Muhemmed Mella
Li ser vê ..axa ..pȋroz ..
Tarȋ kirin ..mij ȗ morane..
Hêzên.. Ebabellek..
Destên qirêj ȗ dev bixwȋn ..
Wêran kirin ..talan kirin ..
Hemȗ kes derbeder kirin ..
Lê ..Kobanê ..qehremane ..
Ronȋ da.. pelên ..dȋrokê..
Weke.. kelha demdemê.
Weke Mehabad ȗ Barzane..
Arȋnê ..bȗye volqan..
Ronak da ronȋ ..bȗ ..
Sed arȋn wê şȋn bibin..
Himberȋ van sitemkaran
Kurd ..tu car namirin ..
Hemȗ wekȋ şeranin..
Nextê…
Konê Reş
Welatê Me! Tu ye bûka Binxetê
Bişopîne tevgerê xet bi xetê
Tu yî dengê bizav û çalakiyan
Çak û xerab, biweşîne li her ciyan
Serxwext bike kurdan ji çar aliyan
Bi xap û fen û finasê roviyan..
Konê Reş, Qamişlo, 06.10.2014
Nizar yosif
Potîn zer vane ha
Rengên azadî
Bangên kurdayetî
Ji herêmên sênckirî
Giyanên gewdeyê mirî
Mizgîna rizgariyê
Ji koşeyên tengav
Delîvên lewaz
Ji xêzaniya welatê
sêwî
Pijiqandina şirikên
xwînê
Temisandina sedsalên bûrîn
Qîrîn û giriyê
mereqvanên porspî
Ǜ bûyerên dayîkên
dilşikestî
Gurên birçî
Ruhên genî
Hilweşandin
Talankirina sedê
gundan
Koçberkirina hezarê
malan
Ji teriqandina gundiyên belengaz
Ji çîk û hingavtinê
birînin esîran
Serjêkirina dîlên birîndar
Tovê mêranî
Hate der
Ji kalînin zarokan
Bê çareya janên
karker û gundiyan
Potînzerin ha
Singrûtên demê hostayên
dîrokê
Di malin lewatê…
Şepal
Hêvo
Tu yê
çawa pêşwaziya min bikî
li ser
darbesta kîjan helbestê
oxira
min werbigrî
ez yê ku
di taya nivîsandinê de
bînberdana lehengekî hembêz dikim
tu ji hemî birînan delaltirî
ji hemî êşan xweşiktirî
tu ya tivtivandî di xemla berxwedanê de.
Kobanê
lîlandina ku berî guleyê dihrike
guliyên ku di bin siya barûdê de diçirisin
û dayikên ku bi tîna kezeba xwe
nanê serkeftinê dipêjin
ev hemî tabloyên te ne
yên pirtikandî…
Konê Reş
Ezbenî! Va careke din payîz bi xezeba
xwe li me vegeriya..
Deşta Sirûcê, di nav toz û ecacoka
xwe de winda kir..
Bi hezaran welatî, mîna tûmên
kelemperê,
li ber bayê wê xindirîn û berê xwe
dane zozana..
Xelkên Kobanî bi tev êlên Berazan ve,
mina darên çinarê,
Hatin hejandin û şaxên gelek daran hatin
şikandin,
Lê ew darên çinarê razî nebûn warê…
Dilawerê
Zengî
Li kobanê
birîndar im
Dikim gazî bi
hawar im
Li kurdên mêr xwedî rûmet
Hilînin tor
li binbar im
Ji kobanê ji
vî şarî
Penaber bûm
ji bêçarî
Nema min kes ne ap û met
Ne dê û bav
ne dost yarî
Ji ber Daiş divê
yek bin
Xwedî rûmet
bi hêz çek bin
Li hember wan neyarên çet
Wekî arê bi
dan şek bin
Welatê min
cihê mêran
Cihê gernas û
tev şêran
Nema bêpişt nema binxet
Bi hêza van
ciwanmêran.
Lewend
Dalînî
Zivista
bûrî, çi bi serme, seqem û reşî bû?
Çelpe çelp û
nirçe nirça dilopan,
Kêfxweșîya mêhtina
șîrê zarokekî,
Reht dikir?!
Şewqa
lempeya gazê,
Herdû çavên
wî hembêz kiribû,
Û di melûlî
yê de,
Xilmaș mabû………
Vîze Vîza
bayê,
Ewr gur kiribûn,
û weke tîrêjan, baran ê
Banê xanîyan
û rûkê xakê şoreşa xwe têde,
Vala dikir????.
Ewr û tav
diketin cengê de
Ne ewr ji a
xwe dihate xwar, û ne
Tav jî serê
xwe jêre datanî,
Herdûwan di
wê cengewazî…
Konê Reş
Ezbenî!
Ez dikarim li heyam gudarî bikim;
Bê çawa bi ser navê me ve vedibe,
Bê derd, kul û xem dibihure..!
Çiyako li me ne fitile!
Em wek şikêrên keviran e
Di quntarê te de.
Ezbenî!
Min bîr ne dibir ku,
Çiyayê Şengalê, Beriya Mêrdînê, deşta Sinceqê
Deşta Sirûcê û çiyayê Kurmênc
Di hewşa mala min de radizên..
Şengal, Qamişlo, Amûdê, Dêrikê,…
Mihemed
Hesko (Birasoz)
Bi hemî..
bilindî ya
çiyayên nezanî yê,
ên ku di mijî yê we de mexelîn e
Û ji gevez a
liser qirêja salan têrbûn e!
Nikarin
cogehek e tirsê,
Di newalê
dilê min de, bi herikîn in!?
Bi hemî..
girên ezîtî
yê,
ên ku di dilê
we de,
Ku bi şewat a
agirê dexsî yê avis bûn e!
nikar in
çirûskek ê ji hestên min vemrîn in!?
Bi hemî..
Bager, bahoz û babilîskên
Ku…
Elwan Şivan
Afrandine welatkî ji mijê
Bi şêwayê keskesorên ji reneg tevzî
Li perave xewneke bê pêl
Di şeveke gazinokde
Payîtexteke ji neqşe hilmên deryake
kelek û hewldanên esîmanekî sitewer
Bi cirokvedane biroskan di pêsîre
Asoyên sar û tagirtî Sirûde Newresên destê sibê Mîne ey reqîban ji bedewîya welatê ji
mijê dixwînin Mişextîya wêrekên helwest firotî û mihtine hewldanan ji pakur û başoran Welatekî ji mijê li…