Dr. Ehmed Nafiz Beg Zaza 1899 – 1968

Konê Reş

   Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

  Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê Zazî) bû. Yusif Beg mirovekî kurdperwer û zîrek bû. Hem jî, halxweş û têr bû. Di warê olî de jî, zana û birewer bû. Li bajarê (Paxir Madenê) cîwar bû. Ew bajarê ku dikeve nav  bera wilayeta Diyarbekirê û Alezîzê de.

   Dr. Ehmed Nafiz Beg di sala 1899an de li Madenê çêbûye, xwendina xwe li bajarê Madenê û Diyarbekrê kiriye û xwendina bijîşkiyê li Stenbolê.. li Stanbolê jî, tevlî kerwanê welatparêzên kurdan bûye wek malbata Cemîl Paşa û Dr. Fuad Hacî ibrahîm Efendî û hin ji Bedirxaniyan.

   Dema ku  Şêx Seîdê Pîranê, dest bi serhildana xwe kir, Dr Nafiz jî, digel bav û mirovên xwe beşdarî şoreşê bûn.. Dawî têne girtin.. Di sala 1928an de, Dr. Nafiz wek gelekan ji welatparêzên kurdan ji zindanê têne der..

   Hingê Dr. Ehmed Nafiz bi destê birayê xwe yê biçûk (Nûredîn/ Dr. Nûredîn Zaza) digre – Hingî temenê Nûredîn 11 sal bûn- û di 1ê ilona 1930ê de derbasî Sûriyê, bajarê Helebê û Şamê dibin..

Li Şamê (bijîşkxaneyekê), li taxa Arnûs vedike. Û di rex karê bijîşkiyê re serokatiya (Civata Arîkariyê ji Bona Belengazên Kurdan li Cizîrê) dike..

   Di dawiya sala 1932an de, dibe bijîşkê hikumeta fransî li gundê Eyndîwerê, nêzîkî sînorê tirkiyê û iraqê.. Dema ku kovara Hawarê di 15ê gulana 1932an de ji rex mîr Celadet Bedirxan ve li Şamê çap û belav dibe, Dr. Nafiz di (Quncika bijîşkî) de dinivîsîne..

   Di destpêka salên 1940î de, Dr. Ehmed Nafiz xwe li bajarê Qamişlo digire û têde kilînîkeka xwe vedike..

   Di destpêka salên 1950î de, jineke filleh bi navê Medam Ivon ji xwe re tîne. Ji wê jinê sê zarok ji wan re çêbûn, kurek û du keç: kur navê wî Cem e, miha li bajarê Qahîre dimîne, keçek navê wê Hulya ye, niha li Keneda dimîne..

   Di salên 1960î de, Dr. Nafiz nexwş dikeve, ji ber nexweşya xwe mala xwe bardike Helebê û li wir kilînîkeka xwe vedike.. Di sala 1968an de ji bo dermankirina canê xwe diçe Beyrûtê, nexweşxaneya Amerîkî, lê mixabin, têde, Xwedê canê wî yê nazik destine.. Kebaniya wî (Medam Îvon), daxweazên wî bi cî tîne, termê wî ji Beyrûtê tîne Helebê û ji Helebê tine Qamişlo nav heval û hogirên wî Xelkên Cizîrê.. Û xelkên Cizîeê bi tev neteweyên ku têde dijiyan, ji Kurd, ereb, ermen û siryan ve, pêşwaziya termê Dr. Nafiz dikin û wî li gundê Dugirê, (Ku li rojhilatî Qamişlo de bi dor 30km dikeve), di rex heval û dostên wî de wek: Haco, Abdulrehman axa Eliyê Ûnis, Hemze Begê Miksê, Haci Mûsa Begê Xuwêtlî, Hesenê Haco, Arif beg Abbas de vedişêrin..

   Wek ku me got, Dr. Ehmed Nafiz Beg, ji doktorên kurdan yên pêşî bû di Suriyê de, hem ji yê pêşî bû di warê nivîsîna bi zimanê kurdî latînî de.

   Di roja iro de, nexweşxaneyek di bajarê Qamişlo de bi navê wî heye, hem jî bi dehan ji xelkên Cizîrê navê wî li zarokên xwe kirine û hêj nav û dengê wî di nav xelkên Cizîrê de belave. Sed rehmet li giyanê wî bibare, buhişt cî û warê be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...