Helbest u Vidyo

MÛMEYA CEGERXWÎN

Dildar Îsmail

Mûmeya yekemîn li ber min vêket
Pênûsa cegerxwîn bû
Gula ku dilê min geşkir
Helbesta xemgînbû
Xwendina zimanê kurdî bû
Sed saliyek bi rûmet dibhure
Şiyarkirin çavên raketî
Vekirin qeydên girtî

Çirandin rêçên tarî
Cegerxwîn peyvek buhaye
Buharek bi xemil û rengîne
Dengek bi êş û nalîne
Ceger û xwîn hemî evîne
Dimîna ronahiya her dem
Sorbûna roja her şeveq
Dibistana helbestan
Jiyanek nû şahî û dildarî
Cegerxwîn herdem bi hêvî
Her dem bi nûbûn

 22.10.2003

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…