Nûçe

Dostên hêja:
Yekemîn ahenga navîşkkirina pirtûka min (Zabêl Ez Ermenî Me!) dê li bajarê Bad Fallingbostel lidar bikeve, ya/ê ko bixwaze amade bibe, bi hatina we ez ê pir kêfxweş bibim.

Li navenda Yekîtiya (Mala) Êzdiyên Heidekreis
Oerbker Berg 6,
29683 Bad Fallingbostel

Roja Şemiyê 11.05.2024
Demjimêr: 14:00

Ezîz Xemcivîn

 
(Donaueschingen – Welatê me) Îro Şemiyê 27.04.2024 partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) ji bajarê Donaueschingen li başûrê Almanyayê dest bi kampanya xwe ya hilbijartinên Parlementoya Ewropayê kir û li wir jî merasîmek axaftinê bi amadebûna seroka partiyê, Alice Weidel, û hejmarek ji serkirdeyên partiyê, di nav tedbîrên tund ên ewlehiyê yên rayedarên almanî de….

Komîteya “Nirxandin û Biryardanê” ya pêşbirka kurteçîroka kurdî karûbarên xwe di dawiya meha adarê de tewaw kir û endamên wê encamên nirxandina xwe şandin ji komîteya rêvebiriya pêşbirkê re, ji bo ku ew jî rabe bi rêkxistin û rêzbendkirina encaman û piştre careke din ji wan re vegerêne bo belgekirin û piştrastkirina encaman da ku…

Li bajarê Şilêswîg li bakurê Elmanyayê, Komeleya Kurdî-Elmanî pêşingeheka hunerî ji du şêwekarên jin re vekir.
Şêwekar Sirwe Berzenjî ji Başûrê Kurdistanê û şêwekar Renda Silêman ji Rojavayê Kurdistanê, bi kevaline ciwan û qeşeng beşdar bûne.
Piraniya kevalan li ser jinê bi giştî û li ser jina Kurd bi taybetî hatine nigarkirin.
Ev yekem care li bajarê Şilêswîg…

Bi bûneya hatina cejna Newrozê, Komeleya Kurdî-Elmanî li bajarê Şilêswîg dê bi hin çalakiyên balkêş rabe.
Li roja 20.03.2024an demjimêr 16.00 bi vexwendina kesayetiyên bajar dê agirê Newrozê li navenda bajar bête hilkirin û bi diyarîkirina gulan li ser amadebûyan Newroza wan bête pîroz kirin.
Hin endamên Komeleyê jî xwebexş dê piştî hilkirina agirî diyariyan li ser…

Li Bajarê Kiel-Elmanyayê bi helkeftina Roja Cîhanî ya Jinê û Roja Cil û Bergên Kurdî, Hevgirtina Jinên Kurd ya Rojavayê Kurdistanê çalakiyek li dar xist. Çalakî bi sirûda netewî ya Kurdistanê dest pê kir. Birêz Gulistan Beşîr û birêz Selame Abdullah li ser Jinên navdar yên Kurdistanê û rola jinê bi giştî di dîroka Kurdistanê…

Piştî salekê ji damezirandina Komeleya Kurdî-Elmanî, evro 17.02.2024an li bajarê Şilêswîg (Schleswig) konfiransê salane yê komeleyê lidar ket. Endam û berpirsiyarên komeleyê li ser xalên giring raswetiyan, kar û çalakiyên sala bihurî 2023an nirxandin û li ser rewşa nexşexebata dahatî peyivîn.
Di civînê de li ser çalakiyên sala nû û bi taybetî Newroz û agirdadana…

 
Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê “Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî” ya sala 2023yan dîyarî zimannas û nivîskarê Kurd yê qedirbilind Deham Ebdilfetah kir.
Birêz Deham Ebdilfetah, ku zêdetirî çil ye salî ye di warê zimanê kurdî de dixebite, roja şemîyê, 13ê çileya 2024an, ji bo wergirtina xelatê ji hêla Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê…

 
Hejmara (20) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê (Cewher û girîngiya wêjeyê) ye, ji pêşekiya hejmarê:
“Wêje xwedî girîngiyeke mezin e, ya herî girîng jî ew e ku wêje têgihaştina giştî ya civakê zêde dike, her wiha derfetên hînbûna li ser rêya jiyanê û…

Roja Yekşemê rêkeftî 03.12.2023, li bajarê Dortmund, li ser vexwendina Komîteya amadekar, ya ko ji çend kesên serbixwe pêkhatibû, bi sedan kes wek nûnnerên corbicor ji pêkhateyên revenda Kurd li Ewropa, ji kesayetiyên civakî û rewşenbîrî, komele û rêxistinên civaka sivîl, herweha hêzên siyasî, li hev civiyan; mijara civînê guftûgoya rê…