Konê Reş
Wek ku diyar e, şoreşa gelê Sûriyê di roja 15ê Adara 2011an de, bi têkoşîn û berxwedana xelkên wê yên curbicur destpê kir… Piştî 13 salan, 8 mehan û 22 rojan, şoreş biserket.. Belê di van salan de berdêlên pir mezin hatin dan wek; wêrankirina hovane ya hejmareke mezin ji bajar, tax û gundan, bi milyonan penaber û awareyan, bi hezaran kuştî, bêhejmar birîndar, nêzî mîlyonek girtî, revandî û windakirî.. Dawî, di her di 10 rojên wê yên dawî de ku di roja 27.11.2024an destpê kir û di roja 8.12.2024an de şoreş biser ket û qurbaniyên van her 10 rojan 910 kes bûn.
Di her 10 rojan dawî de, çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam bi serokatiya Ehmed El-Şeraa (Ebû Mihemed El-Colanî) û grûpên wê li Sûriyê ji Îdlibê berê xwe dane Helebê.. Gelek gund û bajarokên ku bi salane di bin destê rêjîma Sûriyê de bûn, piştî çend şerên dijwar kirin bin kontrola xwe.. Bi rizgarkirina Helebê re serokê wan Ebû Mihemed El-Colanî bang li çekdarên xwe kir ku nêzîkî van herdu taxên kurdan (Eşrefiyê û Şêx Meqsûd), li Helebê nebin û ji Helebê berê xwe dane herêmên Kurdan wek Til Rifaat û Şeheba.. Kurdên van herdu herêman jî, ji wan neçarî herêmên xwe li paş xwe hiştin û li gor banga Rêveberiya Xweser, berê xwe dan herêmên aram wek Reqa, Tebqa û Cizîrê..
Dema ku xelkên Efrînê (Til Rifaat û Şeheba), ji cih û warên xwe reviyan û berê xwe dane penaberiyê.. Hingî xemgîniyekê ez girtim, heyecanek hat min û yek çû û di encam de min berê xwe da wan û wiha ji wan koçberan re got:
(Xelkên Efrînê! Dema ku we di reşa şevê de berê xwe da Tebqa, Reqa û Cizîrê hêsir ji çavên min hatin xwarê.. Wa weylê çi bi serê we hat..?! Dilê min bi ser we ve tê guvaştin.. Xelkên Efrînê! Gelo we xatir ji bajarê xwe û gundê xwe xwest?! Dilê min bi dilê we re, bi ser buhişta we ve ye..).
Hem jî, min berê xwe da Welat û wiha got:
(Welato! Ji çend rojan ve, serê min di ber min de maye tewyayî.. Di rewşa koçberên Efrînê de diponjim û di nav ramanan de mame girêdayî! Ken û girnijandin ji min dûr ketine, gotin û peyv ji min direvin..! Welato! Ji welatiyên xwe re bêje; ku ne em li hev rûnên, bi mejiyê di serê xwe de bifikirin, pirs û bersivên xwe، hawar û gaziyên xwe ji hev re bêjin û şanî hev bikin, em nagihêjin armancên xwe û wê halê me ev hal bimîne.. Vêca welato! Ji welatiyên xwe re bêje; yê ku rast û durist welatîkî dilsoz û xemxur be, ew berpirsyare..).
Belê piştî ku hêzên opozîsyonê, bi serokatiya Ehmed El-Şeraa, Heleb rizgar kirin, berê xwe dane Hemayê û ji Hemayê Humsê û ji wir berê xwe dane Şamê.. Bi derbasbûna Şamê re Ebû Mihemed El-Colanî bang li çekdarên xwe kir ku; nêzîkî saziyên giştî li Şamê nebin û tekez kir ku ew ê di bin çavdêriya serokwezîrê berê Mihemed Xazî El-Celalî de bimînin heta ku ew bi awayekî fermî werin radestkirin. Di tev bajaran de, dema ku hêzên opozîsyona Sûriyê diketinê, hêzên rêjîmê Beşar Esed jê direviyan..
