Helbest u pexşan

Dişewite

Miguel Gane

Wergera ji almanî: Sîrwan H. Berko

Na, bêdengî te xweşiktir nake.

Tu xweşik î dema tu li ber xwe didî,

dema tu ji bo xwe dibî xwedî helwest,

dema tu bêdeng nabî,

dema peyvên te gez dikin,

dema tu devê xwe vedikî,

û her tiştê li dora te dişewite.

Na, bêdengî te xweşiktir nake.

Tu hingî tenê hinekî mirî yî.

Û ger ez tiştekî li ser te zanibim,

ew e

ku min qet,

tucarî,

kesek nedîtîye ku ewqas dilê wê/î heye ku bijî.

Bi dengekî bilind.

=============

Miguel Gane, helbestvanek ji Romanyayê ye, lê bi zimanê spanî dinivîse. Ew li Spanyayê dijî.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Yekxistina Pêşmerge 

Ali Jouma Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew…