Helbest u Vidyo

Xaka pîroz.

Mizgîn Hesko

Di wî dergehî re

Rê û rêwan pirr in?

Riya ku divim

Herî dûr pê ve biçim

Min…

Ber bi lalezaran ve

Ber bi dilê Zagrosê ve dibe..!

Ji wir…

Rê ber bi keskîniyê ve diçe

Xaka min ya pîroz e.

Darhinarên ji memikên Mediyayê

Ciwanî vexwarî

Niha û di werzên gihiştinê de

Dêm sor û dirihayî ne…?!

Darzeytûnên bi xwîdana hezê

Avdayî

Niha û li qeraxên tarî

Wekû stêrên ji xemlê xwe

Diihêwirin…?!

Şînokên me ne

Ev çîçekên boz û nazdar

Fîdanên Kurmênc in

Û sebetên berxwedanê

Ji bayê azadiyê re

Vekirî dihêlin.

Ji wir…

Rê ber bi keskîniyê ve diçe

Xaka min ya pîroz e

Xaka Sîmirên

Ku ji tovê rojê

Firişk nabin

Bilind û bilind difirin

Û ji hilma axê

Dest venabin.

Xaka ahûyên nûhatî

Ku li aliyên birînê

Xwêsiya demsalên nehatî diçêrin

Û herî dawî…

Di riyên bendemanê de

Gezoya pêdariyê dimijin…?!

Xwe bi yariyên zinaran ve

Jibîr dikin

Û guhanên çiyayên berxwedêr

Jibîrnakin.

08.12.2024

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…