Bavo can

Kawa Nûrî Seydê

Va ez hatim ji xerîbiyê piştî bîst û sê salan

Ez hatim li gora te bikim serdan

Ma ne besin sî salên te li gel yazdan

Te kiriye hevaltiya perî û pêxemberan

De rabe ey qehraman

Tenê rojekê li min bibe mêvan

Ez ji te re bêjim çîrokên xwe û serhatiyan

Ez çi bêjim bavo can

Piştî çûyîna te, ez mam bi tenê li van çolan

Sêwî, perîşan bê te ey stûnê malan

Jiyan li dû te bû barekî giran

Min barkir û ez çûm yûnan

Dem bihurî û ez gihîştim welatê alman

Min keçek çêbû wek te welatparêz û ciwan

Ez çi bêjim bavo can

Kurda ji bo welat kirin raperîn û serhildan

Çeteyên dagirker Konên me dan ber şûran

Bi top û tankan ajotin li ser me bêkesan

Kal derketin pêşiya xortan û li ber xwe dan

Bi mêrxasî kirin tekoşîn li hemberî êrîşan

Tiştî herî erzan bûye xwîna însan

Ji dîwaran xistin xwarê hêma û nîşan

Ji nûve kuştin şahmaran û destan

Qedexe kirin lêxistina zingilên dêran

Mizgeftan bilind kirin dengê nimêj û azan

Melayan kirin bang ji bo qirkirina me Kurdan

wêrankirin pîrozgehên me rojperestan

Hilweşandin tirb û şewitandin termên miriyan

Gelek malbat neçar û bêçare man

Koç bi rê kirin dîsa û bi dizî bazdan

Belav bûn wek keriyên bê şivan

Tu mayî bi tenê tev zeytûnan

Qet mexe ti kovan û xeman

Metê di cihê xwe de ma wek şêran

Av dide tirbên bav û kalan bi dilopên çavan

Dayê min binaxkir li wan welatan

Dişîne ji te re silav û ramûsan

Rabe min hembêz bike ez bi qurban

Em derbas bibin li ser xizman û bikin pirsan

Em bikin seyran û bigerin li ser van gundan

Mîna berê tu bidî ders û fêrbikî ziman

Şagiritên te li benda tene li dibistan

Ey rêzan û rêberê nifşan

Ez didim te soz û peyman

Ez careke din dernakevim ji çiyayên kurdan

Ez ê cot bikim bax û bistan

Ez ê biçînim li ser gora te şilêr û binefişan

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…