kerîma reşko
Dema ez te dibînim
rondikên çavên min
hûr hûr dibarin
xwe nêzîk meke
dema dûrbûn
di dilê te de hebe
soza mede min
ez pir birîndarim
ey jiyana min
bese birîndarî
ji min er
laşê min
dilê min
hew kare jîn bibe
dûr here
û ji bîr bike
têpên dilê min
Şadiya (Diya Şivan)
Nalîn û Jana birînê te ketin xewê.
Pênusa zêrîn tu namirî tu her dijî.
Çil roj find û fener, dikin ronî.
Çil roj peyv û pênus, digerin kelogirî.
Arşevê Oskan Sitêra wêjeya kurdî.
Çend payîz û zivistana,
buhara dilê te kirin seqem?
Çend lehîyên xwînê,
pênusa te herikandin warê evînê?
Çend rûpel…
Ehmed Mustefa
Ala me bedew û şêrîn e
Şêrîne û xweş rengîn e
Rengîne ji rengê buhare
Buhar xemila adare
Adar meha gulan ne
Gul in sor û sipî ne
Rengê gulan pir şêrîn e
Buhar bo kurdan mizgîn e
Ala rengîn buhare şêrîn
Tuyî evîna xemilandî jîn
Kurdistan buhişt û evîn e
Ew keskesor e ew jîn e
Ehmed Mustefa
şeva .17.12.2012
roj.ava2011@gmail.com
Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk
Lorîna Arşevê Oskan
Çima tu ew qasî ji birînên min hez dikî helbestvano!?
Va ye stêrkekê, esmanekî tawanbar, bi qurbana êşa te dikim helbestvano!
Va ye frişteyekê li ber serê te, li ber lingên te digurînim helbestvano!
Va ye alên xwe yên spî ji bêbextiya êşê re bilind dikim helbestvano!
Va ye di dawa bêrîkirina helbestê de wek miriyekî…
Keça delal! Evê nameya apê xwe, li ber serê bavê xwe bixwîne…
Arşevé Oskan!
Bazê helbestê …Oxira xêrê be …
Min dixwest ez bihna xwe fireh bikim û guhdarî te bikim… Lê xuya ye ji çemê xembariyê em bi hêsanî dernakevin…
Hevalo! Em miletekî béwijdan, sextekar ü derewçîn in…!
Tu zanî çi qas em dijminên hev in, ji hev hez nakin…!
Di…
Mihemedê Seyid Husên
Jana peyamê hingavtime
xemgîniya kêferatê bi kula
penceşêrê re dagîrkirime
li gel koça Arşevê Oskan
ji kovanên dil azirîme
xuricîna lixêvên newaziyên
coşdar li min sincirîne
yadîgarên şahlewendî
pelmarî hestên min bûne
kenyana rûdêmê li hevhatî
tucar jibîr nakim
behremendiya afirandinê
bi stêrkan re pevçiniye
berê xwe ji heyvê guhertiye
çima ku para wî
li evîna qedexe xistiye
çima ku li…
Ehmed mustefa
Ew ne xeyal bû
Ew helbestvan bû
Ew ne xeyal bû
Ew rewşan bîr bû
Ew ne serok û ne pedîşah bû
Ew roman nivîs bû
Ew ne xeyal bû
Ew xwedan dîrok û ziman bû
Ew ne xeyal bû
Ew Arşav OSKAN bû
xwedanê pênûseke ronek bû
Ew ne xeyal bû
Dildarê zimanê xwe bû
roj.ava2011@gmail.com
Birasozê Sirûcî
Bi pênûsa xwînê,
bi peyvek lal ji derya jînê,
te hûnand awaza nervînê:
“Ez yê te me tu ya min î ,
Ta mirinê…”
Ji lêlava lêvên gezok,
li ser pêla liva dilê te,
ez mam û mam…
ji pelên şewitî ji efsana min û periyê,
helbest ma bê navnîşan…
Peyal ma vala ji meyê…
Û Kevoka spî di sînga te de, venişt…
lê hembêza te
,her…
Eziz Xemcivin
Yê ko li dûv wê bû,
bi kurdî
di hejmariyê de nezan bû…
Yê ko li dûv wê bû,
bi erebî
di kîymya de nezan bû…
Dema hejmarî û kîmya tevlihev bûn,
di goşeya înanê de li qelevîskan rûnişt…
15.11.12
Eziz Xemcivin
………………….
Hejmarî: Hejmartin (Bîrkarî)
Qelevîsk: Qerevîsk: Rüniştina li ser lingan bé ko paşiya mirov bigihé xaké(erdé).
……………….
رأس العين
من كان وراءها بالكردية كان جاهلا بالحساب
من كان…
lazgîn dêrûnî
Rewşenbîr û yên nivîskar
Milet li we dikê hewar
Çav li we hêvî mezine
Çare zanîn û xwendine
Va li nav me bûye bihar
Têde bike xebat û kar
Rola te îro giringe
Pênûsa te wek tifinge
Karê te pîroz û rinde
Milet bi te ser bilinde
Ti rêber û ti rêzanî
Ji bo milet ti zimanî
Hemî werin ser yek xetê
Em bernedin vê derfetê
Keç…