Kovan Sindî
Çi kesê maçek ne dabîtin cama şeraba evînê bi hoşhest
Nizanîtin çi di bêjîn ji çêjeya gîyanxor ku xistîn deryayê mest
Ji ku hest, çûn hest dikîn gezt, ku bi ez vebest ta dil şikest ?!
Çi dikêşîn cefayê ji dest bi lêvan ra ku jivan derketîn kest
Bi xwedê ger dilop nebaye da ez ji ez nebîtin…
Narîn Omer
Bese ez di xewneroja de jî te dibînim
piştî min sedema dūrketina
te ji xwe vehūna
ji galgalên nikamîxwaza
va ez eşkere dikim xwîyanî
îro
ko ez baēa şaşîtîya xwe
der mafê te de didim ū
pūşmanîyek mezin
ji derya hestên te diweşînim
lê jibîrneke
tu jî wekî min gunehbarî
demê te bergehên bihîstina xwe
vekirin li ber
hest gemar ū sitemkara
dîsa omîd ū nîyazêmin ji te hene
ku…
Elî Kolo
Derya dilĕ min bũye av ũ ar
Vîna dilĕ min bũye xwînek sar
Dĕ ezĕ çibkim bi vî çavĕ jar
* * *
Sema ũ dîlan tevde hatin xwar
Keçka dilĕ min hatiye bĕ zar
Dibĕ rabe bes gura goştĕm xwar
* * *
Ji lĕvĕ mi bir ew kesĕ wek mar
Şĕranî tev çũ ji sîngĕ hat xwar
Nema bũ kesek…
Elwan Şivan
Roj li ber sikratên êvarê dicê
Di xwintewrandina asoyan de
ku bi ser kenaran de
xwe ber didê
Destê shev
Pêlên shevê
û tariya kenarên windabûyî
Mîna konekî bê sitûn
Ku tinebûna sînoran
Derbas dike
û shev li shevê dikerê
Bablîsok
Bayê ku diherkê
Ji dil û kezeba shevê
Hêviyên bendewar
ji bablîsokan bûn beyar
û peyvên bê tov
Di lêvan de diseridin
Poshmanî
Veqetandina min
ji ref û mana li shûn…
Konê Reş
Û Darbesta Zêrîn derbasî goristana Qudûr Beg bû
Mirî bi hatina zindiyan re şiyar bûn
Zindiyan bi lîlandinên xwe
Mirî ji temara mirinê rakirin
Kefenê xwe li bejin û bala xwe pêçan
Destê xwe dan ber riwê xwe
Û her yekî ji hinda xwe ve pirsî:
Ev darbesta Zêrîn a kêye?!
Silêman Adî keniya
Kemal Ehmed û Şêxmûs li çepkan dan
Şehîdên 12 azarê…
Fethulla huseyni
Ne tû bû
Ya te Ew laş birê kir
Ne ez bûm yê ku welat , çiya , şehîd oxirkir
Li vê derê te dispêrim
Goristanan , dikenim , difirim
Her dilê te bê tebat e
Û dunya na xwaze me , êşam e himêz bike
Wiha ye
Jiyan ji kevirên jiyanê
Ditirs e
Û giyan ji dammar ên jiyanê
Dipirs e
Li ber wî…
Xizan Şîlan
ezli feryad û fîxana demangerokê heyveroniyaxewnên te meli baxê kelecana dilê xweşereba tiriyên
kefa destê te me
xewên şevên minbêyî te tarûmar inli temenê xwe yê wêrantepînka kana madenê megermahiya hezkirina dildi gewriya min debû gilokek werisandîminlezeta lêvên tedi şewqa finda lerzok de koladi rûkeniya te de girîû di giriyê te de kenê xwe dîtli…
Elwan Şivan
Neynikên di qirêjiyê û zingariyê de hewldanan didin
Ku sipîcolkiya kefenê mirnê
û tevne pîrên di quncikên zindananLi xemla evîneke bê hêvî xwe berdide
Dev sistiya tirsê ku meyzandinan gunihkar dikê
Ji nakokiyên bihisht û dojihê
Di evîniya perî û melayketande
Di zingarîyê de winda û sitewra
Neynikên dîn
Rî û simbêlê gijolî
Mîna darbistanên bê rê
Devê bê doxîn ji gotina…
Heybet Mamo
Çima yarê
şevger û şev çirayên te li palpiştên veşartokê
dipengizin
lat û hêrsên qedîfeyî ji zinarên baweriyê
Di ponijin
Deman, û dem li zeviyên gunehkaran bi rû nermî
Dirêjî ew kendalên rû
Li rêdana
Di axivin
Sexteyên do li kolanên şêwaziya;
diltenikî; destarên xwe
tawandikin,
bi guliyên Geft û goyên berze bilind xwe binav dikin
xunceyên dil di meşkande bi territî
nêçîrvaniyê Li dû dikin
tîşk û ronakbîrîyê…
Elwan Şivan
Ji bê dengiya îskên bê fermêsk
Di govend û dîlanên zîzokên payîza welatê min
Yên ku di zikê ezman de dileyîzin
û baweshînkên pora te
Xwelîya bablîsokan li min dibarînê
Kelekên bazirganên evînê talan dike
Di evîniyê de
Dimînin sos û biryarên jibîrkirinê
Ku di hewldanên dilê min de têk chûn
Sorbûna hinarkên…