Helbest u pexşan

Gulistan Awaz

Li şevbûhêrkeke berfane
raman ,
di kolanên hiş de
li peyvine revok digerî
daku
pertewên royê yê xewkirî
vebirûsin…

Hêviyên ku Li peravan
windabûne ,
di serî govenda stêrkan de
bigerînin…..
Xwînrijandina ku ji çar salan ve
diherike
bi tiliyên henekirî
rawestînin…
Hîîîn…
û hîn tîpên koçberiyê
birizînin ,
bişewtînin ,
binax bikin û
li ser sînorên westiyayî
yên kaaal bûne,
vegerê biçînin.


Merwan Berekat

Vedenga keçîniya hiş
Ji pêsîrên Zagros im
Di navika Dicle û Ferêt de
Hêvanê hebûna Kurdonîs
Pir ji mêj im

Mîxî bi min şewq da

Ji berî hîroglofî

Li ser sîngê latên Kurdoyalî

Mîna rojê diyar
im

Awaza bilûrên perestgehan

Ne tenê

Li ser mora Tîşopê rojperest

Zimanê Avista..

Berî wê jî

Yê bapîrê Birasoz

Yekcar pîroz im

Ne tenê keseke

Qamîş…

Perên tilûran…

Pênûsên xwedêwendan jî

Min
mêjandin

Bi teşiya…

Gulistan Awaz
Megrî dayê…miraran mebarîne…Tu yê tiliyênbûk û zavan ,hene bikî…Dergûşa neviyan biheyranokan bihejînî….

Aaax dayê….Stêrkên welatê min ji beyaniyê re tîrêjên royê dihûnin…Semayên azadiyê li ser sînoran..li siberojeke serbest ,dişopînin…Hêviyên xewneke bindest ji ciwaniyê re ,rêwî ne…û birînên dûûûr.. êdî besebila derman bibin…Megrî dayê….Rewanê zarokan ,deryayan jî westandine…û temenên bêguneh ,bi pêlan regovendê keseran…digerîninAaax dayê.

Senar(Mûsa Qulîkî Mîlan)1394
Kezeba Min
Ez çûme Deryaya Sipî,Min dît ku li perava wê;Mirovahî xeniqiye!
Û perçeyek kezeba min,Bi navê Alanê Kurdî;Li ava sar herikiye!

Çend Helbestên Hînkariyê:
Adar
Adar meha baranê,Meha ger û seyranê.Meha gula berfînê,Ya hebûn û vejînê.
Meha kesk û sor û zer,Hêşîn…

Ronî ELÎ
Wê kengîBihna nanê sêlêJi pixûrka dayikanBi tîrêjên rojê reCardin Lêvên minMîna herdû sêvên di sîngê te deBel bike û bilerizîne …!!?

Wê kengîDewê meşka bêrîbanêBi xwendina sibê reBi qebqeba kewê reCardinMina hingivê lêvên teKozota hinavên minSar bike û vemrîne …!!?
Wê kengîPîvokên gundekî sêwî mayîDi kela biharê deBi tîqtîqa zeviyan reCardinMîna guliyên teBerî ku bibine hebinê koçberiyêHembêza…

Mûsa Qulîkî Mîlan
Dîsa jî min weke caran,Xewneka pir ecêb dîtye.
Xewneka kûr, gelekî kûr,Angorî Geliyê Zîlan.

Xewnek tijî, gelek tijî,Angorî xewnên sed salan.
Xewnek bilind, gelek bilind,Weke çiyayê Agirî…
Kabûsa wê xewna giran,Hêminî ji min biriye,Dil û hinavan disoje.
Dîsa bêhna xiyanetê,Xwe davêje bêfila min,Û wek agirê bin sêlê,Kezeba min kûr dipêje.Te çi dîtye, ka bibêje!
Dema ku ez xewê de…

Ronî Elî
Gul bişkifîn .. evîna minLê … Biharê bîn venedaNe te çavên min bi kenê xwe kildidanNejî lêvên min bi dêmên te şadibûn

Hew demek bûDewranek bûÇerxa fîxana çivîkanDi gewriyeke kul de bûBi arvanê wêranê reŞîn li min û te parve dikirGul bişkifîn .. Nêrgiza minLê hînDi kezeba deşta dil deTi dîmenên ji rengê teLi pêşwaziya…

Vejîna Kurd
Pir giran e Kulîlkên meraqan li çateyên aramiyê veşêrim

keriyê gazinan di gewriya bêdengiyê de kedî bikim û tereza dûrbûnê ji ser delavên dilan bi alî dim.
Gelek dijwar e kulîlkên mêst rojiya eşqê bigrinû pinpinîkên rêwî ji hembêza hêlûna renghunguvî dûûûr…


Cankurd

Wek qurmekê dara gulê Her salekê şiqin didim
Tarî û şev min nas dikin Tîrêjeka rojê me ez…

Min lêv dikin li her deran Ez dame ser çav û seran
Van Kurd hemî min hezdikin Hozaneka Xanî me ez…
Her dijminê tariyê me Rûpeleka şorişê me
Keçik bi min xwe navdikin Hêviyeka Kurda me ez…
Ez nakevim bin destê kes Nabim xulam û malê…

Konê Reş

Bîst û yekê adarê
Destpêkirina buharê
Şaxên daran bişkivîn
Ji kulîlkên sor û şîn
Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê

Rojên kevin hilatin
Rojên nû taze hatin
Rengê zemîn guherî
Şa bû, şivan û kerî
Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê
Xwîna mirov dijene
Pêre dil jî dikene
Keç û kurên me kurdan
Bi şahî dikin dîlan
Newroze cejna salê
Şev û roj hat qirarê
Dibe dema evînê
Dil…