Helbest u Vidyo LÊBORÎN Nivîskar: nivîskar 2025-01-05 Parve bike Burhan Hesso Bitenê, tê here nemaya xwe, ja tijjjjjjjjjje tunebûn, çendîn rêka goristanê dirêj be Tu nawestî Mîna laşekî vala , ji goşt Ji hestiyan Ji xwînê Ji rehan Tê laşê xwe ê westiyayî ji xwe deynî, bi kenarê xemgîniya xwe ya kevnar ve daliqînî! Û bi kurepist, tê ji xwe bipirse Qey tu Dîn î ? Xwe nabîn î ? Ev çi kîn î ? Loma wilo bêmirês î Û bêtîn î ! Ji pêlve , Wê Ax ji te bipirse , Te çiqas, tirs, li ser balgeha kevir î , li jiyanê û dixewde ,li pey xwe hiştin?? Çend xewnên, nîvkujtî,beravêtî û bodele Binaxkirin Mîna serxweşek î, tê Heyvê bikî peyal, di helbestê dakî Tê ji hevokên xurû serxweş bikevî Te çima peyala hevokan bi tîpan neşikand ? Ez Golek e Av im, tu perestgeh , biser ava min nakevin Ji zelaliya min Ristikê maçan di ava min de Avjeniyê dikin Minê helbestek li ser te binivîsya Lê diwêt , mîna şîr ji pêsîrên te diherikî Û tariyê, avjenî di hêviyan de dikir Maran kirasên xwe di çemê şîrê tede, diguherîn Û Barçemokan li ser sînga te Govend digerandin! Ez lêborînê ji çiyan dixwazin 05.01.2025 Ev gotar bikêr bû? Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e Bikêr Ne bikêr 0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin(0 nirxandin) Şîrove (0) Şîroveya xwe binivîse Cancel replyNav E-mail Save my name, email, and website in this browser for the next time I comment. Şîroveya te
facebook Hûn ji rijanda xwîna evan ciwanên wek gulan têr nebûne? Ezîz Xemcivîn Bi hezaran xwîna wan di ber biratiya gelan de an ji bo rizgarkirina Kurdistanê rijiya ye? Ev komek ji pakrewanên… 2026-10-20
Çîrok Gulistan qelenga xwe dide.. Kurteçîrok Dr. phil.Ebdilmecêt Şêxo Gulistan keça Serbest e,ewa li Efrînê mamosta xaknîgariyê ye,lê bavê wê jî li Reco mamosteyê civaknasiyê ye,ewa baş dizane… 2026-10-18
Gotar Partiyên kurdî, Yekîtiyên nivîskaran û xelatên kartonî Ezîz Xemcivîn Diyardeyeka pir balkêş li nav me Kurdan û bi taybetî sazî û partiyên me yên Rojavayê Kurdistanê belav bûye. Hem… 2026-10-18
Helbest u Vidyo Tava hêviyê Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan… 2026-10-15
Helbest u Vidyo Celadet Bedir Xan Rewan Oso Ximav zêr bû nivîsand Me li ser riya wî şopand Şêr û mêr bû kurdî xwend ... Kurdî şêrîn ziman… 2026-10-12
Helbest u Vidyo Lİ BER DELAVÊN XEYALA TE Hozanê Girkundê Dilê min bûye, çemekî, ji girî Bi hêsiran Rûyê dûriya te, dişom! Li ber kendalên, xeyala te Kevala, hezkirina te… 2026-10-04
Şîrove (0)