Bavê Zozanê
Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û Xecê bû .
Nivîskar Marwan Mistefa simînar birêve bir û wisa ser romanê axivî:
Ev roman Romana Şewata Qezerceb ê parçekî ji dîroka herêma me a Kurdî ronî dike bi taybet devera Dêrikê ku li rojavayê Kurdistanê dikeve. Ew bi xwe girêdayîye bi parêzgeha Hisîça ve ku niha ji hêla birêvebirinê ve,ji parêzgehên komara Sûriyê tê jimartin. Navê devera romanê yê fermî kirine Malikiyê .Ew bi xwe bi navê Dêrika Hemko tê nasîn.
Roman çawa nivîskarê wê Luqman Silêman dibêje:Kû mexsed ji nivîsandina wê ne şerê kesî li herêmê pê were kirin yan jî wek nakokiyên olperestî nîşan bide yan jî tiştekî wisa ku pirsgirêrêkên civatê berz û tevdan bike ne ji dûr û ne ji nêzîk.
Armanc a sereke ewe ronîkirina bûyerên taybet rasteqîn ku li herêmê rû dan û min bi xwe -çawa ku daner dibêje- Bi hewildanên xwe yên tekane ev agahî berhev kirin, hin ji jêderên pêbawer û hin jî ji kesên herêmê wek çavdît î,dizanim hin wê pirs bikin çima di vê dema hestyar de ev roman derket ,dive hin biengirin,hin bixeydin, hin gazina bikin lê wek min got tenê armanc jê ewe ku dîroka herêmê newê windakirin yan binçavkirin, ku ji me tê xwestin bûyer û hebûnan wek çêbûne wek birêve çûne bi dûristî bibêjin binvîsin.
Roman yan jî naverok wê çilo dest pêdike:
Niştecihên herêmê yên derdora Dêrikê ta nihakê tev bawerdikin ku Firensiyan gundê Qezercebê wisa jî yê
Hinêwiyê şewitandin. (Hinêwiyê bo zanîn ê gundê ku bavê Silo Koro dengbêjê navdar tê de hat kuştin)
Çirok di salên çilan de yan berî wê bi hindikî çêbiwe,lê di 41 an de ber bi dawî ve hatiye.
Filehên deverê, hin ji binxetê – Îraqê- û pirê wan ji serxetê-Turkiye-hatibûn herêmê.Firansa ew li wir bi cih kiribûn.
Bi qest,bê qest rik û berberiyê di nêv -Kurd û Filan- de rû da filehan pir zor li kurdan dikir ,wê çaxê du leşker hebûn bi navê komsor û giromobîl dihatin nasîn,herdû di bin serkêşiya filehan de dihatin birêvebirin. Vêce zor û setem li kurdan dikirin gundê wan ji wan distandin ,zeviyên wan talan dikirn,dest didanîn ser erdê wanî çandinyê, bi kurtî û wek kurd dibêjin çavsorî li wan dikirn.
Wê çaxê şêx Ibrahîm ji welêt ji Tirkiyê baz da ber bi Gerdemîkê ve hat,paşî çû Qezercebê li wir cî girt.Filehan gazin kirin ku kurd dixwazin feremaneke din bînin serê wan,nakokî, şer,dijberî,mihna,bûyer mezin dibûn,hûrgilî tevlîhev dibûn.
Şêx Ibrahîm ji gund direve bal bi gundê abasa ve diçe li gundê Mistefawiyî nêzî Rimêlan cih digre pêlekî li nik Ilêwî dimîne.
Nakokî dijwar tir bûn,ji xwe piştî derbsbûna Almaniya li Firansa ,du ferwerî yan jî deselat ê wan çêbûn yek bi seroktiya Fîşî û ya din di bin siya Dîgol de bû,Fîşî bi Alemana re bûn.
Ingilîzan firensî ji Dêrikê qewitandin tenê karmendên sivîl hêliştin.
Ta niha Qijla reş dimîne,depo ya çek û amûran tê de bû, di bin destê efserekê kurd ê bakur de bû ji mala Seyd Xanê ´ker bû di salên bîstan de hatibû Sûrî.
Di wê tevlîheviyê de filehan ew efser bi du leşkerê wî ve ku ereb bûn yek ji Meyadîn î bû û yê din ji Dêrazorê bû kuştin û dest danîn ser hemî çekên tê de.Qîmq kurda nehat ,hêrîşê Dêrikê kirin.
Filehan civatek bi lez bi kurdan re xwest,li qezerceb ê rûniştin,şêx Ebdulah neçû, birayê xwe şêx Reşîd rêkir.Kurdan nîvî çekan xwestin, filehan dixwest tenê 400 tivingî radestî wan bikin.Negihan ti encamê li hev nekirin .
Berî hinganê efserê Ingilîzî berpirsyarê deverên koloyanîkirî ceneral Kilop ji Ordinê hat Mistefawiyê bi şêx Ebdilah re wek nûnerê Kurdan yan rêberê oldarên kurd li mala Mehmûd Ilêwî yê mejdel mixtarê gund, civiye.
Şêx da xuyanîkirinku ku her tiştê ser zimanê wan tê gotin tev vir û derewin, em ti dijiminatiyê nakin ne fermanan çêdikin û ne jî me çêkirine vacî wilo ew -Fileh- zor û setemê li me kurdan dikin gund û zeviyê me dibin,hew kes dikare ji mala xwe derkeve wek tu zanê serî hatiye bi pîvazekê
Dawî kurdan nema karîbûn wê zorê bi qurpinin,hêrîşî Dêrikê kirin, filehan hewara xwe gihandin Îngilîzan ku kurd dixwazin feremana wa rakin ,leşker debas bû xelkên deverê bazdan ber bi sînor ve sê rojan li derve man gund vala bûn,di wan sê rojan de qezerceb şewitandin, agir berdan mizkefta wê , dido tê de hatin kuştin, ji wir berê xwe dan Hinêwiyê ew jî şewitandin bavê Silo Koro tê de hat şewtandin, wisa sê çar gundê dî jî di pialnê de dûn, lê li vir sekinîn.
Ev qas bûyer nivîskar Luqman Silêman di vê romana xwe de dicivîne kom dike wek çirokek evînî di nêv bera Gulbeharê de keça sofî Selîm ê firoşgeh ê amorên çandiniyê û ceneral Con de serbazê birîtanî .Wisa jî navên Quryaqis,Gebro, Efrêm ,Yaqo,şêx Ibrahîm,şêx Reşîd ,sofî Selîm û gelekî din wê bi xwêner re gelekî derbas bibin.
Roman nêzîka 270ê rûpeliye ,dîrokiye lê bi awayekî xweş hesan wê şewatê wî şerê dide xatirê dengê dilê Gulbiharê ku yek carna xwêner ji tîna agirê dilê wê agirê mizgefa gund û ew çirûskên ku jê di pekiyan jibîr dike.
Roman ji têksekî wêjeyî sade wêdetir diçe ku dibe jêderek ji bo pêşxistina çandê û çavkaniyek zanînê, ji ber ku agahdariyên dîrokî an siyasî di wê serdema ku bûyeran tê de rû dane ronî dike.
Paşî mamosta Sidîq Şernexî ewî jî herdû roman bi firehî şirovegir in gelek hûrbînî gotin,simînar xweş û geşkir.
Mamosta Goman jî li ser ziman û giringiya peyvê di romanê de axivî.Asteng û pirsgirêgên nivîsandinê ronî û zelal kir in.
Dawî daner Luqman Silêman piştî axaftina xwe bersiva pirsên cemawer da.
Destwerdan û gotobêja nivîskar û wêjevana ji wan Sîrac Osman,Helîm Yûsif,Geryan,Ebdulezîz Qasim,Sebrî Resûl,Dr.Zeyno,parêzer Selah ,simînar zengîntir kirin.
Simînar serkeftî bû biştî 3 katjimêran bi dawî hat.