Sê Pirtûkê Cuda, Bi Sê Zimanê Cuda!..

Gelek xwendevanên hêja, nivîskar û kesen rêzdar, bi eleqeyekî mezin pirtûkên/romanên nivîskarê me İskan Tolun dixwînin û dinirxînin û gelek car jî, dipirsin:

“Çima ev pirtûkên xweş bi zimanê Kurdî û biyanî jî nayên çap kirin?”

Liser pirs û daxwazîyên wan, em êdî pirtûkên/romanên wî, bi zimanê Kurdî û Almanî/bîyanî jî çap dikin. Wek:

Verdammnis/Deniz’ Utopie/Der schlaue Fuchs-Philosophische Worte und Geschichten.

Pirtûk û romanên nivîskarê me İskan Tolun bi zimanê Almanî û bi zimanê Kurdî jî hatine weşandin. Éwilî du roman, bi zimanê tirkî: İbret-Ulu Tanrım, bisernivîsa: Verdammnis û her wisa, romana bi navê: Deniz’in Ütopyası bisernivîsa: Deniz’ Utopie bi zimanê Almanî hatibû qelaptin û çap kirin. Û Nina jî, pitûka zaroka, ku nivîskar bi zimanê dayîkê/bi Kurdî, bi navê: Rovîyê Xasûk-Peyvên Felsefî û Çîrok nivîsandibû, bisernivîsa: Der schlaue Fuchs-Philosophische Worte und Geschichten bi zimanê Almanî hate qelaptin. Nina jî amadeye ku di vê meh a tebax’êde we’re çap kirin.

Bi kurtasî, di nav vê meh a tebax’êde, bi sê zimanê cuda, sê pirtûkê cuda, yên wêjekar İskan Tolun, têne çap kirin. Wek:

Romana zaroka, bi zimanê Kurdî: Gavanê Kal. Romana bi zimanê Tirkî: Mendirekte Dejavu û Pirtûka zaroka bi zimanê Almanî: Der schlaue Fuchs-Philosophische Worte und Geschichten.

Em van pirtûkên/romanên delal û xweş, ji we xwendewanên birêz û hêja re, (di nav vê meh a tebax’êde) bi kêf û coş pêşkêş dikin. Di rojên xweş de bixwînin!..

Qetek ji romana zaroka, Gavanê Kal:

Ku kenê Merdan qedîya, got:

“Xalo, di pêşîya ku werim cem te. Hingî ku tavan dibarîya û disekinî, min du riste yên xweş ber hev kirin, ji bona vê meh a sibat ê. Pir li hev tên, ez pê, pir kenîyam.”

Gavanê Kal bişivî û got:

“Ka bêje.”

Merdan got:

“Ey sibat ê, tu sibat a xaponek î.

Çima tu henekê xwe bi min dik î?”

Gavanê Kal kenîya û bi kenê xwe re, riste ya wî, ber dewam kir:

“Carna germ û carna jî hînik î.

Piçek kinik û rindik î

Lê hinga ku tu xilîlok ê dibarînî,

Bi qesem ê navê xwedê tu dînik î.” Pirqînî bi Merdan ket û bi hev re dest bi ken kirin…

Di nav kenê xwe de Merdan got:

“Wele ku ne ji kumik bûna, ew ê xilîlok a wek xarên şûşe, ê serê min beredayî bele sebep bişkandina. Xebera te raste xalo, sibat dînik e.” Awurên wan ket hev û dîsa kenîyan… Pir kenîyan… 

“Bixwênen, biben hoste û dezgevan çima hûn e li ber pez bivin şivan.” (Cigerxwîn)

Belê, me heta îro şazdeh pirtûkên/romanên nivîskarê xwe İskan Tolun, ku wek modern dengbêj tê naskirin, çap kirîye. Wek tê zanîn, divê dema dawîyêde nivîskarê me, wêjekar İskan Tolun bi zimanê dayîkê/bi kurdî jî pitûk û romana dinivsîne. Wek pitûka zaroka bi navê: Rovîyê Xasûk-Peyvên Felsefî û Çîrok û romana zaroka bi navê: Gavanê Kal.

Di pirtûka Rovîyê Xasûk-Peyvên Felsefî û Çîrok de, gelek çîrokên ken û xweş hene. Ji bilî van çîrokên xweş, bi wate û dîrokî; agahî jibo delalî û xweşîya xweza û nasandina heywanên bêtalûke û bitalûke jî heye. Bi kurtasî ev pirtûk; zarokan di çerçova rêzgirî û xoşewîstîyêde/hezkirinêde, bi zimanekî sivik û xweş, bi perspektîfên felsefî perwerde dike…

Û romana Gavanê Kal, ji zarokan re, bi kêf û coş, rîya sekeftinê wedike; di şewqa armanc û mebest a wan de… Dike ku zarok her tim jiber xwe ve fambikin, bi çîk bin, serkeftîbin û bi serfirazî, bi pêş ve herin…

Bi kurtasî ev romana hêja, di şewqa armanc û mebesta zarokan de, kef û coşa serkeftinê bi wan dide tamkirin/jîyandin. Belê, ev romana zaroka, pirtûkeke pir bi wesf e…

Em hêvîdarin ku hûn di rojên xweyî xweş û baş de bixwînin!.. Silav û rêz!..

Pirtûkên/romanên nivîskarê me İskan Tolun, (Bi sê zimanê cuda: Tirkî, Kurdî û Almanî) li her pirtûkxane û sîteyên înternetê de hene!.. Bi kurtasî, pirtûk li kur têne firotin, li wir hene!..

Ozan Yayıncılık û Babıali Kitaplığı

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

 

Kesayetiyeka ko pir gotûbêj li ser çê bûne, pir gotegot wek pencereyekê li ber hemû bahozan vekirî be…

Dixwazim çend gotinan ji bo dîrokê derbarê evê kesayetiya Kurdperwer û hezkerê welatê xwe pêşkêş bikim…
Seydayê Tîrêj ji min re got: „di mirina Xweda ji wî razî be têkoşer Hecî Mihemedê…

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…