EBDILBAQȊ ELȊ
Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.
Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.
bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî yên desthilatdariyan hatine șewitandin.
Bîrdozî xendekek e hişê mirov tê de tê avêtin,û ew bawer dike ku ew di cîhanekê de ye ku rastiya mutleq li xwe digire û hembêz dike,ȗ her tiştê derveyî wê xeyal û derew in.
hin mînak û ezmûn
“Marksîzm-Lenînîzm” bîrdozî (îdyolocî) ya sedsala bîstan bû,di desthilatdariyekê de pêk hatibȗ ku fermandariya mezintrîn welatê cîhanê dikir,ȗ bȗ hêzeke nȗ ya çalak,li ser demeke nȗ ku livînkarên xwe yên aborî,ȗ siyasî yê bêhempe hebȗn.
Yekîtiya Soviyetî hate damezrandin û bû hêzeke leşkerî û siyasî ya lêdanker,lê bi îdyolociya ku bû faktoreke rawestan û herifandinê mîna qesra ji qûmê ku li peravê ber pêlan bikeve,hilweşiya.
Serpêhatiya Yekîtiya Soviyetî bi gilasînostê bi dawî bû,di demekê de ku bîrdozî li pey her kesê soviyetî bû û di xewnên wî de jî pey wî diket,û di dawiyê de jî gel kêmtir ji piçekî ji mafê xwe bi dest nexist.
Piştî șerê cîhanî yê yekem, cîhan bi bi tevgera faşîst li Îtalyia û nazîzmê li Elmanyayê re rû bi rû bû,herdȗ ezmȗn ji heman malzaroka bîrdozî ya rûsî ya tundrew ji dayik bȗn,lê bi tișekî xwe ne weke dayikê bȗn,ji bilî tundûtûjiya ku ew danîne ser desthilatê.
Li rûsiya ya komunîst, serok”Joseph Stalin”bi milyonan kes,ku di nav wan de hevalên wî yên hizir û partiyê,û efserên artêşê jî hebȗn kuştin,û bi milyonan li Sîbîryayê avêtine zindanan,ȗ her wiha di sala 1929an de wî kurd jî koçber kirin û sirgûnî komarên Asyaya Navîn û Sîbîryayê kirin,û zevî û samanên wan hatin desteserkirin,piştî jinavbirina «Komara Kurdistan a Sor»ya ku bi biryar û piştgiriya serokê berê yê Yekîtiya Soviyetê (Lenîn) di Tîrmeh a 1923an de hatibȗ damezirandin.
“Benito Mussolini”yê ku soza vegerandina meznahiya romayê dabȗ îtaliyan, digel hezaran bawermendên bîrdoziya xwe ya faşîst xwe kișande ser Romayê,ȗ li dijî Etiyopyayê şer kir û Lîbyayî kuştin,ȗ wî sîstemên demokratîk ên Fransa û Brîtanyayê wek rêjmên hov,bêkêr,ȗ kêm deramet bi nav di kir.
li elmaniya ya ku di șerê cîhanî yê yekem de di bin kavilan de jiya û tûşî taliya birçîbûn û bêkariyê bû,çawîşê Awûstûryayî”Adolf Hitler”yê ku bi sîwana nijada arî xwe avête ser desthilatdariyê,di pirtûka xwe ya bi navê”tekoșîna min”de îdyolociya xwe ya nazîtî aniye ziman,ȗ dibêje:(nijada arî ji hemû nijadan bilindtir e,rêberê takekesî sitûna bilindkirina birca mezinayîyê ye).
Herdȗ lîder”Mussolini û Hitler”bi dawî hatin,yê yekem kuștî ji lingên xwe ve hatibȗ bidavekirin,û yê duyemîn jî pișî ku rȗbiriwê șikestê hat xwe kuşt.
Vêce wilo xwiye dibe ku ew ne ezmûnin herî qenc bûn ku dikarin bibin model an jî mînakek,lê belê revînek ber bi pêş ve bȗ ji hesta kronîk a kêmdirametiya siyasî ku pey hemû rejîmên ku ji binê îdyolocîyeke tundrew tên dikeve,û bi pêdiviyên siyasî yên li ser zemînê ku li ber çavan nehatine girtin re li hev dikevin û encam dibe têkçûna vê an jî wê sîstemê.
Her weha hemû ezmûnên ku li derdora me ji aliyê komên îslama siyasî ve jî hatine pêşkêş kirin,bi ser neketine,bê encam mane,û rastî têkçûneke mezin hatin e.
Ezmȗna kurî
ezmȗna me kurdan li sȗriya di vê derbarê de têr ȗ zengîn e,di nîvê dawî yê sedsala bîstê de,em rȗ bi riwê ezmȗa bîrdozîkirina siyasetê bȗn,bîrdozî kete bername ȗ pirogramê tevgera kurd li sȗriya de,ȗ di riwê yekrêziya tevgerê de bȗ çekek,ku weke kêr ȗ penîr, tevger ji hev parçe ȗ tarȗmar kir.
