Ziman

Têbîniyek rêzimanî li ser rênivîsa latînî ya (kurmancî)

Ebdûlazîz Qasim

– Di rênivîsa kurdî de ya (latînê), di karê neborî de nexasim di karê (niha- dahatî) de, rênivîsa latînî bi awayekî giştî, dûr hatiye nivîsîn ji axaftina kurmancî û her wiha bêyî liberçavgirtina deqên edebiyata kurdî ya kilasîk wekî helbestên (Nîşanî, Xanî û Feqeyê Tîran …) û her dîsa dûr ji deqên olî yên Êzîdayetiyê û strana fulklorî ya Kurdî, lewra pêdivî bo wê yekê heye û bi awayekî bilez, ku divê cihnavê likaw bo kesê sêyê tak (bo cihnavê-ew) digel karê neborî yê (daxwazî, dahatî) de ji (e) bo (ê) bê serrast kirin da biguncê digel axaftina kurdî (kurmancî) de, (ê⇔e); 

1- Demê niha- neborî, nemûne:

– Ew dixwe ⇒ Ew dixwê.

– Ew dinvîse ⇒ Ew dinvîsê.

2- Demê dahatî- neborî, nemûne:

– Ew dê bixwe ⇒ Ew dê bixwê = Ew ê bixwê. 

Têbînî 1: kar di demê dahatî de (di hindek zaravan de, bi taybet di Badînî de) bê pêşgira (bi) tê nivîsîn; bo nemûne:

– Dê peyamekî nivîsît. 

(Dê /Wê … binivîsê ⇒ Dê … binvîsît. 

– Di zaravê Soranî de li şûna wê (êt) tê bikaranîn.

-Têbînî 2: Di hindek zaravên kurdî de bo cihnavê  likaw yê tak bo kesê siyê (ît, êt) tê bikaranîn, ji ber ku tîpa (t) di kurmancî de hindek car tê mirandin, her wiha ku di hindek zaravan de bi tîpa (d) tê guhertin.

Têbînî 3: Çend erkên tîpa (e) hene, yek ji wan erkan ew e ku wekî cihnavê likaw yê kesê dûyê tak (tu) di karê neborî yê daxwazî de tê; nemûne 

– Vê pertûkê bikire.

– Vê pertûkê nekire.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Sînorê Koçkirinê

Rewan Oso Li ber sînorê koçkirinê di bin tirsa çûyîna bê veger de, dayîkên Kobanî hêsirên xwe û zarokên piçûk yên ko…

RÊBERO

Ehmed Tahir Rêbero ma çi ji te kême ev qelsbûna te ji bo çiye kurd dibêjin ê xwe bike ga divê cot…