Di 17 . 04 . 2014 an de, li Navenda Komela Rewşen Bedirxan, li bajarê Efrînê, Komelê kongira xwe ya sêyemîn, di bin silogana ( Şêr şêr e, çi jin çi mêr e ) li dar xist. Pirograma kongir bi kêlîkeke bêdeng li ser rewanê pakrewanên doza Kurdî û şoreşa Sûriyê dest pêkir. Di pişt…
Filmê Derhinêrê Kurd Mano Xelil xelata yekem a Festîvala Sînama a Navnetewî a Bozen 2014 stand.
Filmê Mano Xelîl bi navê „Mêsevan“ bi elmanî „Der Imker“ roja 13.4.2014 li festîvala navnetewî a Itali Bozen Film Festival ku ji roja 9. Nisanê heta 13 Nisana 2014 li dar ket hat laiyqî xelata yekem girt.
Ev xelat bo…
duh çarşemê li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Si`ud Mela Sekreterê nû yê Partiya Demokrata Kurdistanê li Suriyê PDKS û Endamên Serkirdayetiya wê partiyê kir û li gel wan civiya.
Li gor malpera fermîya serokatrîya Herêma Kurdistanê, di destpêka kombûnê da Sekreterê nû yê Partiya Demokrata Kurdistanê li Suriye ji bo rexsandina vê…
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Bielefelda elmanyayê şeveke helbestê li dar dixîne.
Di şevê de helbestên Kurdî û Erebî ji alî helbestvan Ehmedê Huseynî, Yûnis El Hekîm û Ciwan Qado di gel mûzîk û stiranên hunermend Remedan Xidir têne xwendin û piştî xwendinê guftûgo derbarê rewşa helbestê û astên nivîsandina helbesta Kurdî û erebî…
Hejmara 23an a ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmarek taybet bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket… Di hejmara 23an de, çend germiçank hene, weke:
Gotar, Lêkolîn, Dîrok, Wergirandin, Hevpeyvîn, Çîrok û Helbest
Di van germiçanka de, nivîs û berhemên gelek nivîskar û helbestvanan hatine weşandin.
Nivîsara destpêkê:
Helbesta Seydayê helbestvana Cegerxwin “Di Bîranîna Qadî Mihemed” de, û…
Qamişlo (welatê me) : Bi helkefta diwanzdemîn sal ku li ser koçkirina hîmê helbesta kurdî ya resen seydayê Tîrêj re, û bo roja helbestê ya cîhanî re, duh şemiyê 22/3/2014 an li bajarê Qamişlo û di bin sêwana Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûrya, mehrecanek helbestî hat lidar xistin.
Di serî de bi xêr hatina mihvanan ji…
Bi helkefta diwanzdemînsal ku li ser koçkirina Seydayê Tîrêj re derbas dibe,
û bo roja helbestê ya cîhanî re
Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya we vexwendî mehrecana helbestê ya salane dike
Cih: Qamişlo – Taxa Al-siyahî – Hola Kongiran
Dîrok: Şemî 22.3.2014
Demjimêr: 11-ê Beyanî
Bi amadebûna we roja Helbestê geş dibe.
Bi helkeftina borîna sed û yazdeh salan li ser jidayikbûna rêberê neteweya Kurd Barzanîyê nemir, û li jêr dirûşma “ Hiş û sewdan bi xwendinê geş dibe ” û ji bo bilindkirina asta zanistî û rewşenbîrîyê, Peymangeha Bedirxan a zimanê Kurdî, vekirina pirtûkxaneya Barzanîyê nemir li bajarê Dêrikê radigihîne.
Cih: Avahîya Keyfo Mustefa; pêşberî dermanxaneya Enes…
Komîta xelata Cigerxwîn a ji bo afirandina helbestê ya sala 2014an, biryar da ku xelata xwe ya îsal bide helbestvan û nivîskarê navdar Konê Reş, ji ber kar û keda wî ya berdewam di ber çand û afirandina kurdî de.
Xelata Cigerxwîn a ku di sala 2001ê de destpêkiribû, yek ji wan xelatan e ku Hevbenda…
Hejmara 22an a ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmarek taybet bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket… Di hejmara 22an de, çend germiçank hene, weke:
Gotar, Quincik, Lêkolîn, Dîrok, Wergirandin, Helbest, Hevpeyvîn, Foliklor, Çîrok û Facebook.
Di van germiçanka de, nivîs û berhemên gelek nivîskar û helbestvanan hatine weşandin.
Nivîsara destpêkê: rewşenbîr û helbestvana hêja Boniye Cegerxwin nivîsandiye,…