Helbest u pexşan

hozanê girkundê

êvarek bi mij û dûman li deşta
asîmanê welatêmin
belavkir …
giyanê helbestê mîna
cama peyalê derizî …

dil di rawanê minde
girîya û lerizî …
gulên fedîyok
di sînga buharê de
çelmisî…
xame li ser riwê kaxezan
di paxila peyvande
lukimî …
dema te ji hizrên
wêjeya kurdî koça xwe
barkir te çend wêneyên
şengewîn bi dîwarê
jiyanê bi…


Ehmedê xursê

Evîn ewe….
ku bi vedenga
navê tere velîzim
can pûç û xav
bimîne

di derya evîna tede
ber pêl bibe
dema ku girav
sawîr û xewn bin
tenê girînekin çavê te…
veşara mizgîniyê bin
Evîn ewe …
ku bi pêjna tere
bibe qeb qeba dilê min
çirrrîna kewekî ribat
dike ji rikeya sînga min bifire
Evin ewe …
ku rûqalî pencera te
temen
libên tizbiyê bibuhrin
bi çira te re
dilê min…


Demhat Dêrikî

Esmerê!Ji wê dema aşopên minDi navbera memikên te deWelatê xwe yê şêvê û xewndina ayatên kirasê te yê sorî avakirîEz bûme penaber li paytextên êşan!

Ji wê dema lêvên te ezJi gor û tarîstanan şiyarkirîmÛ bi bêhna yasmîn û sorgulên xwe yê evîna canêBirîm asîmanê evînê, jiyan li min bûye jimartina rondikên bê sînor!Ez ê…

Demhat Dêrikî

Canê esmerê!
Va sal bi ewrên agirînî
Bi çar dîwarên ji hestiyên miriyan bilindkirî
Bi hawar qîrîna firmêskan
Bi kefen û tarîstan û reşgirêdanê
Bi sonda ÊL û OLÊN şevistanên bê bext

Û evînên di meya serxweşiya keçkaniyê de
Li kolanên biyaniyan têne sêdardekirin…
Û ji nûve hawara xwe digihînin Qamişloka xwînê û Amûda dilşewat…
Xatir dixwazê û diçê…
Û ez hêj li wirim
Li…

Sevger

Bese bese j, parçebûnê
Doza doza kursîye
Wepişt daya serxwebûnê
ji nakûkîyan gel westîya

Ma kanî xwîna şehîdan
yan qêrînên girtîya
Bi vî rengî xebat nabê
Serî rakin ber Bassîya..
Bese bese j, gotnên qelew
Medvêt xebateke bedew
pazdeh partî çêbune tew
Li dijî hev bûne çêl Kew
Li dijî hev wek şerê Kew..

Bese bese j, parçebûnê
Doza doza kursîye
We…

Husên M. Hebeş

Evîndariya du daran

Du daran ji hevdu hez dikirinDarbirê dilreş Ew ji kokê de birandin û birin mal.Herdu dar di agirdankê Zivistanê yê darbir de Rastî hev hatinHevdu himbêz kirin û bi hev re şewitîn.

Çima na?

Maseyekê xwest bibe kursîKursiyê got: çima na?Ez dixwazim Xwîşkek min hebe!
Xwezya

Darekê gava dîtKo ji qamîş bilûran çêdikinGot: xwezya Ez…

Lewend Dalînî

Çi cara ku
Çavên dîlberê diketin,
Ber nîşana Tifinga
Min !
Dilê Min
Kor dibû!!!!!????

Û çi cara dilê dîlberê
Di kete ber qefta
Rima min!
Rim
Kuh dibû!!??

Çi cara
Mêkewa dilê yarê
Di ser davên min re
Dibûrî!
Kewê Minî ribat,
Lal dibû!!??

Û çi cara refê,
kevokên wê
Di peravên min re
Difirîn !
Nêçîrvan
Di xew de dima !!???

Çi cara memikên yarê
Di kefa mista min de,
Diketin lûs!
Jiyan ji şîr vedibû!?

Pêpelûkên…

Azer Osê

Ji vê Zindanê derkeve,
û ji serê salê re,
dilê xwe radestî, demsalên wê,
û xwedanê xwe û wan
bi nermî mîna nermahiya maçên xwe,
û nermahiya kenê laşê yar,
bike.

Der bi der bigere
Lêv bi lêv bixwîne
Çva bi çav xilmaş bike
û bera rewanê te, di nava rewanên hezkiriyên te de
mêrgên bê av
bi av bike.
Deng ji te…

Husên M. Hebeş

Xwîşk û bira

Deriyekî ji pencereyekê hez kirPiştî demeke dirêj…Xwestin bizewicinÇûn ba bijîşk Xwîna xwe kontirol kirin Derket ew xwîşk û birayê hev in!

Dar û Gerden

Darekê ji stûyê xwe yê dirêj re Gerdenekî zêrî xwestÇivîkên wê deverê Xwe wek gerdenekî dan berhevû bi germî xwe xistin stûyê wê.
Dexs

Dareke kin Bi yeke dirêj re…


Mehmûd Badilî

Çavên te dibijin
zevîyên genimê min
û simbilên rewanê min
ji tîna awirên te
dişewibin.

Xewnên min
li baxên te
pelin payîzîne.

Tûjin…
tîrên dewlemendiya te
di mêrga giyanê min de
birîneke kûrim
li ser eniya te.

Li ber çavên te
penaberekî berdîwarim
û hişyarî li ba te
paçikekî bi qirêje.

Ba
ji bêhna tilîyên te…
sotina xwe
li bejîbûna sîya min
gûr dike….