Serok Barzanî bi Serkirdayetiya partîya Demuqrata Kuridstanê – Sûrya re civiya

 duh çarşemê li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Si`ud Mela Sekreterê nû yê Partiya Demokrata Kurdistanê li Suriyê PDKS û Endamên Serkirdayetiya wê partiyê kir û li gel wan civiya.  

Li gor malpera fermîya serokatrîya Herêma Kurdistanê, di destpêka kombûnê da Sekreterê nû yê Partiya Demokrata Kurdistanê li Suriye ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û bi kurtî ji encamên kongreya yekîtiya siyasî û dirustbûna Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriye û erk û raspardeyên vê kongreyê xisterû û Serok Barzanî ji serkeftina kongreyê agahdar kir. 
Her di evê kombûnê da endamên serkirdayetiya PDKS bi vê helkeftê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Kurd û Serok Barzanî kirin û ji bo Serok Barzanî û gelê Kurd soz dan li xizmeta rêbaza Kurdayetî û berjewendiyên neteweyiyên gelê xwe dabin. Sekreter û Endamên Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriye spasiya Serok Barzanî kirin ku palpiştê xuşk û birayên Kurd li Sûriye bûye û palpiştiya Serok Barzanî ji bo berev pêşvebirina doza rewaya gelê Kurd li Sûriye bi sedemeke bi hêz zanîn.
 
Li beranber da Serok Barzanî ji bo serketina kongreyê û encamên kongreyê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Kurd û şanda mîhvan kir û hêvî xwest ku li erk û karên xwe de serkeftî bin. Serok Barzanî li gotarek de balkişande li ser wê yekê ku bîr û baweriya Kurdayetiyê me li dewra hevdû komkiriye û ji bilî wê balkişand li ser xebata gelê Kurd li Sûriye ku em her çi bikin nikarin qerzê gelê Kurd li Sûriye bidîn ji ber ku li rojên teng da yarmetiya şoreş û xebata tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê dane û ew dilsozî û xemxuriya wan cihê şanaziyê ye.
 
Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de daxwaz li Sekreter û Endamên Serkirdayetiya nû ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriye kir vê serkeftinê û encamên kongreyê biparêzin û birayane û kurdperwerane li gel hevdû da bin û erkê we yê serekî ewe bê ku nehêlin vê derfeta li Kurdistana Sûriye ji bo gelê Kurd hatiye holê bi vala biçê. 
 
Serok Barzanî amadehiya tevahiya xwe û Herêma Kurdistanê ji bo palpiştîkirina Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriye ragihand û balkişand li ser wê yekê ku ji bo muamelekirina li gel rewşa siyasiya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li nav xwe da her biryarek bidin palpiştiyê li we dikin. Serokê Herêma Kurdistanê li dawiya axaftina xwe de paşaroja gelê Kurdistanê bi geş û pir bi hêvî wesif kir û wê yekê xisterû ku guhertinên navçeyê û cîhanê li berjewendiya gelê Kurdistanê ye û pêwîste em hemû sûd ji van derfetan werbigrîn ku ji bo gelê me hatiye holê.
————-
peyamner

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…