bakurû Kurdistanê jî berpirsê beşê zimanê Kurdî li zanîngehê Zahir Artekîn, lêkolîner Yasîn Dewran û gelek kesên din jî. Di rastiyê de Diya Ciwan bixwe jî keseke Kurdistanî bû, jiyana xwe li bakur, Rojava û li başûrê Kurdistanê derbas kir, hîç danpêdan bi sînorên dagîrekeran nedikir, herdem gotina serxet û binxet bikartanî ango mebesta wê ew xeta sînorî ya ku, dijminên kurdan li gor rêkeftina Sayskis pîko danîbûn.
Diya Ciwan keseke hişmend, bi xîret, xweragir û xebatkar bû, serê xwe li ber zulma jiyanê netewand, bi hêza xwe û bi bîrûbaweriyên xwe li ber xwe dida, zor û zehmetiya jiyanê pir dîtin û derbaskirin ew astengî di helbestên xwe de anîne ziman.
Di helbestekê de wiha dibêje:
Min bi neynûkan kevir kolan
Bi çavan kelim hilkirin
Bi lingê xwe derd gêrekirin
Gotinên min li ser tehtan jî şîn hatin
Eniya min bû mûhra kurdîniyê
Her ku ez helbestekê di ber biskên xwe re dikim
Bi dehan şagirtên Cizîrî, Xanî, Tîrêj û Cegerxwîn dikevin cezbeyeke bihuştê.
Ji bilî mijara Evînî , mijarên weke nerîtên xirab ên civakî , bindestî, serxwebûn û azadiya jinê û pêşxistina wê di helbestên Diya ciwan de hebûn.
Mijara evîn û hezkirinê mijareke pir girng û watedar bû di helbestên Diya Ciwan de li gor wê eger evîn di hundirê mirovan de tune be ew mirov qalikekî virtîvala ye û kesê bi zimanê evînê jî nizanibe bi hîc zimanî nizane, di heman demê de xwestek û hêviya wê ew bû ku, zikata evînê hebe weku çawe şerîetê de zikata mulk û mal heye derbarê vê yekê wiha digot:
“Xwezî û sedhezar car xwezî weke zikat li mulk û malê xelkê dikeve wiha zikat li evîna wan jî biketa bila ez jî hejar û xizanekî li ber deriyê dêr û mizgefta bama. “
Mijara despêkirina nivîsînê li cen Diya Ciwan çîrokek bi serê xwe ye ew di hevpeyvîneke xwe de dibêjê: Herdû keçên dema piçûk bûn navê Kurdistan li ser dîwar nivîsandibûn, her yeke ji wan dogt min navê Kurdistan rast nivîsiye hatin cem min daku navbênkariyê di navbera wan de bikim û bibînim kîjan nivîs ya raste û eger ne rast be jî daku serast bikim. Dom dike û dibêje wê bûyera piçûk û bi wateya xwe hestên min livand û hêla ku, ez dest bi nivîsînê bikim. Min hingê nivîsî roja ku, min başî û xirabî ji hev cuda kir, roja ku, min zulim û xweragirî û berxwedan ji hev cuda kir roja ku, devê min tama tehlî û şirînahiyê ji hev cuda kir.
Diya Ciwan helbestên xwe bi zimanê Kurdî belav kirin. Helbestên wê bo zimanê Erebî, Tirkî û Rûsî hatine wegerandin ev yeke jî hêla ku bêtir nivîs û helbestên wê bêne naskirin. Yekemîn helbesta wê li gor ku, wê behskirî di sala 1982an de hatiye weşandin. Ji bilî helbestan berhemê wê wek çîrok, pendênKurdî û şano jî hatine çapkirin, herwiha Diya Ciwan 46 caran hatiye xelatkirin.
14e Berhemên wê hatine çapkirin ji wan berheman:
1-Pîlek ji deryayên kovanên min. helbest 1992
2- Bazbend- Helebst. – 1997
3- Çîrokên Kurda beşê 1 – 2004
4- Çîrokên Kurda beşê 2- 2007
5- Bênder – Helbest 2007 – Duhok
6- gotinên Pêşiyan -2007 – Duhok
7- Zikata Evînê
8- Hêsrên Ziwa
9- Firmeskên Azadiyê
10- Kenê Reş– çîrok
11- gotinên li ber mirinê
12- Baran- helbest- 2019.
Bi van berhemên hêja û bêhempa ku, pirtûxaneya kurrdî pê zengîn û dewlemed kir rewşenbîr û helbesvana kurd Diya Ciwan karî muhra xwe li dîrokê bide û di nav wêje û edebiyata kurdî de cih û şûneke xwe ya berçav û berketî bihêle hem weke helbestvaneke jin û hem jî weke siyasetmedarke netewxwaz û kurdperwer.
Diya Ciwan di 26ê Sibata 2025an xatirê xwe ji vê dûnyayê xwest û koça dawî kir li ser çûna wê jî nivîskarê kurd Fewaz Ebdê ev helbesta hêja diyarî giyan û rûhê wê yê nemir kir:
Dayê! Tu çû?
Tu çû û te
çend “Pêl ji derya kovanên” xwe
“Bazbend”
“Zikata evînê”
li ser “Bênder”ên Niqare hiştin
ji kaniyên wê avdan
li ber siya Kendal ew lorandin
“Gotinin li ber mirinê”
ji goristana Hilêlîkê derxistin û ji nû ve vejîn
“Gotinên pêşiyan” û
“Çîrokên Kurdan”
bi “Firmiskên azadiyê” û “Kenê reş” re
di ewran de çandin
û vaye îro
ji asîmanên van welatan dibarin..
Tu çû…
Lê helbestê hîna jî gopal girtiye
da ku xak gavên te danequrtîne
Hîna jî
navê te
li ser dîwarê bahozê dinivîse
da ku jibîrkirin jî nikaribe wî xîj bike.
Te dizanî…
Ger jiyan bibe kavil
“wê bîranîn bibin mar û tûpişk”
Lê gotinên te man
Man baranek
li gel xwîna şehîdan
koletiyê dişon
Û rê ji gulan re vedike
da xwe bighînin destê evîndaran.
Tu çû…
Lê wê rê teng bimînin
Ji ber ku gavên te
Li wir
di navbera gor û kulîlkan de
welatekî di şerê man û nemanê de
diparastin.
Pêncî salî…
Û te
zaroktiya xwe di bin balîfê de vedişart
Dibe ku niha
asîman ji te re bêje:
“Rabe.. Derkeve…
leşker li vir neman
Azadî li benda te ye
Derkeve da hûn bilîzin.”
Tu çû…
Lê helbestên te
hîn jî bi nanê kurdan mezin dibin
ji pizota dengên wan firavîn dixwin
Û li ser bergeşên xewn û serhişkiyê berfereh dibin.
Tu çû..
Gotinên te ne dûman bûn
Gotinên te reh in
xwe bi koka xakê ve berdidin.
Sinbilek bûn û
ba dilorandin
Deriyên welêt diparêzin
da ku xayintî derbas nebe.
Tu çû…
Lê helbestên te
hîn jî li ber pencereyan xilmaş dibin
bi stranan şiyar bibin,
Û ji her kesê ku
li ser riyên jiyanê diwestin
û hema dikin bikevin re
dibin gopal.
Niha
Heye ku tu bi dizîka di guhê bê de dibêjî:
“Ez li vir im…
Li vir..
Ne zincîr, ne bend
Li vir.
Helbest e
Helbest e û
çavên xwe vedike
her û her vedike.”
Dikarim di dawiyê de gotina zêrîn a helbestvanê kurd Berken Bereh bibîrbînim dema dibêje:
“Navê jinê şêr e li welatê min
kakilê jiyanê jin e
li vê dinê,li wê dinê
xwedê me bide xatirê wan“