Helbest u pexşan

silêman azer

1
li wir…ew bilindtirîn cih,
ji bînayiya asoyê min re.
dirêj kiriye,tîjik kirina bêdengiyê.
barkirî bi baskin westiyayî,
min lûs dikin keviyên şevin,
hêwî bi avîgirtina rûsariyan.
û hîna tu li wî bilindtirîn cihî
ez qiraxên çeman hînî
hembêzkirina herikandinan dikim.

golên kevizgirtî
barabûnê li wan siwar dikim.
hîna tu li wirî
û mijûlim bi daweşandina pelên daran
ji tozika siwariya te.
ez dengê xwe
di guhê dilşeawtiyê…

Siyamend Brahîm

Dipirsim ez bê keskayiya jiyanê bi çi rengî derbasî şaneşîna Qamişloyê bûye؟
Qamişlo bi serfiazî radihêje mistek ji axa gora te ya pîroz û bi mizgîniyên sibehên xewnedar dipêçe
hey bajarê di şaneşîna wejd û furaqê de vehesiyayî
hey bajarê li peravê Cexcexê birîndar veziliyayî
hey bajarê ku kevza rojan li ser singa te xilmaş…

Xemgînê Remo

Diyarî bo hevalê min Arşev Oskan

Ez hîn jî
Wan şiva-rêkên pî bi gul
Heroj hemîya di pîvim
Ji Kepez ta Gola gulê …
Ey kîvroşka ji nêçîra dil revî
Û li deşta Sirûcê wenda bû
Ez dilvan bûm
Ne nêçîrvan bûm …

Gava evîn dibe kul
Û awazên dil dengê bilbil
Ji xwe wê keser bimîne gul
Û şandekê keserê min
Li ber…

Gulnar Eli

Tinê me
Bêkes
Mûm ronahî dide
Taristana şevên biyanî
Yadgaran bi rondikan vedimirîne.
Di gel toqîna
Taristana şevên dirêj dimînim
Bi xewê, dê xewa xwe birevînim.
Ger mijîlanek
ji cavên min neket,
dê dengê giriyek hêdî
bibihîzim.

Li dawiyê min zanî
Ew nebez
hêj dawiya awaza bû te mişt ba dike,
ji bo çavên te
sirûda gazinda dinivîse
Te ji bîr kir?
Yan te bi jibîrkirinê xwe rizgar kir?
Te xemla…

Ciwan nebî
ciwannebi@hotmail.com

Min tu dîtî
û tiliyên te şor
di nav destên wê de
tebaxeke pêketîbûn
toza bendewariya
wa nerînên zuha
di çavên te de xuya bû
e r ê
min tu dîtî
û hînde ew kêlîkên demûşgirtî
di biyanbana rojên te de diherikîn
ezmanên te
nizim dibûn

gotin bi te re ne dibû
ne tenê
mane sîka te tev
ne weke te bû
û porê te…

Besam Mistefa

Ê ku mir mir
Ê ku jiya jiya
Ez ne jiyam û
Ne mirim
*
Ji dûr du hesp tên
Hespekî reş û
Hespekî sipî
Ji dûr du hesp tên
Du hespên reş

Di nav pora te de
Stêrk û beybûn dinivin
Ne min stêrkek girt
Ne jî beybûn bêhn kirin
*
Bo Xalid Elî
Xalid
Bi du qedeh wîskî
Û du hezar xewnan
Şevê din
Ez anîme bîra min
*
Bo…


Dayê! Cejna dayikê li te pîroz be

Ezîz Xemcivîn
xemcivin@hotmail.com

Yekem kêlîka pêşî, gava min xwe di çermê malzaroka te de diveşart. Ji gava ko min canê xwe li asoyê dilê te de difirand. Gava te navika min bi benê xwîna xwe ve girê dida, ji wê hingê ve ez li ber mehder, dilovanî, jîndarî û qenciyên te…

Ibrahîm El-Yosuf

Ji bo her se muhemedan

Her çar di ser min re derbas bûn
Potîna leşkerî
Makîneya agirkuj
Bombeya gazê
Û guleyê tivingê

Lê dawiya tevî
Min taca xwe ya ji rivina agir bidest xist
Û ez ne vemirîm

Ji bîranînên mûmeke adarê

Kî min heye
Di vê şeva ku nabe şev de
Kî min heye îşev
Ku ez li hev neherbilim
Kî min li pêşberî tûpişkên dîmenê…

Ciwan nebî

Îsal û vajî hemî salan li welatê min baran ne bariya, ne jî min û te şil li kolanan destên hev girtin û di bin baranê de reviyan, me ramûsanên qemirî qaçax ne kirin danzanek ji sarbûnê re.
Îsal ji axa me bêhna jiyanê ne fûriya û zarokên taxa me dengê wan ket hingî bang…

HOZANÊ GIRKUNDÊ

dergehên mehrevanîya
xewnan li ser perenga
elendê….
bê mehder dergûşa
xeman di lorînim…
ji şengewîna pêjna te
ya mêşinî….
ez û dilê jar
evînîyek bê hêvî
li beyarên beybaneke
rût bê asîman di çînim…

ev çend dem salên
bê buhar derbasbûn
çend xewnên bi şêl
û pêl xwe tevî şevên
dil sar kirin……….
hînê nikarim
ev xemgînîya bê dawî
ji mehraba dilê te….
bi weşînim…….
ji ber li vê gerdûna fireh
tê me vejandin
bi…