Nûçe

Bi daxwaza geşepêdana karê niştimanperwerî yê hevbeş û bihêzkirina yekîtiya gelê sûrî, ji bo ku hevbendî zimanê gelê sûrî bitevayî be û gelê sûrî bi zimanê wê biaxive, nivîsgeha ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî, beşek taybet bi zimanê kurdî vekir, ev gaveke dine ji bo pêşxistina hemerengiya resen ya ku Sûriyian ji sedên salan…

dê di demek nêz de wê Dîwana Mihemed Ebdê a bi navê (Hestên Min) bikeve nav destên xwendevanan de.

Helbestek ji dîwanê:

Ala me
Hey- hey Ala me
Bê te nabe jiyana me
Çi xweşikin rengê te
Sed pîroz be li gelê me
Sor….

Xwîna şehîdê me ye
Kesk…..
Xweşiya welatê me ye
Sipî……
Rengê aştiya me ye
Zer …..
Nîşana yekbûna me ye
Hezar carî dibêjin
Gorî te be…

Hejmara 27an a ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmarek taybet bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket… Di hejmara 27an de, çend germiçank hene, weke: Gotar, Quincik, Lêkolîn, Helbest,folklore û Pirtûkên nû. Di van germiçanka de, nivîs û berhemên gelek nivîskar û helbestvanan hatine weşandin.

Nivîsara destpêkê:Arşevê Oskan: Kesê welatê xwe ji bo keçekê bifroşe Gotar: Can Kurd:…

Ev çend roj in ku li Şingalê tirajediyeke mezin rû daye, vê tirajediyê gelek pirsên bingehîn bi xwe re anîn. Pirsên weha giran ku girêdayî hebûn û nebûna gelê kurd in, ya di dîrokê de. Ji her alî ve hêzên tarî derûdora welatê Kurdan girtine û di çarçova şerekî demdirêj û dijwar de, ji…

Di rojên navbera çarde heta şazdê tebaxa îsal de14-16.08.2014, wê li bajarê Sandviken ê Swêdê, mîhrecana Rojava ya Çand û Hunerê lidarkeve. Bajarê Sandvikenê heman bajar e ku kongireya damezrêner a HRRK Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, berî deh salan, lê çêbû.
Ev çalakî di çarçoveya rêzeçalakiyên HRRKe li bajarên welatên Ewrupayê destpêkiribû, ku di adara…

Konê Reş

Îro (15.07.2014), danê sibehî, ji bo derbasbûna 63 salan di ser koçkirina Mîr Celadet Bedirxan re, min semînerek di navenda Aso a Rewşenbîrî de li bajarê Qamişlo, li dor kar û xebatên Mîr Celadet Bedirxan pêşkêş kir.. Di nav re jî, min ronahî berda dor malbata Bedirxaniyan a dêrîn û di destpêkê de min…

Konê Reş

Diyare ku di rojek mîna îro de (13.07.2014), ji berî 25 salan Dr. Ebdulrehman Qasimlo li Viyenayê bi destê ajanên rêjîna Îranî hatiye terorkirin û bûye şehîdê Kurdistanê.. Wek wefadarî ji bîranîna wî re, me jî Îro, li bajarê Qamişlo, katjimêr 10,30 li Navenda Aso a rewşenbîrî semînerek bîranînî ji bo bîranîna wî…

Bi helkeftina derbasbûna 25 salan di ser terorkirina Şehîdê Kurdistanê Dr. Ebdulrehman Qasimlo re, wê Navenda Aso a Rewşenbîrî li bajarê Qamişlo di roja 13.07.2014an de, semînerekê lidarxîne. Semînervan mamoste Derwêşê Xalib e, yê ku yek ji dostên wî bû û çend sal pêre li Pragê derbas kirine.
Cih: Navenda Aso, roj: 13.07.2014, katjimêr: 10,30
Bi hatina…

Hejmara 26an a ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmarek taybet bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket… Di hejmara 26an de, çend germiçank hene, weke:
Gotar, Quincik, Lêkolîn Helbest, û Pirtûkên nû.
Di van germiçanka de, nivîs û berhemên gelek nivîskar û helbestvanan hatine weşandin.

Nivîsara destpêkê:
Ezîz ê Cewo: ROJNAMEGERÎ DIVÊ HEM AZAD BE, HEM JÎ BÊTEREF BE!
Quincik:…

Rêxistinên Europa yên hejmarek ji partiyên kurd û komek ji serbixweyan we vexwendî rawestina yeksaliya komkujiya Amûdê ya tirsnak dikin, ya ku çeteyên Yekîneyên Parastina gel, şaxê Sûrî yê Patiya Karkerên Kurdistanê li dijî xwepêşandanek aştiyane pêk anî bû. Di wê rojê de xwepêşandaneke aştiyane ji boyî azad kirina jimarek ji girtiyên kurd ên…