Wiha ta ku di roja 08.12.2024an de, hêzên rêjîmê Beşar Esed û dezgehên ewlekariya wî ji hundirê Şamê vekişiyan û grûpên çekdaran derbasî Şamê bûn.. Beşar Esed jî, bi rêya Firokxaneya Şamê ji Sûriyê derket.. B rizgarkirina Şamê re opozîsyona Sûriyê beyanameya bi hejmara (1) li ser kanala fermî ya Sûriyê belav kir û têde got: “Spas ji bo xwedê bajarê Şamê hate rizgar kirin. Rejîma Beşar Esed a dîktator hilweşiya û hemû girtî ku bê ku tewan kiribin û zulm li wan hatiye kirin hemû hatin azad kirin ku di girtîgehên wê rejîma dîktator de bûn..” Herwiha ragehand: ‘’Em daxwazê ji hemû cengaweran û xelkê dikin, tişt û avahî û cîhên hikûmetê biparêzin, bijî Sûriye û xelkê wê û Sûriye ji bo hemû Sûriyane bi hemû pêkhateyan ve..’’. Belê, şer û pevçûnên dijwar li Minbicê û cihên din, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û komen çekdarên bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê de berdewam in.
Îro, Kurdên Sûriyê, bi tevayî, ji encamên vê şoreşê bitirsin.. Nizanin berê wan li kû ye..? Bawer im wê gelek zehmetiyan bibînin.. Lê her wê berdewam bin ji bo parastina mafê xwe ê rewa di Sûriyê de..
Erê di van rojan de, Kurdên Rojava di metirsiyeke mezin re derbas dibin.. Di rojên dîrokî re derbas dibin.. Di rojên hebûn û nebûnê re derbas dibin..! Eger berpirsyarên rêxistinên me nebin yek wek seydayê Cegerxwîn gotiye: “Heger em nebin yek, emê herin (yek) bi yek!“. Û qet Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî li xwediyên xwe venagerin..
Sebaretî Min û Rêjîma Esed/ Bav û Kur:
Ji derbeya Tevgera Raskirina Hafiz Esed di Sûriyê de, meha Sibata 1971ê, anku ji berî 54 salan ve, hingî ez şagirtê dibistana navendî bûm li bajarê Hesekê, ji wê hingê ve, hem wek şahidekî ji nexweşiyên Sûriyê re û hem ku min jana vê rêjîmê kişandiye.. Di bin desthilatdariya vê rêjîmê û deng û basên şoreşa Barzaniyê nemir de mezin bûm.. Di nav salan de wek kurdekî welat û zimanhez, min dest bi nivîsandina Zimanê Kurdî kir.. Ew nivîsandina min î bi zimanê dayikê li hawayê emniyeta rêjîmê nedihat û her pêlekê li min digeriyan, ez dibirim û tanîm..
Di wan çûn û hatinan de, ji min dipirsîn; Çima te navê xwe kiriye Konê Reş? Çi mebesta te ye ji navê Konê Reş? Te çi nivîsandiye, tu çi dinivîsîne..? Ji ku tu fêrî nivîsandina Kurdî bûye..? Çima tu bi Zimanê Erebî nanivîsîne..? Navê eşîra te çi ye? Navê zarokên te û birayên te çi ne? Ka kopiyekê ji nasnameya xwe û wêneyekî xwe ji me re bîne.. Gelek caran çûn diyar bû, lê hatin nebedî bû; kes nizanîbû, roj in, meh in an sal in.. Gelek beşên emniyetê li Qamişlo hebûn; emniyeta Eskerî, emniyeta Dewletê, emniyeta Siyasî, emniyeta Cewiyê û hin beşên din jî hebûn. Her ku serokê beşekî bi yekî nû dihat guhertin, wî jî dişand pey min û wî jî xwe li min diceriband..! Wî jî divîbû Konê Reş, (Hûtê heft serî) nas bibîne..!
Di wan çûn û hatinan de zarokên min dibizdiyan, birayên min dikevin taya min de, dost û hevalên min pirsa min dikirin û wiha roj, meh û sal derbas dibûn.. Di nav re tirs û netebitbûn li min dibûn mêvan û tevna xwe di ser huşê min re vedigirtin.. Dawî, min xwe teslîmî qederê dikir û ji xwe re digot: Ev qedera nivîsandina bi Zimanê Kurdî ye, di kure zirav dibe bela di wire biqete..!
Gelo di bin vê desthilata nû de jî, ez ê jan û zextan bibînim, an na..? Temenê min bûye 72 sal, min 54 sal jê di nav tirsê de derbas kirin, gelo wê yên hatî ji yên çûyî xweştir bin an xerbtir bin..? Ez jî nizanim?
Bi hêvî me, ew 61 salên zordariya rêjîma Baas li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê dubare nebe.. Mafê wî yê windayî lê vegere.. Wek netewekî xwedî ziman li gor destûrên dewletên demokrat jiyana xwe bê problem di Sûriya nû de derbas bike..
Qamişlo 15.12.2024