Helbest u pexşan

Konê Reş

Bîst û yekê adarê
Destpêkirina buharê

Şaxên daran bişkivîn
Ji kulîlkên sor û şîn

Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê

Rojên kevin hilatin
Rojin nû taze hatin

Rengê zemîn guherî
Şa bûn, şivan û kerî

Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê

Xwîna mirov dijene
Pêre dil jî dikene

Keç û kurên me kurdan
Bi şahî dikin dîlan

Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê

Dibe dema evînê
Dil…

Konê Reş

Adarê!
Dêmê Qamişlo
Di pencereyan re xuya dike
Di nav lihevketina pêlan de
bi ser me de dibare
Di çîrokên bahoz û xemgîniya demê de
şil dibe,
Bêrîkirin jê di fûre..

Û wiha jî Bajarê Qamişlo
ketiye dilê me de û jê dernakev e!
Hêlîna xwe di peravê bîranînên me de
çêkiriye û têde razaya ye..!
Ew bajar e;…

Mihemed Hesko‏

Te bostek şînî, damin,
Min gazek şahî, jê girt
Te mistek axîn da min,
Min hembêzek xweşî, jê girt

Te tûrek kul û derd, diyarî min kir
Min barek hêvî û xwezî, jê girt
Te sêwîtî bi ser min de hilweşand,
Min bavîtiya gurzke hêvî û armanc kir
Te, ez bi striyên jînê birînkirim,
Min jê, qefdek sorgul diyarî dîlberê kir!?


Nizar Yosif
Hoveberî wêrekiyê na hejîne
Tirsonek bi rikeyê dilêrî yê di êşîne
Agirê kevneperestan
Gewdeyê nûjenan dipijîne
Mêrxasiya Kesasibe di tirsîne
Viyan sehwa xwe bi êgir re di pekîne
Bi dûşewatê re
Li cîhanên veşartî
Şanê qehremaniyê
jehra nemirovan di gerîne

Hove bi kevilkirinê egîdan di tirsîne
Çav naşikên
Di bîrdankên me de
Hûjam,,,hişyare
Bi bange
Ji ber şûr xwe natewîne
Bêdengiya wî dengvedane
Ji bînahiyê hêviyên…

Kamran Simo Hedilî
aniha
di vê kêliyê de
di vê derengiya şevê de
di vê nêzîkiya sibehê de
bi tenêbûna dengmirî

giyan
di nava min de
dicemidê
bêtawan
di hişê min de
digirîn
evînên nîvcomayî
di bîrevîna min de ziwa dibin
lê ez
axaftina bi xwe re
bi ya ti fîlozofan naguharim
aniha
di vê deryaya aloziyan de
di vê şevtariya şevê de
di vê şikefta bêdawî de
bi hişyarî
çavgirtî
destan dirêjî
Xwedayê…

Konê Reş

Bi hebûna gerdûnê re
Reng hene.
Tev ji keskesorê hatine der
Spî û reş
Kesik û sor
Şîn û zer.. Û

Di nav wan de şer e..
Tev şerê rengê spî dikin.
Tev hewildidin ku
Rengê spî bi lewitînin..
Tev razî nabin ku
Rengê spî,
Spî bimîn e…

Qamişlo, 20.01.2015

Ronî ELÎ

Berî ku destên xwe ji dilê min daweşînî
Û di riyeke Aşopî de şerpeze bibî
Pişta xwe bide vê Dara
Ku ji ahînên min şewitî

Da di sawirên xewe de
Weke şêwekarekî zîrek hewlbidim
Dîmena Mijgulên te
yên ku bi ser çavên min de dernexûn bûne
Di dilê xwe de piçespînim
Çimkî
Li paş Darê
Nîgarên ji leylanan
Pişta Miştenûr
Deşta Cûmê
Û hembêza Qamişlokê
Di giyanê min…

Tengezar Marînî

Delaloka min,
ez, kî ji birîndarkirina awira te gunehbar nekim?
Çi stranê bo wî zarokî dibêjî?
Kî dê çîrokên kalo û pîrê bo te bibêje?
Li ser serê te sîber heye
dilê te mişt kovan e,

çavên min ji awira te mişt giriyê xwînê
tu li nav roniyê yî
De delaloka min,
birayê xwe li nav wî textî bilorîne,
û xwelî li serê me…

Salih Cango

Dema Dayik Rondikên xwe
Di Landika Hêvîyan de dilorînin
Û liber bayê Payîza Welat
Xewnên xwe di dêrin û dibarînin…!

Wê çaxê Evîna te …
Di Dilê minde hişyar dibê
Û ez liber Pêlên lehiya Hêsirên Dayikan bê Serî diçim
Welatê min…
Îro ji te dûrim
Weke Çûkekî çengo kirî di Zivistaneke tarîde
Bê Hêlîn mame…!
Lê ez bûme şivanek liber…

R.dil birîn

ezê hestên xwe ji ilhamekê bistînim
di nav xewn û xeyalan de bigerînim
bi rengên şêrîn neqşên zêrîn
di buhareke rengînde bixmlînim

di weynekêşa çevande bineqşînimdi nav dilê dil soz û dil paka biçînimderman bidim ji dilê dil birîn binîvsînimji dil û can di helbestekêde wergerînim bi tîpên derya dibistana evînêtîp bi tîp di ristikekêde bihûnimbi evîndarîya dilê mem…