Ji çiya heta bi bazarê – metirsî li ser xwezayê

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî di warê dermançêkirinê de jî bi nirx in. Lê paşeroja gencîneyên xwezayê, giyayên kûvî di biharê de wek Mendê, Karî, Sêbisk, Rêvas, Sûs, Mêkok û bi dehan cureyên pincarên Kurdistanê di metirsiyê de ne, komkirin û firotina zêde ya li bazaran gelek ji van gul û giyayên bi nirx dixe metirsiyê de û hin cureyên wan giyayan di lîsta sor de ne an jî berev nemanê ve diçin.

Yek ji navdartirîn giyayên çolê yên Kurdistanê Kengir e. Kengir, Kereng bi navê zanistî yê Gundelia tournefortii L., Sp. Pl. 2: 814 (1753). Hevwateya navên zanistî yên

=Gundelia glabra Mill.

   =Gundelia tenuisecta (Boiss.) Freyn & Sint. 

=Gundelia tournefortii f. tournefortii 

=Gundelia tournefortii var. araneosae DC.

  =Gundelia tournefortii var. glabra (Mill.) DC.

=Gundelia tournefortii var. tenuisecta Boiss.

Gelek cureyên Kengiran hene ku nasîna wan di rêya reng, mezinî yan piçûkiya gulên wan tên ji hevderxistin û nasandin. Wek nimûne Kengirên ku li deştan şîn dibin rengên pelên wan tarîtir in lewma jî wek cure di kurdî de wek Kengira Deştê, Kengira Zozanan, Kengira Çiyayî, Kengirzer û h.d… tên binavkirin. Beşên wê jî navên xwe yên cuda hene, dema tovê wê hişik dibe jê re Kengiroşk tê gotin ku wek çerez li bazaran tê firotin . Ji pelên wan yên hişikkirî jî Kengirperr tê gotin.

Helbet divê neyê jibîrkirin ku hin cureyên wê bi navên bajarên Kurdistanê jî hatine tomarkirin wek mînak: Em dikarin li ser cureyên nû yên ji hêla giyanasê Kurd Firat ve hatine tomarkirin, birawestin.

Kengira Sêrtê (Gundelia siirtica Fırat.),  Kengira Colemêrgê (Gundelia colemerikensis Fırat).

Ev giya di sîstema jîngehê de roleke bingehîn dilîzin. Ew xwarinê ji kêzik û heywanan re peyda dikin û tevkariyê li aramiya axê dikin. Lê çinîna bêkontrol encamên giran derdixe holê. Her biharê berhevkar berê xwe didin çiyayan ku Riwek/giyayên kûvî berhev dikin û li bazaran difiroşin. Ji bo gelekan, ev çavkaniyek girîng a dahatiyê ye. Lê pir caran zêdegavî di komkirina wan de,  dibine egerê jinavbirina wan. Hin riwekên wek Kengir li ber windabûnê ne. Dema ku têne çinîn berî ku tovên wan bigihin, ew nikarin xwe zêde bikin! Ev ne tenê riwekan bixwe dixe metirsiyê lê ajalên ku bi wan ve girêdayî ne jî bi xwe ve girê dide.

Parastina xwezayê: Çi dikare were kirin?

Ji bo parastina giyayên kûvî yên Kurdistanê pêrabûnên domdirêj pêdivî ne:

  • Çinîna kontrolkirî – Tenê hin mîqdar divê werin berhev kirin da ku gul û giya karibin ji nû ve bijîn.
  • Perwerde – Divê mirov li ser encamên jîngehî ên komkirina gul û giyayên çolê agahdar bibin.
  • Li şûna berhevkirina gul û giyayên çolê, çandinî-Hin giya dikarin bi taybetî werin çandin, ji bo parastina xwezayî
  • Herêmên parastî – Li herêmên bi taybetî hestyar, berhevkirin dikare bi tevahî were qedexekirin.

Çiyayên Kurdistanê yên di bin metirsiyê de ne

Riwek tenê beşek ji pirsgirêkek mezin in. Çiyayên Kurdistanê ji ber birrîna daristanan, guherîna avhewayê û çandiniya bê kontrol dinalin û di metirsiyek mezin de ne. Xweza tê tunekirin, û bi wê re debara jiyana gelek mirovan tê tunekirin. Dem dema hişyarkirina van pirsgirêkan e. Tenê bi çalakiyên domdar dikare giyayên kûvî û xwezaya taybet a Kurdistanê ji bo nifşên paşerojê were parastin.

04.04.2025

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …

Hozanê Girkundê
Li wê taxa ji bîrbûyî peyvên pîr ji nav
Dîwarên wê direvin
Ù giyanê min
Li bin guhê hev dikeve
Li wê sikaka
ku bi hezarên keseran
Di qelîştekê wê de
Ji çongan
diketin û kincên xemgîniyê
Li xwe dikirin
Li wê…

Ehmed Ismaîl ISMAÎL

Wergerandin : Fewaz EBDÊ

(Cih hewşa xaniyekî kevne, dîwarên xênî bi kelpîç û heriyê ne, bandora kevne_salan li ser xuyaniye. Li qorziya hewşê bîrek heye, û di ortê de dareke tiwa yî şax li hev geryayî. Kalemêrek ji kevne_dergehekî textî yê odeke nizm derbas dibe, li qelevîskan li…