Narîn Omer
narinomer76@gmail.com
*-polat nerm dibê û yasaya heseniyê li bejna xwe dikê û hêjî Kurdo dibêjê:
ezim ew kurdê serk hişk û hesin.
*-rojhelat bi ramûsanan xatira ji rojava dixwazê, piştî tav hêdî hêdî bero lana xwe diçê û ji nûve kurdo hişyar dibê û bang dikê:
Hey hoo, dem û dewran di destê min de ye û…
Şahoz Haco
Bajarên bê deng û gundên dil şewat di axîn, nalîn û xewnên xwe de hûn man dil şikestî.
Dilên ku di nav mistek ax de, di Jenin.
Tu caran we hestên xwe û evîna xwe ji biyaniyan re, ne hingavtiye.
Ji ber çi wilo li we hatiye.
Çima wisa hûn ker û lal in.
Çima…
Narîn Omer
narinomer76@gmail.com
Xwarin…
silavan li zikê westayî nakê
Hoşînî…
li gemiya xeman siwar nabê
Rondik…
Dilopên xwe yên dijwar di çavên
Bê hêviyê de diçînin û metirsiya xwe ji
bawermendiyê re eşkere dike.
Nizanim:
Çimaçav û gavên min ji
Şopandina gemiya
Bê ojdaniya nexêrxwazan tobe nakin?
Neynik a kesayetiya min!
Ezjiyanabêgiyanqebûlnakim, û
Mirina bê jiyan jî
ez qebûlnakim
lewra pêwîst e
tu min fêrîrê û pêkên van herdû
rengên jiyanê
bikî:
Jiyana bi…
MISLIM ŞÊX HESEN
Bese rabin lawê kurdan
Şiyar bibin ji xewagiran
Sêrbikin li xwaka kurdan
Sal derbas bûn bihezaran
Cima tu mayî li bindestan
Kar û barê we giran
Dijmin neyar li Kurdistan
Agir berdan bax û bistan
Sêwî kirin zariyên kurdan
Kurd xapandin bi misliman
Bê parkirin ji herdu dinyan
Bawer mekin tu caran
Maf bimînin li bindestan
Rojên pêşiyê yên kurdan
Hêvî û armanc Kurdistan
Ronî ELÎ
Hîn di tîpên navê te de
Çirûska vejîna welatekî
Hêviyên min dişopîne
Hîn di boxça gotinên te de
Gelawêja evînê
Sînorê welatê min
Derbas nekiriye
De lo lo welato
Penaberin hestên ziwa
Di navbera
Bangewaziya hembêza te
Û ahînên berbangê
Di gewriya dilê yarê de
Hîn di tîna germa havînê de
Di siha mijgulên te de
Bi hilam honikiya dîwarekî bê pişt
Li ser sînga te
Limêj dikim
Hîn bi ava…
Mihemed Hesko
Tenê Te (1)
Ji hundir ve bi kulemistên viyanê
derî yê dil kuta
û dîwarên dezeyên hişê min
bi awrên dildarî yê anîn xwar
li paytext a dil, tu bû serdar
nizanim, gelo..bindestim
an azad û serbestim!
lê…hay a te jê heye…
ku tenê kilît a dil,
ji serdestî ya te revî
û xwe ji min jî, vedizî…
û çû bû dost û hevalê
dem û…
Merwan Berekat
Dilrevînê!
Dema ez te dibînim, tûjbûna nêrînên min ko dibe.
Tenê bi kenê te
kovan, derd û birînên dilê,
ku bi evîna te lêdide derman dibin.
Bêje min dilrevînê! Ez çi bikim?
Tenê ji bo te,
ez bi felsefeya eşq û jiyanê bawer dikim,
û bila tu zanibî…
eger ez kêlîkekê nivişta eşqa te ji buxçika…
Hadî Behlewî
Bi helkeftina diwazdemîn sal ser koçkirina seydayê Tîrêj, û bo roja helbestê ya cîhanî vê helbestê ji we re pêşkêş dikim
Li dêmê wêjeyê seyda tu xale
Tu tîrêje xwedî şewq û şemale
Li ser janê xwe ristê xwe di hûnand
Te bûrandin demin pir tûj û tale
Te vîna kurd û Kurdistan dikir xêz
Dibû bazbend li zendê xort…
Kerîma Reşko
Tu li me bike pîroz
Tu bi xêr hatî
Bi rengè buharê hatî
Bi rengê jiyanê hatî
bi xemilandî hatî
Tu bi xêr hatî
Ezê ji te re çîroka
dem û milet bêjim
Berî tu bar bikî
Dema te pişta xwe da me
û te bar kir
Beriya diwazd heyva
Felek û dewran li serê me geriya
Newroza min
Min giliyên xwe li ber xwedan kirin
Lê wî bersiva…
Konê Reş
Bîst û yekê adarê
Destpêkirina buharê
Şaxên daran bişkivîn
Ji kulîlkên sor û şîn
Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê
Rojên kevin hilatin
Rojin nû taze hatin
Rengê zemîn guherî
Şa bûn, şivan û kerî
Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê
Xwîna mirov dijene
Pêre dil jî dikene
Keç û kurên me kurdan
Bi şahî dikin dîlan
Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê
Dibe dema…