Di wê demê de,ȗ bi taybetî di destpêka salên şêstî de,perçebûn a yekem di rêzên vê tevgerê de bi bihane ya cihêbûna çepgiryê ȗ rastgiriyê çêbû,ȗ pişt re parçebȗn li pey hev hatin û her carê jî parçekaran çekên xwe di danîne ser milê çepê,di bin silogan ȗ durişmeyên”Marksîzm”de,û bi pêşbaziya bi karanîna gotin ȗ hevokên Markisîst ji bo ku bide xwiyakirin ku ev firaksiyon ji ya dî pêşverȗtir e heta ku baweriya serdest bû ew ku “Marksîzm”riya neçar e ku divê were şopandin û reftara wê ya ji bo gihiştina dawiya serfiraziyê,belê ji vê jî bihtir rêbaza danûstendinê û heta bikaranîna gotinan,wek (rêberkirin ȗ pabendbûn yan lipeyçȗn ȗ girêdan)bȗbȗ mijara cudahiyên tûj di navbera aliyên cûrbecûr de.
Hinek ji vê jî wirdetir çûn bi ragihandina aliyên Marksîst di qonaxa têkoşîna rizgariya neteweyî de,tevî ku wan dizanî ku hê nexşeya çînayetî di civaka Kurd de bi hev ve girêdayî ye ku çînên cihêreng ji hev nayêne veqetandin,ȗ ev yek dijberî naveroka zagonên materyalîst ên Marksîzmê ye,ku destnîşan dike ku partî li gorî veqedandina çînan têne afirandin û damezirandin ȗ her partiyek jibo çîneke taybet e.
Ezmȗna çînê
Li Çînê dema ku partiya komunîst bi pêșkêșiya lîderê wê”Mao Zedong”dest danî ser desthilatê piştî ku li dijî hevrikê xwe yê şerê navxweyî”Shan Qian-Şek”biser ket, îdyolociyek bi basik ku li asîmanên xeyalan difirî serî hilda, lîder”Mao Zedong”Çîn bi seranserî ferehiya qada wê ve kire zindaneke îdyolocik,ejdehayê çînî yê mezin tê de danî. ȗ ew bi ramanin seyr yên çandî,aborî û civakî baran kir,heta ku ejdeh neçar ma ku çavên xwe bigire ȗ bikeve kefteleftê,lê Çîn zȗ hișyar bȗ ȗ çavên wê li ser metirsiya kûrahiya bîrdoziyê li ser jiyana çînyan vebȗ ku ew nikaribin jiyana xwe berdewam bikin û asteke guncav a xweşiyê,pêkbênin ȗ bidestbixin, ligor serokê berê yê Emerîka”Nixon”ku wî di pirtûka xwe ya bi navê“serkeftina bê șer”de diyar kiriye,ku wî ji rêberê çînî”Mao”re gotiye :“di demekê de miletên mezin dê xwe di navbera bijartina ku zindî bimînin an jî parastina îdeolojiyê de bibînin”lewra dema ku serokê komunîst”Deng Xiaoping”hat,wî kirasê xwe yê mawî ji xwe kir,qefes ȗ șablonên îdyolociyê şikand,çeper ȗ xendek herifand,ejdeh ji zindanê bi lez ȗ bez,bi coșeke bilind azad bû,qada cîhanê bi ferehiya xwe ve bȗ qad ȗ yarigeh a wî,hizir kir,ȗ dest avête kar,pîșesazî kir,çandinî kir,ȗ…htd.ango Çînê mana di jiyanê de hilbijart wek ku em îro dibînin.
Bîrdozî li kȗ maye?
Mirovatî di deman re derbas bûye ku tê de raman li pey hev hatin,felsefe û ol bi hev re têkel bȗn,mirovan pevçûnin çekdarî kirin ku nexşeyên welatan dikêșan,șop û riya samanan xêz kirin,û bîrdozî jî berhem ȗ hilberek tevgeriyana mirovan ya ramanî ȗ zanestî bȗ.
Îro em di cîhanekê de dijîn ku ji pîroziya ramana dugmatik derbas bûye,ku ew reçeteyek yan formuleke amade ya tijî şileya xewnan û hêviyên ku pirsgirêkên mirovan bi gotin, silogan û dirûşman çareser dike di enjekteyeke bi navê îdyolocî de pêşkêşî mirovan dike, lê tevî vê yekê,tundrewiya ramanî hîn jî li hin șȗn ȗ cihên cuda karê xwe dike,ku tundûtûjî digire ser hin hişan,wan gêj dike ȗ ber bi kuștina yê dî yê cuda ve dibe.
Îdyolocî di hin seriyan de çiyayekî teqemeniyên razayî an şiyar dimîne,her çend rola wê ya rêxistinî ya siyasî weke nêrdewaneke desthilatdariyê kêm biwe.