Helbest u pexşan

Xemgînê Remo

Ezê çi bikim
Ku helbest nikare
Vîna te binîvsîne ..
Axîn û keser jî
Nabin bayê bêrîn
Da baraneke payîzî
Li biyabanê te bibarîne …

Vîna te
Vîneke cûdaye
Ji dîroka evîndarîyê
Pekîyaye ….
Bi dirv û nîşanên xwe
Ne wekî ti vînaye …
Vîneke dil-êş û
Ser-gêjîne ….
Û nizanim çima
Li payîza temenê min
Tu buhareke rengîne ..?

Vîna te
Çîrokek dûv dirêje
Û nejî çîrok dikare
Binîvsîne ….
Vîneke pîroz…

Pêşkêş bit bo bizava şirîf paşay yê ku xwaznama milletê kurd sala 1919 ê pêşkêşî civata milletan kirî piştî bidumahî hatina şerê cîhanî yê êkê.. Ev huzane li mîhirecana êkê ya huzana kurdî sala 1971 ê li bajêrê Kerkûkê min xwand.

Ey felek bote dinalim boçî nêrgiz çirmisîn
Ew çima bextê me hoye her bê dost…

Dilbirîn goran

Rih nemay î can feday î bilind wek çiya yê metîn
Pir wefay î tû hêja î gorî te cana şêrîn

Tû malbatî ar nejatî tû xweş xelat û mizgîn
Piling şêrî şoreşgerî kak masoud sed aferîn

Ne ji vanim ne ji wanim mêvanim , ez dergevanê teme
Tû rêberî taca serî , ez guhdarê gotnê te me

Kurd…

Xelîl Sasûnî

Eva salek te dev berda ji van dost û hevala.
Te koçkir û Te pişt da me, Tû dûr ketyî ji mala.
Tû may bê deng, tek û tenha, ne şand bo me silavek.
Xuyaye rast Tû dil sar bûy ji dinya pûç û vala.
Ji lewra ku di jînê de… Nexoşî tev Te dîtin.

Dilbirîn goran

Nermîna min dilvîna min mubtela ye bê te dil
Şermîna min hingivîna min li xwe bela ye bi te dil

Xwrtê kurdim (dilbirînim) çav reyê becna te me
Dil bi hoşe min dihoşe ez bendewarê te me

Koçer û koçbarim ez lo pilingê çiya her dem
Baz lat û zinaram ez,ez ne turkim ne ecem

Ne samîme ,madîme ez,xwîna…

Nihad Temir

Zimanê me birîndare
Bi êş û nal nale
Ey zaza û loran
Ey kurdmanc û soran
Kengî yek bikin ziman
Ji nav xwe hilînin êş û jan
Bo em nemînin bindest
Bikin mîna digo Celadet
Yekbûna zimn û milet
Ewe yekbûna alfabet

Vegerînin imparatoriya med
Paytext û tac û erd
Yekbûna ziman û dîrok…

Hadî Behleî

Beyreqa aştiyê hildin
Ser çiya û deşt û zozan
Di kesk û sor de xemilîn tev
Gulşen û baxçe û bustan
Sosin û gulnar vebûn
Qurmiyê aşîtiyê firriyan
Bdîtina cejna û teaxî
Dêm duran çavên xwe kildan
Cejn û rizgariya kurdan
Çemê Diclê ey heval

Vaye ji bakur hate xwar
Vaye ji bakur hate xwar
Da giha Şet El Eereb
Hawîr xwe îro kir buhar
Çekê rengînî…

Ciwan Dêrikî
ciwanderiki@hotmail.com

Gulîstana min a rengîn
Bi perda reş nuxamtin
Kirin tarîstan
Şevistan .

Bi cobarin sor avdan
Jêr û jor
Bi sal û heyaman
Li pey hev
Kirin xwînistan
Kujistan .

Gerandin li ser
Bager û bahoz
Barandin berf , teyrok ,
Kirin berfistan ,
Siristan .

Rê li ber jînkirinê girtin
Qad û ezman dotin
Dev mane jihev…

Xizan Şîlan

ez
hinavên helbesta kal û pîr
bi şehweta hestên peritî
dadigirim û dinivîsim
li tenetiya şevereşên sêwî
şefaqên ciwaniya min
desteserî bûn
ava kaniya temenê wêran
ber bi rawestgeha
goristana lal ve
diherike

wizîna bayê mirina bêveger
di guhên giyanê min de
dîsa çingeçinge
asîman
li dor keser û nalîna min
dizivire
bêhna bîranînên şad
di xwîna çarenûsa genî de
dixeniqe
bi gavên şemitok û westiyayî
ber bi pêşeroja nediyar ve
dimeşim
li henasa roniya…

Qistentîn Kefafîs
Werger; Ciwan Nebî

Te got ; ezê biçim qadek e din,deryayek e dinda baştirji vî bajarî bibînim
hînde hemî kiriyarên min tawanbar
û dilê min weke laşekî mirî binax kirî ez li vê tariyê çi dikim? Ji kû ve têm
ji pêvî wêranan di jiyana xwe ya reş de nabînim,

min sal û sal derbas kirin,winda kirin,wêran kirin. Lê tu…